Kufr û zilm
Kufr û zilm Gelo, serdema ku nivîskar û rewşenbîrén qewmé jérdest, én ku waré wan parî parî, axa wan bi postalén reş û palétén tenqan rûhebeş her bihust wekî qajik té
cûtin; daqulî qevirekî bibin û di dagirkerén xwe werbikin, li paş ma? Wan rojén ku zarokén keviravéj ji ber téwerkirina kevirekî di siwareya polisan, ji héla ‘dadgerén’
dadgehé ve wekî ‘terorîst’ hatin dîtin û sal li wan hate birrîn, di vé qunciké de min bangek kiribû, ku li tevî dé û bavan her kes dakeve kolanan; kevirekî peyda nekin jî, daqûlî
zixurekî bibin û tepizkî bavéjin hézén ku di her xwepéşandané de dikin ku çavén qewmekî, ji ber bombeyén xazé bibe serkaniya hésran… Sed heyf; li tevî dozgerén ku weşana kurdî peyv
bi peyv dişopînin, kesekî negotibû ‘ ew é han çi dibéje’? Tiştekî sembolîk be jî; té gotin, ku Edward Seîd di dema ku zarokén întîfadayé, ‘generalén biçûk’ én Yaser Arafat ku li
artéşa dagirkerén xwe mîna ‘teyren ebabîlen’ hatibûn xezebé, di seredaneké de wî jî rahiştibû kevirekî û avétibû bi héla Îsraîl ve! Kevirek kare çi bike ji hézedesthelatén dagirker
én mîna eyloyekî baskreş welatek xistibin bin per û baskén xwe, li ser termé axa wî bûbin teyrén berete?! Lé kevirek, kevirekî ku ji desté rewşenbîrekî
derkeve û seré polisekî bişikîne, bawer im bi qasî tékbirina arteşekî di qada şer de, dé kartéker û xwedî bandor bûya li ser raya giştî a hundirîn û a derveyî… Dîsa jî, kevir-nameya
ku ji desté romannûsa héjayî rézé Oya Baydar deketî, héjayî bû ku nivîskarén kurd jî bi ‘kevirén’ peyva kurdî dikarîbûn bibin keviravéj! Baydar, bi nameyeké be jî ‘kevirekî’ di
serokwezîr û desthlata îroyîn werdike, ji ber newérekiya wan a dibiwaré çareserkirna pirsa sereke,pirsa kurd de! Li gorî wé jî, rayedarén ku 80-90 sal in bi
tirsa ku dé welaté wan dé were peçekirin, di her delîveyé de- digel ku tégehén wekî demokrasîyé, mafé mirovan, dewleta dadwer-wekî qajikekî pûç dicûn- ji bedéla ku nexşeriyeké
deynin ber xwe û li ser maseyeké li gel kurdan rûnin; wekî her hikumeta rişmé desthelaté xiste destén xwe, ev hikumet jî dixwaze di heman dolabé de heman résî bigerîne… Ji
roja ku Tevgera Azadiyé biryar da ku di qada demokratîk vala nehéle, û ‘pirsé’ bi riya parlamenterén hilbijartî hilgire parlamentoyé û bi vir de, çi hate guhertin? Wé demé
jî – heta ku li péşberî çavén dinyayé parlamenterén kurd xistin erebeyén toros û beré wan bidin zîndanan- di her bernameyé de pirsek ji wan dihat kirin: PKK terorist e, an
na? Êéé…niha? Niha jî – bi taybetî gotinén serokwezîr én di şîvdayîna malbatén şehîdan de, ‘yén ku vebirkeké/mesafeyeké nexin navbera xwe hinén din (ji mesafeyé mebest PKK
û Parlamenterén Eniya Kedé ne- dé bi tişta kul i héviyé ne rûbirû bibin’; ma ne wekî pirsa berî niha bi 20 salan ku ji parmenteran dihat kirin e? Di demeke ku piştî
hilbijartina de herkes li héyî bû ku bayé şer raweste, yé hénik hénik nesîmî pél bi pél biwirwire, serokwezîré ku serokerkan kir ‘kizîré’ milé xwe yé rasté, wisa dixuye ku dixwaze
rahije rişmé hespa ereba şer û ew bajo, ew tékeve ber: Piştî Remezané Xweda ji me û wan re mezin e! Eşhedûbilleh, Xweda mezin e. Xwedayé mezin zane kî zalim e kî mezlûm e? Û Xweda,
ji zaliman béhtir yé mazlûman e, bawermendé Xweda! Peyva péşiyén ereban a ku hinek dibéjin peyva Nebî ye, bînim bîra te: El kufr yiddewim, zilm mayidewim!* *kufr didome,zilm nadome!
17/08/2011/A.Arî
Komelgerî û şairtî?
Komela ku 2004ê hate damezrandin, ji ber serok û endamên rêveberiyê ên ku nekarîn peyvira xwe werînin cih, û wekî din ne di asta temsîliyet û temsîlkirinê de bûn (ev baweriya min
e), her ku çû wisa bû ku navê komelê û pê re jî asta nivîskariyê di çavên civatê de sernişûv bibe, were xwarê.