Wêje, ziman û awirek 07:46 12.06.2018   Mahabad Felat Wêjeya gelekî, nîşaneya dewlemendî û pêşkeftina wî ya ziman, şaristanî, çand, folklor û civakî ye. Her wiha wêje çendî kevin be, ev nirx û rûmet ewçendî bilindtir in û xizmeta wan a ji ziman, çand, folklor, şaristanî û civakî ya mirovahiyê re mezintir û kûrtir e. Lewre ew destpêk in û mînak in ji hemû yên din re.  Wêjeya kurd a tê zanîn û gihiştiye heya îroj 2350 sal kevin e. Lê çand û wêjeya devkî ku nehatine nivîsîn û yên bi nivîsên mîxî hatine nivîsîn lê wenda ne ji vê dîrokê pir kevintir in. Em vê rastiyê ji dîroka serdema Sumeran û heya împaratoriya Medan dizanin.  Ez hewl didim li ser binivîsim, lê min ji dîroka wêjeya cîhanê dest pê kir û heya niha 3 gotar nivîsîn û wê hinekî dem bigire. Tenê dixwazim vê dubare bikim ku ev du hezar sal in rê li ber pêşkeftina azad û serbixwe ya ziman, çand, wêje û jiyana civakî ya gelê kurd hatiye girtin. Ji dagirkeriya bi navê îslamê û vir ve jî, ji şewitandina berhemên kurdî, heya bi zimanjêkirina bi hezaran kurdan bigire, bi rêya her reng û cure zilm û zordarî rê li ber gelê kurd û pêşkeftina wî ya civakî hate girtin û ev pêvajo bi hemû erjengiya xwe heya îroj jî didome. Tehemmula wan li ser navê kurd ji tu tiştekî re û li tu deverên cîhanê jî nîne. Mînaka li Yunanîstanê rû da hîn nû ye û tê zanîn. Ev tim wisa bûye. Bi nav û zimanê xwe nehiştine û nahêlin em hilmê jî bigirin. Îcar dema ev rastiyeke dîrokî ye, gotina ku erebî bandoreke erênî li ser wêje û zimanê kurdî kiriye ji nezanî, bêrêzî û manîpulekirinê pêştir ne xwedî tu wateyeka din e. Lewra eger ev kambaxiya bi serê gelê kurd de ev hezarê salan in tê bi serê civaka ereb an civakeka din ve hatibûna, niha ne zimanê wan û ne jî li ser navê wan pirtikek nemabû li holê. Lê eger rê li ber pêşkeftina azad û serbixwe ya gelê kurd bi vê erjengiyê û bi hezarê salan nehatibûna girtin, kurdî niha yek ji zimanê herî dewlemend û bi bandor bû li hemû cîhanê. Li gel vê jî kurdî hîn jî xurt, dewlemend û mînak e. Her wiha diyariyên bi rêya vî zimanî ji hemû mirovahiyê re hatine pêşkêşkirin û bûne sedema pêşkeftina şaristaniya hemû mirovahiyê ku piçek zanebûn û dilekî pak bi mirov re mabe, têne zanîn.