QINÛTUK Û PÊKENOKÊN LICÊ 10:15 13.05.2018     Bêguman, ji bo nivîskarekî ya herî girîng ew e ku di serî de bi dîrok û çîroka xwe bizanibe û li gor wê binivîse.   Baweriya min ew e ku rêya pêşketin û serkeftina nivîskar di rêya xwenasîn û danasîna çanda jê bûyî de derbas dibe.   Di vê nivîsa xwe de jî ez ê behsa xebatên xwe yê li ser çanda qinûtik û pêkenokên herêma Licê ji we xwendevanên Amîda Kurd re bikim.   Herêma Licê di warê vê çand û hunerê de xwedî rolekî girîng û dewlemend e.   Di dîroka Licê de çend kesên navdar hene ku hewceyî naskirinê.   Yek ji van kesan Hecî Qedriyê Dehbiloyî ye. (Dehbilo gundekî li ser taxa Qerehesen a navenda Licê ye) Hecî Qedrî di sala 1933'an de li gundê Dehbilo hate dinyayê û di sala 2015'an de li Amedê çû ser dilovaniya xwe.    Hecî Qedrî debara xwe bi çerçîtiyê dikir. Hema hema li her gundê Licê digeriya û ji kirrox û mişteriyên xwe re qinûtikan digotin.   .....   Hecî Qedrî rojekî kinc û kirasên firotinê barê kerê xwe yê boz dike û diçe Goma Xicîkan. Dikeve nav gomê û deng lê dike, dibêje;   -Ha werin, ha werin, ha werin dorê Qazaxan bistînin bibin lê kin li pîrê Bila biçe avê bîne ji bîrê Heke kalo bê ji Licê lê bihîrrê (bihîşê)   .....   Hecî Qedrî rojekî diçe gûndê Licokê, mêze dike camêrekî li bin dara mişmişê rûniştî ye. Jê re dibêje;   Te xwe da ye binê dara mişmiş Zikê te dike xuşa xuş Porê te bûye gija gij Hecî Qedrî kerê nake degiş   .....   Hecî Qedrî rojekî diçe gundê Huseynik û barê xwe li bin darekî tûyê datîne û radixe erdê. Zarok lê dicivin ku ji xwe li kincan mêzebikin. Di nav zarokan de yekê kej ê boz heye di nav toz û gevzikê de dilîze, Hecî Qedrî jê re dibêje;   Bozê, Te çi xwe kiriye nava tozê Serê te mînaye kankila gozê   .....   Hecî Qedrî rojekî diçe gundê Pûneyn. Keç û qîzê Pûneynê lê dicivin û jê re dibêjin; -Xalê Hecî ka dibêjin tu qinûtikên xweş dibêjî, hela were em ji te re bêjin tu dikarî li hev bînî? Hecî Qedrî dibêje keremkin!   Qîz dibêjin û Hecî Qedrî dibersivîne..   Bîr - Ez mîna me tîr îkî -Mirîşk diçe ser sergoyê ber dîkî Ûç  - Serê te mînê goza pûç Dort  -Meriv jina ciwan bîne dibe xort Bêş  -Li min mêze nakî ez ê cixarekêş Alti  - Çi bi serê min de hatiye ji destê qîza xaltî Yedî  -Nêçîrvan seydê dikin kedî Sekiz -Bes mîna mêşê bikin vize viz   ....   Hecî Qedrî rojekî diçe gundê Feynter (Gundekî Hênê ye) mêze dike qefleyekî jinê Feynteriyan ji wê de tên diçin heriyê (Mûyê Pez) dişonin. Yeka ciwan jî bi wan re ye wek bûkekî zêr di qirka wê de hene. Hecî Qedrî ji vê bûkê re dibêje;    -Didanê bavê te mîna bû bêr an Ji xêra serê mêran re tu bûyî xwediyê wan zêr an   Hecî Qedrî di behsa serpêhatiya şivan û xwediyê pez wisa dikirin:   Camêrekî sê heb bizinê xwe bi xwedîkirina sê meh şivanî dide ber yekê. Piştî sê mehan diçe ku hesabê xwe bikin.   Şivan jê re dibêje; -Bizina xişt gurî kuşt Bizina henar guran xwar Bizina bel a belanî jî çembil da lêvê xanî Zarokên gundiyan mizawir bûn bi tûr û kewana pê ve danîn Li çavê çepê xistin di çavê raste de deranîn. Navbera gundiyan bûbû dualî  Me goştê wê firot pê wan li hev anî Postê wê jî me da bi kêrekî kol a kalanî Piştre nangiranî çêbû û bi ser me de hat xela giranî Zarok birçî bûn çûn pê pincar deranîn Dûva wê şikandin şilfa wê tenê anîn Me şilfê berşêda ew jî ket binê xanî De vê carê tu derxîne heqê sê mehê şivanî   ....   Hecî Qedrî gava xebroşkan digot di destpêkê de van gotinan lihevdianî;   Hûr anî tûr anî Hey memed sey memed Navderzî gohderzî Qelb erzan goh derzan Çol û çolistan Berî û beristan Sê meh çû ma sê meh zivistan Qîza xocê silêman Me şîv dixwarin Paşîva me diman Serê me kete faq û filyaketa giran Lawê mala mistê Bir kayê da bi kapê ker an   .....   Hecî Qedrî behsa meseloka Siloyê Firdeysî wiha dikir..   Serê sibê bû sar Kûze xwe da diyar Ket koxa mala muxtar Mirişkan tê de kir qare qar Hebî ji wan nehêşt Hemûyan xwar   Min dest avêt tifinga enexter Gotin çaqmaqê wê birine Goçxwar Ez rabûm li kerê xwe siwar bûm Çûm mala xalê xwe yê pozçangal   Dane ber min nanekî û çend heb xiyar Min hê loqmeyekî jê nexwar Yek di derî de derket got Xalê Silê gurî kerê te xwar   Xalê Silê rabû derket derve..   Mêzekir qijikê got qijt Yekê din jî bang kir got -Xalê Silê gurî kerê te kuşt   Xalê silê çû ji gurî re got; -Ey gurê diserî, te çima xwar vî kerî Gurî got; -Ey însanê fehş Min ê xelkê xwar ga û gamêş Min ê te xwar kerekî dehş Ku tu mêr bûna Te yê sîleyekî li jina xwe bixista Jina te li lawê te bixista Qevdî werîs birista Bi lingê kerê te bixista Ker nedihat mesîlê Min dev nedikir pêsîlê   Serpêhatiya Hecî Qedrî û Nûriyê Qetînî..   Nûriyê Qetînî rojekî ji deştê diçe gundê Huseynîk, li mala Sofî Rîzayê Mele Îsa dibe mêvan.   Ew şev li mala Sofî Rîza qonax tê danîn û Nûrî bi xebroşk û pêkenokan dîwanê xweş dike.  Di dîwanê de jê re behsa Hecî Qedrî jî tê kirin. Nûrî mereqa wî çêdibe û dibêje;  -Çawa bi ser min re yekî wisa heye û ez wî nasnakim, divê ez biçîm wî bidînim.   Serê sibê piştî nimêja sibê, Nûrî radibe ji bo naskirina Hecî Qedrî tûrê xwe davêje pişta xwe û dikeve ser rêya Dehbilo.   Dema diçe di rê de li herêma Qişê rastî Hecî Qedrî tê, lê hevdû nasnakin.  Piştî silav û merhebayê Hecî Qedrî jê dipirse, dibêje; - Tu kî yî, ji ku tî? Nûrî dibêje; -Ez ji Huseynîk têm Hecî Qedrî dibêje; -Tu çûyî mala kî? Nûrî dibêje; - Ez çûm mala Sofî Rîza îşev bûm mêvan. Hecî Qedrî dibêje;  -Qonax çawa bûn? Nûrî dibêje; -Baş bûn, qelebalix bûn Hecî Qedrî dibêje; -We behsa çi kir? Nûrî dibêje; - Min ji cemaetê re xebroşkan got Hecî Qedrî dibêje;  -Te kîja xebroşk got? Nûrî dibêje; - Min xebroşka Huseynê Kurd got Hecî Qedrî dibêje; - Te got Huseynê Kurd, Nava min got pirt! Hecî Qedrî dibêje; - Navê te bi xêr? Nûrî dibêje; - Navê min Nûrî Hecî Qedrî dibêje; -Ey birayê Nûrî  Tu merivekî cesûrî Ew titûne an kamaşe te kiriye binê wî tûrî  Ez nizanim tu ji Dêrxustî an ji Cinezûrî!   Li ser van qinûtikan, Nûrî dibêje; - Nebe tu Hecî Qedrî bî? Hecî Qedrî dibêje; - Erê, Hecî Qedrî bi xwe me Nûrî dibêje;  - Hê li ser rê tu vî hunerî dikî, ku di cemaetê de be, xwedê dizanê hê çi hunerê te hene.  Piştî hev nasdikin êdî bi hev re vedigerin, Hecî Qedrî diçe Huseynîk û Nûrî jî pişta stûyê xwe dixwrîne û berê xwe dide deşta Qetîn.   MESELOKA OSMANÊ MALA DÎNAN Û BÊRTIYAN   Berê Bêrtiyê ku ji aliyê serhedê dihatin, diçûn heta deşta Qetînê pezê xwe diçerandin, ji bo ku cih û warê wan ne diyar bûn qawirmeya ku ji bo xwarina zivistanê çêkirine birine mala Osmanê Mala Dînan.   Di destpêka demsala zivistanê de jinê Bêrtiyan diçin ku qawirma xwe bînin lê Osmanê Mala Dînan dibêje; - Wele qawirme filan di mala me de tune qey zarokan xwariye. Jinika Bêrtî dibêje;  -Hayê bi min hayê Îro kîloya goşt hatiye tûra kayê Osmanê Mala Dînan hat û zikê xwe dayê   Jinika Bêrtî dibêje;  -Heciyê Badînan û sofiyê Dadînan Hemû qawirmê kirine stûyê Osmanê Mala Dînan   Gava jinik wisa dibêje, Osmanê Mala Dînan jî bi ser de vedigerîne û dibêje; -Gur tê ji aliyê Dêrûnê Goyê wî wek pella titûnê Ew ê kû van neqlik û niqûtikan li min bike Ez ê jê bistînim aliyê qûnê   ...     HAFIZÊ FIRDEYSÎ   Hafizê Firdeysî bi eslê xwe ji gundê Huseynîkê ji Mala Hecerê bûn û ji Huseynîkê koçî Firdeys kirine.   Hafizê Firdeysî bi van gotinan li ser gundên Licê pêkenok digotin;   Qetîn di qûna gir da Îban ji qetîn vir da   Mermerî tev fîsî ne Fîsî tev hecî ne Heciyê çov terpî ne Hev di zargê de diqufilînin Serê celikiyan dişkînin   Celikî şitilçî ne Engulî aşê çêkirî ne Çirê xwe ditefînin Kerê û dehşê di serhev de diqelibînin Mêvanan nahewînin   Hewrî pîvazçî ne Şeqlatî qereçî ne Huseynîkî bejî ne Pîrikî ji tîna mirî ne Kazoyî bîr vedayîne Hezanî çûlagçî (Caw) ne Firdeysî koçekçî ne   Kumlîçikê Licîyan Kofîxwarê Tilîyan