R’OJEKÊ EM DIVÊ JI HEV R’A R’ASTÎYÊ BIBÊJIN? – II – 06:56 02.09.2018 Ezîz ê Cewo   Wek ku tê bîraxwendevanên hêja, di dawîya beşê yekem ê vê gotarê da min nivîsî bû: “…Wekî dinê, tiştê ku em ji hev r’a bibêjin, dîsa hene, lê vê care ewqas jî bes e. Ez hêvîdar im, ku emê li ser vê mijarê hê biaxivin”( http://www. midakurd.net/ku/tekst/R_OJEKÊ_EM_DIVÊ_JI_HEV_R_A_R_ASTÎYÊ_BIBÊJIN). Û bi r’astî jî, min xwe ji bo wê amadekiribû, heya hinek pirs ji bo nirxandinê cuda kiribûn, lê, wek ku di nav gel da tê gotin, şemî ji înîyê zûtir hat. Piştî weşana vê gotarê, di navber min û hinek xwendevanên me da p’êwendî pêk hatin, hinekên ji wan  bi tirs nêzîkî r’astîyê dibûn: ewana digotin, ku, erê, ev r’astya me ye, lê îro ev r’astî ji kê r’a pêwîst e, ku gel hînî r’ewşa xwe û wî şêwazî bûye?! Helbet, li ser vê jî, ya ku min got jî, ev bû: “... Wek ku tê zanîn, p’ir’anîya gelê me îro misulman e, lê ew nayê wê wat’eyê, ku em divê li ser dîroka gelê xwe ya berî îslamê, li ser ola gelê xwe ya kevnar lêger’înan pêk neynin û r’astyê ji hev r’a nebêjin... Ku, ji bilî vê di nav gel bi xwe da li ser vê mijarê govtûgoyekê r’û daye, gelek êdî daxwaza r’astîyê dikin û heya gelek r’êyên praktîk jî tînin zimên (helbet, her yek bi cûr’eyê xwe!)... Ku mafê me nîne, ji gel r’a r’astîyê nebêjin. Ku, wê sûcekî giran be, eger em îro r’astyê ji gel veşêrin, ku, yek e, zû-derng, wê di pêşer’ojê da hinekên dinê van r’astîyan bibînin û ji gel r’a bibêjin... Ji bilî wê, gel bi xwe jî gelek tiştan têdigihîje. Em bi wê yekê k’ê dixapînin?” Divê bê gotin, kesekî ji wan jî nexwast, ku ji navê xwe tiştekî bibêje yanê binivîse, ku ew tişt  pêşk’êşî xwendevanan bibin. Ji wan nivîsk’arê k’urd ê navdar,  mamostayê հêja Wezîrê Eşo piştî xwendina gotarê makkirineke zanistî ya kurt, lê bi wate, bi nivîskî şandibû ser r’ûpelê min ê Facebook-ê:  “... Min gotara te ya berfireh ser ola ezdiya û nava zemîn da guhêrandina wê da xwend. – Mamostayê hêja dinivîsw, –  Ez ne pisporê ola êzdîtiyê me, lê weke kurdzan dikarim bêjim, ku te lêkolîneke kûr û balkêş û nemaze ya ser çend şêweyên ola kurda ya kevnar bi cî aniye, ku karekî pir aktûêle. Bi wê ra bi tevayî tu bala pisporên ola êzdîtyê dikşînî ser şirovekirina çend pirsan yên ku hetanî îro bi temamî nehatine zelalkirinê yanê jî şaş hatine komêntarkirinê...” Bi r’astî, nivsk’arê r’êzdar nek’etye nava şiroveyên hûrbînî, dibêje, ku ew ne pisporê ola êzdî ye, lê bi wê gotina xwe ya kurt û cewharî jî, wek k’urdzan, gelek tişt gotye, yên ku dikarin ji pisporan r’a bibin r’êber di k’arê wanî lêger’înî da. Mirov dikare bibêje, ewî bi şerazayî destê xwe danye ser pirsgirêkê û bi zanistî şêwazek  dayê û ew formûle kiry, ku ew “...karekî pir aktûêle”... ku “divê mirov bala pisporên ola êzdîtyê bikişîne ser  şirovekirina pirsên ku hetanî îro bi temamî nehatine zelalkirinê yanê jî şaş hatine komêntarkirinê...”– Bi r’astî gotina mamostayekî zanyar e ev! Ew bi xwe jî dibêje, ku pirsgirêk hene û divê ew bêne zelalkirin... Ji gotina r’ast r’a çi dikarî bibêjî?!  Lê tiştê ku, bi r’astî, ji hêvîyên mirov derbaz dikirin, helwesta xwendevanên me yê dinê bû: piştî weşana vê gotarê gelek xwendevanan bi name û şêwazên dinê helwest û nêr’înên xwe dianîn zimên. Mînak, helwesta Besa Evdal a ji Ermenîstanê (ya ku niha li R’ûsîyayê dijî) jî nêzîkî ya hinek r’ewşenbîrên me bû. Ew dinivîse: “Gelo ev r’astî ewqasî me lazim bûn? Me ji xwe r’a serê xwe kiribû ber xwe û emrê me wisa derbaz dibû. Gelo çiqasî r’ast e, ku em vê birîna xwe vekin? Erê kalkê minî r’ehmetî jî hinek tişt digotin, ewî jî gelek xeberên erebî nedixebitand, û ez naha t’eze fem dikim... Lê dîsa jî, gelo evê hê zêde me ji hev dûr  nexe?”   Ji bo van pirsana mirov çi dikaribû bigota? Helbet, heya cîhekî (t’enê heya cîhekî!) mirov dikaribû serê xwe bikira ber xwe û bijîya. Lê, wek ku tê xuyanê, ya me bûye weke mînaka: “...Bavo min diz berdaye, naha ew min bernade!” Binihêr’in, ji her alîyan va r’êya windakirina bingehên êzdîtîyê yên r’astdêr tê meşandin (ew bi zanebûn be, an bi nezanî!), her carê vekirî hinek gav tên avîtin, ên ku ji bo r’esenîya vê ola gelê  me ya kevnar dibin xeterî û bi t’ehlûke ne. Min di gotara xwe ya “Êzdîtî” (http://www.pen-kurd.org/kurdi/ ezize-cawo/ezditi.html ;http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/ gotareka-dewlemend-di-der-bar-ola-zdt-de-h2140.html)û beşê yekem ê vê gotarê da hinek cudahîyên bingehîn ên di navbera êzdîtîyêû êzîdîtîyêda anîne zimên (ji kerema xwe r’a, baş bala xwe bidin cudahîya di navbera van herdu p’eyvan da!). Û eger hinek lêger’îner û nivîsk’arên bîyanî (û ne t’enê yên bîyanî), bêyî ku vê cudahîyê bibînin, li ser bingeha ji hêla derbirînê (gotinê) va nêzîkî  hev bûna (lê ne yekbûna!) van herdu p’eyvan (êzdîtîû êzîdîtî) ev herdu olên cuda ji hev cuda nekirine û îro jî nakin, îro (dîsa bi zanebûn an bi nezanî) r’êya bi êzîdîkirina êzdîyan tê  meşandin. Mînak, gelek k’urdên êzdî vê yekê tê digihîjin, û helwesta wan jî li ber ç’avan e. Û evê yekê lêger’înerên pispor nikaribûne nebînin. Mînak, wek ku tê xuyanê,  mabesta Xann Omerxalî ev bûye, ku di p’irtûka xwe ya “Yêzîdîtî. Ji k’urahîya  hezarsalan” da nivîsye: “Ji bo ku êzdîtî(di têk’sta wê ya r’ûsî da:  йезидизм//yêzîdîzm. – E. C.) bikaribe, hînî mercên dîrokî yên nû bibe, kesayetîya Şêx Adî pêkera (faktora) sereke bûye. Û, her çiqas, bîrûbawerîya wî di k’arê r’êformkirina êzdîtîyê da r’oleke girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan  bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa (cûr’eyekî) ye...”(ХаннаОмархали, «Йезидизм. Изглубинытысячелетий», С.-Петербург, 2005, стр. 45//Xanna Omarxalî, “Yêzîdîzm. Ji k’urahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg, 2005, r’û. 45).   Ango, ev tê çi wat’eyê? Ev tê wê wat’eyê, ku di nav êzdîyan da hemû jî r’ola Şêx Adî di nava k’arê guhar’tinên ola êzdî da bi cûr’eyekî nabînin... Û li şûna hinek vê bibînin û bersîvekê bidinê, heman tiştî dubare dikin ne bese, ew bi wê r’ê li ber t’evlihevîyan vedikin...   Fatima Bîrgul ji Stenbolê dinivîse: “Mamoste, ez ji Batmanê me, gelek dostên min ên êzîdî hene. …Yanî, ji miqala te dertê, êzîdîtîberî Şêx Adî jî hebûye?” – Xanima hêja, ez nizanim, gelo êzîdîtîberî Şêx Adî hebûye, yan na, lê êzdîtîji xwe ya berî wî bûye, ew ola gelê k’urd a berî zerdeştîyê ye û t’u têk’ilîya wê bi   t’arîqatên sedsalên navîn nîne. Ewa ku hûn dibêjin êzîdîtî, wek ku êdî min di gotarên berê da nivîsye, tiştekî dinê ye, hîç kesekê nikaribe wê ûêzdîtîyê bigihîne hev.Yên êzîdîew bûne, yên ku, wek ku Xaçatûr Abovyan jî dinivîse, di nav ereban da jî hebûne (di beşê vê gotarê yê yekem da binihêr’e – http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-giring-balks-ji-pensa-mamoste-ezz-cewo-h2173.html)... Dizanî, gelek caran em bersîva hinek pirsan di cîhekî dinê da diger’in, bi t’eybetî jî, li ku ew nikare hebe...  Heya em ji bo xwe cudahîya di navbera êzîdîtîû êzdîtîyê  zelal nekin û bingehên wê cudahîyê tê negihîjin, emê r’astîya ola xwe ya kevnar tê negihîjin û hert’im li dû k’êşa hineke dinê bikulin... Hetemê P’aşê ji herêma Svêrdlovskê ya Fêdêrat’sîona R’ûsîyayê dinivîse: “Dersdar, erê tu r’ast dibêjî, lê sîstêma Şîxadî jî em xweykirin. Binihêr’in, çika nivîsk’ar Eskerê Boyîk çi dinivîse: “Ew guhastinên bingehîn, ew hed-seda Şîxadî,  şagirt û peyhatiyê wî, anîne nava wê civakê, êzdîtîyêr’a bûn h’îm, qewet, hevgirtin û bawerî, wê h’ed û sedê nêzikaya h’ezar salî ev bawerî di nav dorpêça dîndijminatiya h’işk, xwexwatiya fanatîke kor, agir û bahozên dîroka R’ojhilatê ya xezebda par’ast”.(Binihêr’e: Eskerê Boyîk, “Êzdîtî û pêwîstîya guhestinan”, “R’ya t’eze”, № 13 (4892),  s. 2013).– Em gerekê vê jî bibînin, ne!? – Ew nameya xwe serhevda tîne? Hetemê hêja, birayê delal, li vir pirs di çi da ye, dizanî? Em herdu (mamosta Esker û ez) li ser du tiştne cuda dinivîsin, mabestên me cuda ne. Eger mamosta Esker armanc kirye, di derbarê r’ola Şêx Adî da binivîse, bê guman, mabesta wî dîtina wan tiştên erênî ye, yên ku wê demê dibe ku di nav vê t’evgera olî da hebûne... Û wisa jî, ya ku oldarên îro (t’erêq ji Mala Adîyan) dixwazin û li me ferz dikin jî, ev e... Ji ber wê jî ev derk’etye holê. Lêbelê, li vira mabesta me tiştekî dinê ye: her care, dema em hewl didin, ku rastîyê têbigihîjin, pirsek dertê holê: Gelo, “sîstêma Şîxadî”êzdîtî parastye, yan..? Lê, ji bilî vê, divê bê zanîn, ol t’enê ya oldaran (terêqan) nîne, ew di sêrî da ya bawermendan (mirîdan) e, û her paşê...  Lê, dîsa jî, wê baş bibûya, eger te binihêr’ya, k’a mamosta Eskerê Boyîk di dawîya gotara xwe da çi nivîsye:  “Ez ne a’limê bawerîya êzdîtîyême, ne oldarim, ne t’êologim, nivîsk’arekî k’urdim û zanebûnên min jî derheqa vê bawerîya k’urdistanî awqasin, ku karibim e’frandinê xweda r’astîya wê bawerîyê bi r’astî dîyarî xwendevanê xwe bikim… Usane, eger nivîsêda fikira kêm-zêde, an jî h’idûdên dogmên olê der hebin bira zanyar, oldar û t’êolog min biborînin. Lê wek nivîsk’arekî ji civaka k’urdên êzdî ne mafê min heye, ne jî wijdanê min te’mûl dike derheqa van pirsgirêkada nenivîsim”.“R’ya t’eze”, № 14 (4893), s. 2013). Ango, ev tê çi wat’eyê? Gelo ev nayê wê wat’eyê, ku mamosta Eskerê Boyîk bi xwe jî ewê nêr’îna xwe wek gotina dawîyê li xwendevanan ferz nake. Ji ber ku ew bi xwe jî, ew tiştê ku bi xwe dinivîse, wek r’ûnê helandî nap’ejirîne, an jî, bi xwe jî heya dawîyê di wan da ne bawer e...  Lê, dizanî, birayê delal, tiştê herî bal’kêş di vê gotarê da ne ev e jî?! Eger te gotar heya dawîyê bi baldarî xwendibe, mamosta Esker berî xwemukur’hatinê tiştên  p’ir’balk’êş dinivîse, û, bi dîtina min, divê mirov giranîya bala xwe bide ser wan. Fermo, k’a em wî p’arç’eyê gotara wî bi  hevr’a bixwînin:  “...Pirsgirêka here dijwar, ku vê demê ji her tiştî pir’tir ç’areserîyê dixwaze, nexweşîyan civakêda pêşda tîne ew t’er’ibandina hinek xetên hed û seda êzdîtîyê yên sorin ku naha, bêhtir li derveyî  welêt pêk tên. Ji bo parastina vê civakê gerekê gelekî fesal, bi zanebûn nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Ne bihêlin “çawa dibe bira bibe” ne jî r’iya t’eribandinê bihêlin  “firebe”. Bûyerên dîrokî didin kivşê ku ew xetên sor ne ewqas ji bo betalbûna olê, lê di nav dewranên dijwarda ji bo xweparastina civaka êzdîyan berk’ û h’işk hatine danîn. Hişkaya wê civak û ola, ku Êzdî navda dijîtin, êzdî mecbûrî h’işkayê wan xetên sor kirin. Bûyerên dîrokî nîşan didin, ku dema Şîxadî û peyr’a jî hinek civakên dinê hatine û li nav êzdîyanda h’elyane. Strûktûra civakê, sîstêma p’erwerda  olî-civakî, çînên oldarî, t’ifaq û paqij jiyana civakê, xwerin-vexwerinên qedexekirî guhestinan dixwezin. Ji ç’e’vkanîyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawerîya êzdîtîyê, tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhastin-r’êform di êzdîtîyêda ji alîyê r’ewşenbîrya pêşk’etî, xwendîda hatye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û peyhatyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatêda bi nav-deng, xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên xwedênasîyêye k’ûr, xwendî  û bi rastî jî r’ewşenbîr-r’êvebir û pêşewitîyê civak û netewa xwe bûne. Şaşîye bifikirin, ku ew pêvajo bi bir’yarekê, bi konfêransekê pêk bê. Guhar’tin  dem û lêkolîniên demdirêj dixwaze. Eger rêvebirî û rewşenbîrya êzdiyan wê înîsîatîvê hilnede destê xwe, jiyanê bi xwe guhartina bike”. Di sêrî da bibêjim, ku r’êz û hurmrtên min ji her nêr’îneke her mirovekî r’a heye, heya eger ew nêr’în ne r’ast be jî. Ji ber ku di jîyanê da nêrî’nên ji sedî sed r’ast nînin. Tiştek di nava hinek p’êwendîyan da r’st e, di cîhekî dinê da – na! Ji bilî wê, eger  nêr’înên ne r’st jî nînibin, wê gelekî dijwar be, ku mirov r’astîyê bibîne û nas bike. Belê, wek ku ji bo  her olekê, wisa jî ji bo ola êzdî “hinek xetên sor ên hed û seda olî” hene. Lê divê em ji bo xwe zalal bikin, k’a ji wan k’îjan yên ola êzdîne û k’îjan ên wan in, ên ku îro di nav me da di derbarê wan da tê ferzkirin.  Bi r’ast, di r’ewşa êzdîtîyê ya îro da nikare, ku mirov, wek ku mamosta dibêje, “Ne bihêle “çawa dibe bira bibe” ne jî r’iya t’eribandinê bihêle  “firebe”.  Binihêr’e, birayê delal, min dixwast, li vir bala te û xwendevanan bik’işînim ser du xalên here balk’êş, ên ku di vî p’arç’eyê gotara mamosta Esker da hene, ezê paşê bibêjim, k’a çima mirov nikare ne bihêle, ku “çawa dibe bila bibe”,  ne jî bihêle, ku r’êya t’eribandinê “fireh bibe”.  Bi dîtina min divê mirov nirxandinê ji wan herdu xalên vê gotarêye here balkêş û bi prênsîp girîng destpê bike. Yek ew e, ku mamosta Eskerê Boyîk dinivîse: “...Bûyerên dîrokî nîşan didin, ku dema Şîxadî û peyr’a jî hinek civakên dinê hatine û li nav êzdîyanda h’elyane”. Bi r’astî, minê û wisa jî gelekên dinê wê bixwazstana, ku wisa bibûya. Lê r’stîya dîrokî ya obyêktîf ne wisan e, û ew r’eng û r’ûç’ikê êzdîtîyê yê îroyîn tiştekî berovajî vê xwastinê diyar dike. Erê, r’ast e, mamosta r’ast dibêje, ku hinek civakên dinê hatinenava êzdîyan, lê ewana ne ku di nav êzdîyan da helyane, lê gelek t’aybetîyên r’engê xwe, yê ne êzdîtî, dane êzdîtîyê. Û ya ku di emcamê da derk’etye holê jî, êdî ne êzdîtîyakezî ya pîroze, ew êzîdîtiye... Û, ka ev çiqasî êzdîtî ye, li ber çavan e! Û divê em vê ji bo xwe zelal bikin û tê bigihîjin (di derbarê vê da, bi hûrbînî – li jêrê!). Ya duyem, di gotara mamosta da tê gotin, ku “Ji ç’e’vkanîyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawerîya êzdîtîyê, tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhastin-r’êform di êzdîtîyêda ji alîyê r’ewşenbîrya pêşk’etî, xwendîda hatye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û peyhatyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatêda bi nav-deng, xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên xwedênasîyêye k’ûr, xwendî  û bi rastî jî r’ewşenbîr-r’êvebir û pêşewitîyê civak û netewa xwe bûne”. Dibe ku di nava vê nivîsa mamosta da p’arçeyên here girîng, yên ku derî li pêşîya dîtin û têgihîştina r’astîya demajoya Şêx Adî û ya pey wî r’a vedikin jî, ev e. Her çiqas li vir hinekî sergirtî hatye gotin, lê yekî pir’î-hindikî dîroka sedsalên navîn zanibe, wê tê bigihîje, k’a Şêx Adî wê demê (sedasala pêncan a k’oçî) çi xwendin dikaribû bi dest anîbûya. Wê demê r’ewşenbîrya pêşk’etî û xwendî di çi sazîyan da p’erwerde bibû, felsefa wane olî-bawerî çi bûye? Wisa jî, ya şagirt û peyhatîyên wî...  Ji bo wê jî, dema em dibêjin êzdîtî ola gelê k’urd a kevnar e, yên dijberî me van pirsên hanê didin pêş me: – Eger êzdîtî ola k’urdan a kevnar e, lê ev p’eyv, têrmîn û têgehên weha, yên ku di vê olê da hene, hûnê çawa şirove bikin: Şems, Şêşims, Sult’anÊzîd, cunnet, cehneme, r’uh, cin, milyak’et, melek’, Tawisî Melek’, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek’Ferfxeddîn, Şêxûbek’ir, Ebûbek’ir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismillayî), R’ebêalemê/R’ebilalem, Xuliqellah, Xaliq?..  Helbet, bersîva vê jî heye. Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdema Şêx Adî bi r’engê xwe va p’ir’nêzîkî îslamê bûye, heya gihîştye r’adeyekê, ku wek t’arîqateke wê bûye…Û ji ber wê jî êzdîtîya wê demê bi gelek nav û têgehên îslamî va hatîye-gihîştîye me. Heya hemû navên Xwedê û  Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango «eba’» (–عباة) ya îslamî lê kirine. Û ev jî  xwezayî ye, ji ber ku Şêx Adî p’erwerdeya ola îslamê destanîye, ne ya ola êzdî. Heya r’adeyekê ev bîrûbawerîya Şêx Adî, ya ku oldarê serdema wî t’enê bi zarkî fêr bûne (oldarên êzdî dibêjim, “ew oleke sînem-devt’erî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên  şaraza û pispor”), di nav xwe da bêhtir nêzîkî îslamê ye, ne ku – êzdîtîyê û heya ji hêla hemû oldaran va jî nayê têgihîştin. Ji ber wê jî ew t’enê di nava çarç’eveya teng a oldaran  da maye. Lê êzdîtîya berî Şêx Adî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da, bi şêwazê qewl û beyt’an, lorîkan, merasîm û t’orenan, dirozge û dilovanîyan da hatîye p’arastin…   Lêbelê evê girseya van p’eyv û têgehên erebî-îslamî nikaribûne di nava êzdîyan da p’eyv û têgehên r’esen ên xurû êzdîtî ji holê r’ake. Hê jî di nava êzdîyan da gelk ji wan peyvên r’esen hatine parastin – bi bingehîn jî di zargotina gelêrî da, di nava jîyana r’ojane da...  Em hema t’enê li van nav û têgehan binihêr’in, ên ku hê jî di nava êzdîyan da zêndî mane: Mêrê R’ojê, Yekê jorîn, Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê Şivavn, Gavanê Zerzan, Mamer’eşan, buhuşt, dojeh, firêşte, r’ewan. Em wisa jêdikarin nav û têgehên dinê yên pîroz binihêr’in. Eger ev ne navên xwedewandan û têgehên bawerîya êzdîtîyê ne, lê êdî çi ne?  Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan da hatibin guhar’tin, lê dîsa li ber ç’avan e, ku evana bingehên kevnar ên vê olê didin xuyan!   Û bi vî awahî, piştî r’êformên Şêx Adî hêdî-hêdî, bi berekê va p’eyvên xur’û k’urdî bi hemwat’eyên wan ên erebî tên guhar’tin. Em li van herdu k’omên p’ayvan binihêr’in:     yên k’urdî:           yên erebî: Xweda/ê                        Ellah, R’ebb, Xuliqellah, R’ebbilalem/R’ebê Alemê  r’ewan                     r’uh bihuşt                      cunnet r’aman                     fikir dojeh                        cehnime firêşte                       melek’/milyak’et ol                              dîn R’oj                          Şems bi hêvîya Xwedê      înşallah! …Êdî em di derbarê nexwendîtîya olî ya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li şûna drozgeyên ola êzdî bibêjin, heya ayet’ên Qurana pîroz dibêjin û haş jî pê nînin... (bi hûrbînî – di gotara “Êzdîtî”da). Ev, çi ku li jorê hate gotin, di derbarê r’ewşa êzdîyan a duh da bû. Lê îro? Îro, wek ku birayê hêja Newaf Mîro di gotara xwe ya “Êzdî çima wê peyvê bikar naynin?”da  dinivîse, ku “Bi hatina Ewropa re, êzdiya derfet hebûye, û pêre jî deng û rengê wan ji aliyê raya giştî û ji aliyê rewşenbîran ve hatiye dîtin û nasîn”,heya cîhekî r’aste. Lê t’enê heya cîhekî! Bi r’astî îro di Ewropayê da merc û derfet ji bo êzdîyan p’eyda bûne, gelek sazî, k’omele û navend hatine avakirin... Lê  p’ir’anîya wan  îro wan r’êform û guhar’tinan, ên ku Şêx Adî destpêkirine, k’urtir dikin, wan di nav gel da bêhtir belav dikin û bi wê yekê êzdîtîyê bêhtir ji bingeha xwe ya r’esen dûr dixin. Ango, wê pêk tînin, çi ku erk’dar û belavak’rên bîrûbawerîya Şêx Adî pêr’a negîhandibûne heya dawîyê pêk bînin... Dibe ku ji ber wê jî, lêger’îner û pispora ola êzdî û ya ji binemala p’îran Xanna Omerxalî di p’irtûka xweda dinivîse: “Ji bo ku êzdîtîbikaribe, hînî mercên dîrokî yên nû bibe, kesayetîya  Şêx Adî pêkera (faktora) sereke bûye. Û, her çiqas, bîrûbawerîya wî di k’arê r’êformkirina êzdîtîyê da r’oleke girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan  bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa ye...”     Lêger’înera hêja r’ast dibêje, bi r’astî jî, hinek êzdî, yên ku ji mêjva welatê xwe t’erikandine, û bîrûbawerîya Şêx Adî pêr’a negîhandibûye di nav wan da k’ûr bibe û li  ser r’uh û r’ewanê wan bibe desthilatdar, bi ç’avekî dinê li wan pêvajoyan dinihêr’in... Û, divê neyê jibîrkirin, ku ev jî ew êzdî ne, yên ku hinek pirîskên êzdîtîya r’esen hêjî di k’urahîya r’uh û r’ewanê xwe da hatine p’arastin.   Û, eger yekî di k’ûraya r’uh û r’ewanê wî da hinek ji wan pirîskên êzdîtîya r’esen hê jî zêndî mabin, wê ji bo wî balkêş be, k’a, gelo, dema Xanna Omerxalî dinivîse: “hînî mercên nû bûn”, – mabesta wê çi bûye?  Ew bi gotina: “r’êformkirina êzdîtîyê” û“r’ola giringtirîn   a bîrûbawerîya Şêx Adî” di wan r’êforman da, çi tê digihîje?  Mirov gotinên wê yên “... helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê Şêx Adî ne cûr’eyekî (yekawa) ye”çawa têbigihîje?  Helbet, ev pirsana hr’êtorîk in û bersîva wan di wan bi xwe da heye! Û li vir pirsek jî girînge, ku ew mirova wan tiştan dinivîse, ne t’enê di malbeta p’îrên êzdîyan da ç’avên xwe li cîhanê vekirine û mezin bûye, ewê wisa jî xwendina xwe li ser wê mijarê pêkanye, û ew p’irtûk jî berhema k’arê wê yê zanistî ye.  ...Mirov nikare heya dawîyê tê bigihîje! Hinek bawermendên êzdî zêde tê jî nagihîjin, k’a r’ol û cîhê Şêx Adî di nava ola êzdî da çi bûye û her t’enê wek dogmayekê dip’ejirînin.  Lê hinek jî dizanin, ku piştî hatina Şêx Adî û r’êformên wî ji r’engê  destpêkî yê êzdîtîya kezî û pîroz p’ir’kêm tişt maye, ku heya van demên dawîyê jî gelek kal û pîrên me digazinîn, ku ew qewl û beytên ku şêx dibêjin, ew bi xwe tê nagihîjin. Ay, lê gelek k’urdên meye misulman, yên  ku ji Başûr an R’ojavayê K’urdistanê hatine,  û xwendina wan bi erebî bûye, ewan tê digihîjin û dikarin bibêjin, k’a li k’îderê çi gotin hatine guhar’tin...  Û yeke dinê jî: van salên dawîyê stranek tê gotin – a “Şerfedîn e!..”. Û tiştê balk’êş jî li vir ew e, ku di stranê da tê gotin: “Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, dînê min e!...”. Min ku cara yekem ev strana bihîst, ez zendegirtî bûm û min xwest bizanibim, k’a ev çi ye, ji k’u tê.  Bi r’êya pêwendîyên xwe yên bi êzdîyên welêt, Ewropa û Sovêta berê r’a, ez pê  hesyam, ku ew stran di r’astîya xwe da weha bû ye: “Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, ji dînê min e!...”, ango, ne ku Şerfedîn bi xwe dîn e, lê ew ji dînê stranbêj e. Dîsa min ji oldarên şereza pirsî, k’a gelo di nava p’antêona ola êzdî da xwedavendek, an pîrozîyaeke wisa heye, kesekî nikaribû ji mi r’a bibêje, mak bike. Min dîsa di p’irtûka Xanna Omerxalî, ya ku min li jorê behsa wê kiribû, hilda û lê nihêr’î... Û di wê p’irtûkê da ferhenga t’êrmîn û navan heye, lê di wê da jî  ew nava nîne... Helbet, li vir hîç girîng jî nîne, k’a ew nava heye an – na. Ma berê ew hemû nav û têgehên erebî-îslamî di ola êzdî da hebûne? Helbet – na! Lê ew bi r’êya r’êformên Şêx Adî û pey wî r’a k’etine nava êzdîtîyê. Û ev nava jî dikare demeke hê derng, hinekên din anîbin... An ew di nava êzîdîyan, ne ku di nav êzdîyanda hebe (ji k’erema xwe, careke dinê baş bala xwe bidin van herdu p’eyvan!). Pirs di wê da ye îro hinekên di pirsên ola êzdî û bi giştî yên ezdazanîyê (t’êologîyê) da pêxas dibêjin: “Dînê min  Şerfedîn e, miletê min êzîdîye!” De were û xwe ji vê nezanî û nexwendîtîya olî bip’arêze... Êzdîyên belengaz jî, ev hezar û sêsed sal e înk’ar û qedexe bûne, dixwazin, çi dibe, bila bibe, navê wan bê bihîstin, ew êzdîdibe, êzîdîdibe, çi dibe, bila bibe, ferq nake! Û ewqas k’omele, sazî û navend hene, lê kesek bersîveke bi wat’e nade van, û r’êklamên ku di îtêrnêtê da ji navê êzîdîtîyêtê belavkirin, karê biêzîdîkirina êzdîyan didomînin... Û ya dawîyê: dibe ku hinekan êzîdîtîp’ejirandibin (ewên ku Abovyan behsa wan  dike, yên ku heya di nav erben da jî hene), wek ku mafê me nîne, em ji k’urdên sunnî, yên şiî, yên elewî, yên nexşbendî, yên xrîstîan û yên dinê r’a tiştekî bibêjin, wisa jî – ji wan r’a. Bila ew êzîdîbin. Heya eger di xwezayê da êzdîû êzdîtînemabe jî, yek e, ew êdî ne êzdîne...  Ya ku divê êzdîhevsa xwe jê bikin jî, ev e! Û eger hinek bixwazin wê ola pêşîyê xwe vejîyan bikin, divê ji bo wê k’arekî kêrhatî bikin, ne ku pêvajoya r’êformkirina êzdîtîyêvan r’ojên me da jî bidomînin... Û ji vir jî bersîva pirsa, gelo di vê r’ewşê da mirov dikare “Ne bihêle, ku “çawa dibe bila bibe”, ne jî bihêle, ku r’êya t’eribandinê “fireh bibe”.    Çavkanî: http://www.mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/mamoste-ezz-cewo-nivs-h2221.html