1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Çîroka 'Lêgerîn' a 600 hefteyan
Çîroka 'Lêgerîn' a 600 hefteyan,çîroka,lêgerîn,a,600,hefteyan

Çîroka 'Lêgerîn' a 600 hefteyan

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Wênekêş Nursen Bîlgîn Kadayifçioglu bi xebata xwe ya bi navê "Lêgerîn" jiyana Dayika Şemiyê Hamin Tosun ku ev 600 hefte ye bêrawestan li aqûbeta hevjînê xwe Fehmî Tosun digere vegot.

Wênekêş Nursen Bîlgîn Kadayifçioglu bi xebata xwe ya bi navê "Lêgerîn" jiyana Dayika Şemiyê Hamin Tosun ku ev 600 hefteye bêrawestan li Qada Garatasarayê li aqûbeta hevjînê xwe Fehmî Tosun digere vegot. Kadayifçioglu ji bo xebata xwe 25 wêneyan dayika Tosun ku xwarinê çêdike, li derve digere, dema diçe çalakiya Dayikên Şemiyê û tê û gelek bîranînên wê kişandin.

Kadayifçioglu, diyar kir ku civakek ku ev 600 hefteye li aqûbeta xizmên xwe yên winda digerin heye û wiha got: "Di nava wan de zarokên 10-11 salî jî hene. Ligel vana jî bi milyonan kesên ku dibêjin 'ma tiştên wiha dibin hene' hene. Ez wekî dayîkek û belgewarek ji bo min dengê wan dana bihîstin peywireke mirovahiyê ye. Ji ber wê min xebatek wiha da destpêkirin. Dema min bi dayika Tosun re ev xebata da meşandin min dît ku birînek ku her tim amadeye ku xwîn jê bê di dilê dayikê de heye. Em bûn şahidê êş û lêgerîna dayika Tosun. Ez carekdin bûn heyranê Dayikên Şemiyê."

Kadayifçioglu, anî ziman ku Tosun xwedî kesayetiyek birûmete û wiha pêde çû: "Tosun heskirina hemû Dayikên Şemiyê û hevalên xwe yên xebatê qezenc kiriye. Dema min armanca xebata xwe jê re vegot, bi kenekê ji dil cîhana xwe ji min re vekir. Piştî çîroka Tosun bi sedan çîrokên ku bên vegotin hene. Divê hemû mirovahî van çîrokan bibihîsin."

Hanim Tosun, di sala 1964'an de li gundê Licok ê navçeya Licêya Amedê ji dayik bûye. Di wê demê de ji ber ku zarokên keç nedişandin dibastanê jiyana Tosun bi karê malê û komkirina titûnê derbas kir. Hêj li gund bû di 16 saliya xwe de bi zorê bi Fehmî Tosun re hat zewicandin. Babê Tosun di sala 1990'î de dema gund hat şewitandin li hemberî leşkeran rabû hat qetilkirin. Ji ber bûyerên hatin jiyîn Tosun bi 5 zarokên xwe re koçî Amedê kir. Di sala 1991'an de hevjînê Tosun hat binçavkirin, piştî 3 salan serbest hat berdan û vê carê jî koçî Stenbolê kirin. Di 18'ê Cotmeha 1995'an de hevjînê Tosun Fehmî Tosun hat binçavkirin û di bin çavan de hat windakirin. Têkoşîna Tosun li vir destpê kir. Tosun ji bo hevjînê xwe bibîne serî li gelek cihan da lê tu encam bidest nexist.

Tosun ji wê salê heta niha di destê wê de wêneYê hevjînê wê bi zarokên xwe re her hefte li aqûbeta hevjînê xwe digere. Tosun ji bo li zarokên xwe binêre kar dike, ji bo xwendin û nivîsandinê fêr bibe di sala 1996'an de çû kursên ziman ên ji aliyê HADEP'ê ve li Avcilarê hatibû vekirin û fêrî xwendin û nivîsandinê dibe.

Tosun, xebatên wekî Endama Lijneya Rêvberriya ÎHD'ê, di sala 1997'an de di beşa jinan a HADEP'ê de, di sala 2001'an de cihê xwe di nava avakarên YAKAYDER'ê de girt, dan meşandin. Tosun, hêjî aqûbeta hevjînê xwe û kesên di bin çavan de hatine windakirin dipirse.

(mb)