Kevirê zemên 07:14 26.09.2018    Payîza emrê wî bû êdî tê nedigehişt; em diherikî, bîranîn dihatin bîran, dengên ji zemanê berê yên bajêr di guhên wî de olan didan. Her tişt wisa bi lez dihêrikî û diguherî, çi bikira jî ew dîsa li paş dima. Ne digehişt vî zemanî ne jî digehişt bîranînan. Di nav qelebalixiya mirovan re derbasî aliyê dinî rê bû. Dengê simîtfiroş, viziniya çûyin û hatina wesaîtan, lavayên selpakfiroşên (nû) pîrejinan, sûretên ku her roj nijadek le ziyde dibû tevilî hev dibûn bihev re dibûn dengê nû yê bajarê berê. Ji her dera bajêr avahiyên ku ji estetikê misqalek jî nahewîne bilind dibûn lê ser sûretî vî bajarê qedîm wek deqekê datinî. Qada bajêr hey diçû hey qelbalixtir dibû, xwest zûtirîn demê de xwe li qada bajêr bi dûr bixe; bi gavên qasî hukmê xwe bilez meşiya, ta ku ji êşa pişt û çokên xwe hest kir, pê derxist ku demek dirêj e dimeşe.  Li ber deriyê tûtinfiroşekî sekinî bala xwe da vîtrîna dikanê: Her du aliyên vîtrinê jihev cûda hatibûn raxistin. Aliyê çepê refa li jorê bi nargîleyên curbicur hatibûn danîn; yên şûşe sayî, neqişandî, bi rengên kesk şîn mor û zer. Li refên binî nargîleyan jî qutî û kîsên tûtin,,tizbiyên reş qehweyî yên ji kevirên karûbar, gustîlên ji kevirên eqîq ,cûreyên qelûnan, heste, tûtin û amrûn nargîleyê û hwd. Bi dîwarê li rexê vitrînî ve kevalek dardakirîbû. di kevalê de du zilaman li mekanekî kevnare li dora sêpiyeke biçûk rûnîştîbûn nargîle dikişandin. Li ser herdû zilaman jî işligên spî, pantor û êlegên reş hebûn li serê wan jî şevqeyên sîperên wan li orta serî bilind kirî. Di ligên wan de qondireyên reş û paşiya wan bi aweyê şikandî xistibûn lingên xwe. Û di nav tiliyên wan de tizbî...  Bêhna wî tê ber, dema li ahenga keval û tiştên di vîtrînê de raxistî dinihêre. Dizivire aliyê din ê vîtrînê, çavên wî wekî çavên zarokekî ku bi pilîstokekê bikeve diçirûsîn. Bi rexê dîwêr yê din ve jî kevalek daliqandiye. Di wê kevalê de jinekê bi girêdana xwe ya rojhilatî nargîle dikişîne. Wî çavên xwe kutan kevalê; jina poz xizêm, çav bikil bi şarek sor a dora wê bi pûliyên birqonek xemilandî porê xwe heta orta serê xwe vekiriye. Sifetê wê tijî û lêvên wê têr bi goşt… Di guhên wê de guharên bi şirik heta ber gerdana wê daketine. Fistanekî gulgulê li bedena wê pêçiyayî, gulên fistên bi sîmên zer xemilandiye. Zendên wê bi bazinên zirav ên zîvînî yên pehn, badandî heta ber enîşkê qor bi qor. Di tiliya wê de gustîllekê bi qaşa sor.    Raxistina refên vîtrinî ne kêmî xweşikbûna wan her du kevalan e. Nargîleyên vî rexî jî têra xwe rengîn, qelûnên dirêj, qutiyên tûtinê yên bi rengên zêrîn, zîvîn û bi desenên cur be cur, kîsikên tûtinê yên çermîn û bi qumaşên qedîfe hetiyîn çêkirin…  Refên vîtrînê bi kêrsimên keç û bûkan ve jî bala wî dikişine; bazin, qolye, guhar, xilxal, gustîl, xizêmên ku ji kevirên rengîn, ji moriyen hûr û gir hatine çêkirin xweşikbûnek taybet daye vîtrînê. Ji nişkê ve xwe di nav zemanê cîhaneke efsûnî de dibîne: Heta niha min çima nargîle qe nekişandiye, çi kêmasiyeke mezin e dibêje xwe bi xwe û gava xwe ji şimûga dikanê re diavije hundir.  Firoşkar bi hatina kiriyarê nû re telefona di destê xwe de datîne ser dezgehê; kerem bikin we çi divê ezbenî!  Kiriyarê nû ango kaloyê ji xirecira bajêr reviyayî bi serê xwe nîşanî firoşkar dide ku ew dixwaze bi xwe çavekî li tiştan bigerîne  bala xwe dide tiştên di nava dîkanê de. Destên xwe geh divavêje bazinan geh diavêje qolyeyan. Ji vîtrînê çend bazin û gustîlan radike dixe nav destên xwe, di kefa destê xwe de dibe tîne, mist dide û dipirse: bihayê van çiqas e xorto? Firoşkar heta ji wî bê hêdî tevdigere û bi nermînî bersiva wî dide.  Xorto wisa dixûyê ku ez ê gelek tiştan bikirim ji dikana te, dibêje. Tiştên ku wî diecibandin bihayê wan dipirsî û datanî ser dezgehê, ji aliyekî ve jî bi desmala xwe eniya xwe ya xwudandayî paqij dikir. Carinan jî li ser kursiyê hesîr rûdinişt bêhne xwe vedida.  Ji bajêr gazin dikirin qala zemanê berê dikir ku wan deman ev bajarê qedîm çiqas xweşik bû, bi çiqas rengîn bû bi hunera ermen, rûm, arnewut hwd …  Bi atmosfera nava dikanê re hêdî hêdî  awirên wî nerm û aram bibûn.  Mixabin kurê min mixabin, go îro me hemû rengîniyên xwe ji dest dane, kesekî tu silavê li bidê nema ye. Rabû ser xwe û di nava dikanê de geriya. Her ku tiştekê nû bala wî dikişand dida nav destên xwe , di derheqê wan de pirs dipirsîn, bêyî ku bersiva xwe werbigire  bi nava çîrokeke din diçû behsa zemanê xwe yî berê dikir.  Firoşkar hem ji ber çîrokên ku wî vedigotin hem jî ji ber tişten ku bo kirinî wî danibûn ser dezgehê kêfxweş bû. Gelo ez jî nargîleyê bikişînim digot di ber xwe de û bihayên nargîleyan dipirsî. Qelûnek ji danî ser dezgehê û axaftina xwe didomand: zanî min jî zemanekî pir qelûn kişand. Ji ber ku niha min dikuxikî ne ez zêde hewsiya xwe pê nayînim êdî, lê çi bikim kefa min pir ji vê qelûnê re hat. Di navberê de ku dest diavêt tiştekî din gotina xwe ji bîr dikir dest bi çîrokeke dinê dikir.  Firoşkar hewl dida ku çend pirsan jê bipirse lê wî derfeta pirsînê nedida û tim ji jiyana xwe ji zemanê xwe çîrok û çîvenok vedigotin. Tê bigota qey dixwaze tiştekî aîdî zemanê xwe yî berê di vê dîkanê de bibîne!   Li wan tiştê ku danibûn ser dezgehê temaşe dikir. Bi şabûneke zarokane gelek tiştên xweşik in digot, û yeko yeko bihayên wan dipirsî. piştî ku firoşkar bihayê wan ji wî re got! Go hedî xorto hêdî biaxife, ez êdî kal im, em mirovên kal ji zûaxaftinê aciz in, çimkî ew emrekî zû derbasbûyî dixe bîra me, hedî lo hêdî, eceleya zemên tunê… Di vê navê de kîjan dem bû, naye zanîn çiqas dem derbas bû! ji xortê firoşkar tika kir ku tiştên wî hilbijartine ji wî re bide hev,  pakêt ke û qelenê wan jê re bêje.  Firoşkar hewl da ku wan tiştan pakêt bike; çend kesên din ketin dîkanê bi bayê lezê bihayê çend tiştan pirsin. Kalepîr kursiya hesîr kişand bin xwe li ser rûnişt, go ya min ecela min tune tu bi kiriyarên nû hatî re eleqeder bibe.  Firoşkar daxwaza kiriyarên eceleya wan heyî pêk anî û zivirî ser kalo lê ne kalo li cihê xwe bû ne jî tiştên wî hilbijartî li ser dezgehê xuya dikirin…  Di dîkanê de bêyî wî ne ins hebû ne jî cin…  Çavên xwe berdan vîtrînan her tiştê wî bi rêk û pêk li cihê xwe bû, ne tiştek livî bû ne jî kêm bûbû. Ku derbasî paş dezgehê bû nihêrî hê pereyên kiriyarên leza wan heyî nexistine kîsê xwe, dema destê xwe avêt pereyan ku bixe kîsê xwe dît tiştekî hişk di nav de ye! ew tişt ji nav pereyan derxist dît kevirekî şima kirî birqonek e. Ku da ser kefa destê xwe, ji xeybê de dengek hatê: ‘kevirê zemên).