Made (Mater) 10:16 10.06.2018 Çetin Uğur   Made ew tişt e ku li fezayê (space) cih digire û girseya (mass) wê heye. Element formên tekane yên madeyê ne û taybetiyên wan ên ji hev cuda hene. Taybetiyên ku elementan ji hev cuda dikin dibe ku kîmyewî yan jî fîzîkî bin. Element bi reaksiyonên kîmyewî nikarin werin parçekirin. Hejmara elementan 118 e: 92 hebê wan di gerdûnê (universe) de wek xwezayî hene, yên din jî di laboratûarê de hatine sentezkirin. Her wiha elementên ku di laboratûarê de hatine sentezkirin ne stabîl in.    Rewşa Madeyê ya Pilazma  Xeynî her sê rewşên madeyê (rewşên hişk, şile û gaz) rewşeke wê jî rewşa pilazmayê ye. Rewşa pilazmayê di hundirê stêrkan de wekî xwezayî rû dide. Pilazma rewşekê gazî ye ku di nava xwe de pirtikên ku ji aliyê elektrîkî ve bişehne (charged) vedihewîne û dikare were texmînkirin ka hejmara  wan çendin. Mewcûda pirtikên bi şehn yektabûna pilazmayê aşkera dike û di dabeşkirina rewşên made yê de ciyawazbûna rewşa pilazmayê ji rewşa gazê piştrast dike. Heçî ew stêrka ku di hundirê wê de pilazma heye xwediyê germahiyeke pir bilind e.    Qanûna Parastina Madeyê  Qanûna parastina madeyê gelek çavdêriyên zanistî ji me re xulase dike; li gorî vê qanûnê gava ku rewşa madeyê diguhere (fîzîkî an jî kîmyewî) di tevahiya çendaniyê (quantity) de tu guherîn çênabe. Meyandina bîra yê mînaka herî ber bi çav e ku riayetê vê qanûnê dike. Di dema meyandinê de pêkhateyên ku bîrayê pêk tînin (av, bîratirşk, ceh, moltûşekir) gava ku bîra pêkhat, dibin: av, alkol, karbon asyon û madeyên çêjî. Di mînaka bîrayê de digel ku ewqas cure made diguherin jî di kêmbûn û zêdebûna yek û namadeyê de tu guherîn rû nade. Jê pê ve, mirov dikare di bateriyê (batery) de jî çavdêriya vê qanûnê bike: di madeyên resen (zirinc, zirincoksît, sulfurîkasît) de karîna (ability) beranîna elektrîkê heye û diguherin madeyên (zirincsulfat û av) ku karîna beranîna elektrîkê di wan de nîne. Di mînaka bateriyê de jî digel ku ew qas made diguherin madeyên din, disa jî tevahiya çendaniyê de tu guherîn rû nade.  Faz û Dabeşkirina Madeyê Made (mater) ew tişt e ku di fezayê (space) de cih digire û girseya (mass) wê heye. Ew tiştên ku li derdora me ne hemû made ne. Madeyên hişk (solid) û şile (liquid) yên herî berbiçav in. Em bi hêsanî û bi çavê tazî dikarin bibînin ku ev herdu cureyên madeyê di fezayê de cih digirin. Di heman demê de, ji giraniya wan jî em têdigihîjin ku girseya wan heye. Gaz (gas) jî fazekî dinê madeyê ye; heke gaz ne made be, wexta ku em biriya pifkirinê gazê dixin nav balonê divê ew newerime anku tebiqî (colapse) bimîne. Hişk, şile û gaz, sê rewşên madeyê ku li dinyayê têne dîtin in. Madeyên hişk qewîn in û dirûvên wan aşkera ye. Madeyên şile diherikin û şiklê qaba ku tê de ne digirin, ji xeynî gava ku bandora hilkêşanê (gravity) li şileyê dibe û dirûvê şileyê li ser rûyê qabê hinekî badayî (curve) dibe, (li cihê ku qet hilkêşan nînbe dirûvê şileyê goganî ye). Pirfazî û Girse Hinek nimûneyên madeyê xwediyê wê taybetiyê ne ku di heman demê de di rewşa hişk (solid) şile (liquid) û gazê (gas) de ne.Ev rûdan wexta ku nimûne ji gelek parçeyên biçûk pêk tê xwe dide nîşandan. Wekî mînak em dikarin qûmê wekî şile birêjin, çimkî qûm ji gelek teneyên biçûk û hişk pêk tê. Ji bilî vê, wexta ku made navhev ketî be jî pirewşî rû dide. Bo mînak, ewr wekî gazê xuya dike, lê di rastiyê de ewr ji hewa (gaz) û pirtikên hûr (hişk an jî şile) pêk tê. Girseya tiştekî, mîqtara madeyê bi pîvana ku di nav wê tiştê de ye. Ji bo pîvana madeyê curecure rê hene. Yek ji wan rêyan pêdiviya qewetê ji bo lezdana tiştan e. Lezdana tirimpêlekê ji lezdana duçerxeyekê zehmetir e an ku ji bo lezdana tirimpêlê pirtir qewet divê. Sedema vê yekê girseya tirimpêlê ye ku ji girseya duçerxeyê pirtir e. Ji bo diyarkirina girseya tiştekî, danberhevdana wê bi nimûneyekê re rêya herî ku tê bikaranîn e.