1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Çapemeniya Efxanistanê behsa tekoşîna jina kurd dike
Çapemeniya Efxanistanê behsa tekoşîna jina kurd dike,çapemeniya,efxanistanê,behsa,tekoşîna,jina,kurd,dike

Çapemeniya Efxanistanê behsa tekoşîna jina kurd dike

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS

Çapemeniya aliyên demokrat ên Efxanistanê rojane cihek taybe dide berxwedanî û tekoşîna gelê kurd li tevahiya Kurdistanê. Sîteya partiya Hembestigî vê carê jî cih da jiyana rojnamevana kurd Denîz Firat û wiha nivîsî: ‘Rojnamevana ku serê xwe danî ser rêya azadiyê.’

Li Efxanistanê li gel zextên rejîma heyî û komên radîkal ên Îslamî gelek tevger û aliyên demokrat hene ku ji bo Efxanistanek demokratîk û azad tekoşînê dikin. Yek ji wan jî partiya Hembestigî ye ku pêşengtiya gelek xwepêşandan û nerazîbûnên gelê Efxanistanê dike. Di dema berxwedana Kobanê de yekem car li Efxanistanê bi pêşengiya partiya Hembestigî ji bo piştgiriya Kobanê çalakî hatin lidarxistin.

Berxwedana gelê kurd bi taybet tekoşîna jina kurd

Seroka partiya Hembestigî(Yekîtî) Selay Xefar di hevpeyvîna xwe ya heftiya bihorî ji RojNews re ragihand ku çapemeniya dewleta Efxanistanê cih nade berxwedaniya gelê kurd bi taybet li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê û heta herî zêde propagandaya dewleta Tirk û Erdogan dike. Çapemeniya partiya Hembestigî û derdorên demokratîk rojane cihek berfireh didin tekoşîn û berxwedaniya gelê kurd bi taybet tekoşîna jina kurd.

Cih da jiyana Denîz Firat

Partiya Hembestigî di sîteya xwe ya fermî de îro cih da jiyana rojnamevana kurd a şoreşger Denîz Firat. Sîte bi ser nava ‘Leyla Yildizhan, rojnamevana ku serê xwe danî ser rêya azadiyê’ behsa jiyan û tekoşîna Denîz Firat dike. Sîte balê dikşîne ser vê yekê ku Leyla ji ber zext û zoriyên dewleta Tirk û ji ber fikrên xwe yên azadîxwaz mala wan tê şewitandin û ji Bakûrê Kurdistanê derdikevin û koçber dibin û wiha berdewam dike: “Denîz dema zarokatiya xwe di reva ji zilm û zoriya dewletê û ciwaniya xwe jî di nav tekoşîna li dijî wan de derbas kir.”

Sîte cih dide tekoşîna Denîz Firat a wek rojnamevan û şoreşgereke di nav refên azadiyê de û wiha behsa şehadeta Denîz Firat dike: “Bi caran ji bo kanalên alîgirên tekoşîna kurd rojnamevantî kir. Di 8’ê Tebaxa 2014’an di dema şerê bi DAIŞ’ê re ku rojnamevantî dikir li Mexmûrê parçeyên hewanê lê ket û jiyana xwe jidest da.”

Gotinên dayika Denîz Firat

Sîte herwiha behsa gotinên dayika Denîz Firat di merasima cenazeyê wê dike û wiha dinivîse: “Di merasima Denîz a li Qendîlê de dayika vê jina tekoşer ku sê keçên wê yên din jî di dema tekoşîna de jiyana xwe jidest dane, got: ‘Min keça xwe Binefş li Zapê, Sariya li Metîna, Delîl li Zelê û Denîz jî li Mexmûrê di dema tekoşîna ji bo azadiyê de wenda kir. Dîsa jî em wek malbat amadene di vê rêkê de canê xwe feda bikin.’

Sîteya Hembestigî beriya niha jî cihek berfireh dibû berxwedana jina kurd li Kobanê û Rojava bi sernavê ‘Em ji keçên berxwedêr û welatparêz fêr bibin.’ Herwiha cihek berfireh da tevlîbûna kesên ji netewên din di nava YPG’ê de.

Piştî ku dewleta Tirk bi hovane li Bakûr dest bi êrîşan kir jî dîsa cihek ji berxwedana ji Bakûr re jî hat dayîn. Bi taybet hovîtiya dewleta Tirk li hember gerîlaya jin Ekîn Wan bi ser navê ‘Leşkerên Tirk dest avêtin jina şoreşger a kurd’

http://www.hambastagi.org/new/fa/news-with-photo/1429-layla-yildizhan.html

(ge)