Doza gundê Kelhokê 05:03 10.10.2018 Îbrahîm Osman Kelhok, gundek ji wan gundê xaltaniyê, ê herêma Bişêryê ye.    Dîroka Kelhokê û niştecihên Kelhokê, ji a komara Tirk û mahkimeyên wê kevintir e.    Kurdên misilmankirî li gundê Kelhokê asêbûne, gund dagirkirine û rê nadin ku xwediyên gund vegerin gundê xwe ser axa bav û kalên xwe.    Gundiyên Kelhokê, şeş sal berê gilî li wan kesên ku gundê wan dagirkirine kirin û serî li mahkemeyê dan.  Di pêvajoya şeş salan de, çend dozên gundê Kelhokê hatin dîtin, di tevan de xwediyên gund mafdar û xwedî heq hatin dîtin.    Lê hêzên dewletê bi çepilê dagirkeran negirt û ew ji gund dernexistin. Biryarên mahkemeyan her li hewa man. Mahkemeya herî dawî serê vê mehê çêbû. Mahkimê biryara ku“Gelek wext di ser dozê re derbas bûye“ da û pişta ên gund dagirkirine girt.   Ez wekî şexs, li hemberî vê biryara mahkimê şaş û matmayî nemam. Ji xwe a dihate payin ji xwe ev bû. Eger li ciyekî diz û hakim şirîkbin, helbet biryarke din dernakeve.   Ev doz helbet wê li vêderê neqede. Xwediyên gund wê bi hemû rê û rêbazan doza mafê xwe bikin ku vegerin gundê xwe.    Dibi ku li gorî biryara mahkemake sexte Kelhokiyan îro heqê xwe wendakiribe. Lê rastî ew e ku; roja kurd hatin musilmankirin, roja ku kurdan dest ji qewmiyeta xwe berdan, dan pê ometê, şûr û Qurana Erban xistin destê xwe ji bo Ereban û Osmaniyan şûr hejandin, aha wê rojê doza Kelhokê hate wendakirin.   Mersele ne Kelhoke, na. Mersele tev Êzîdîtiye. Êzîdî bêkes û bêxwedîne. Lewma çavê kurdên musilmankirî li mal û milkê Êzîdiya ye. Li gorî quranê, Êzîdî“Kafirin“, xwarina malê wan helal e. Ji ber wê ye, mîna teyrên kelaxan li ser serê Êzîdiyan dicivin.   Ji xwe dewlet hewil dede, wekî Ermenîyan, Grekan, Asûrî-Sûryaniyan, Êzîdiyan jî ji vê axê paqij bike, Êzîdiyan bê kok û bê dírok bike. Divê ez bibêjim, Kurdên musilmankirî ên  qenc ên xwe û rastiya xwe naskirî jî hene helbet, lê ew jî bê hêzin. Tiştek ji destê wan nayê ku li Êzîdiyan xwedî derkevin.   Eva bû şanzdeh qurn, Êzîdî ji sedema ola xwe têne kuştin, mal û milkên wan tên talankirin û tu kes qîrîn û hawara wan nabihîze.   Careke din diyar dibe ku li vê dinyaya ku hinek ketin dewsa Xwedê û hinekan xwe kirine kefîlê Xwedê, a xwe dide axaftin ne xwedî mafbûne, berovajî vê, bi hêzbûne.   Li ser rûyê vê dinyayê, her  kes bi qasî hêza xwe xwedî mafê axaftinê ye.   10.10.18