1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Çand, jin û civak
Çand, jin û civak,çand,jin,û,civak

Çand, jin û civak

A+ A-

AMED (DÎHA) - Dema ku mirov diçe taxa Fiskaya ya navçeya Sura Amedê di her quçeyekê de rastî komeke jinan û dilgermiya wan tê.

Ji dîrokê heya niha li Kurdistanê di nava çand û civaka kurd de hevparî û parvekirina jinan rengeke herî mezin dide jiyanê û ji ber ku jiyan wateya xwe ji hevparî û parvekirinê dewletmed dibe. Berî ku welatî li gundan dijiyan çanda civakî hakîmî jiyanê bû. Lê pîstî di salên 90'an de bi koçberiya bizorî bi hazaran welatî berên xwe dan nava bajaran. Bi pêşeketina avahiyên mezin her ku diçe hevpariya di nava civakê de tune dibe.

Lê ev çanda civakî li hemberî hemû zordariyan li taxên ku malbatên xizan û xaniyên mustekîl de dijîn xwezaya çanda civakê tê parastin. Jinên ku li taxên xwe tendur çêkirin û nan dipêjin heya ku nan tê patin li cem hev rûdinên û derdên xwe ji hev re par vedikin. Dema ku mirov diçe taxa Fiskaya ya navçeya Sura Amedê di her quçeyekê de rastî komek jinan û dilgermiya wan tê.

(zf/bd)


Bêjeyên Miftehî