1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Çemê Miksê dê ji HES'ê re bikin qurban
Çemê Miksê dê ji HES'ê re bikin qurban,çemê,miksê,dê,ji,hes,ê,re,bikin,qurban

Çemê Miksê dê ji HES'ê re bikin qurban

A+ A-

MEHMET DURSUN

WAN (DÎHA) - Li ser Çemê Miksê li navçeya Miksê ya Wanê û basekî Çemê Dîcleyê ye dê HES bê çêkirin. Paksu Enerjî A.Ş. li ser çem dê Beşîk Regulator û projeya HES'ê çêbike. Heke proje bikeve jiyanê dê Çemê Miksê bê qetilkirin û ligel wê xwezaya navçeyê jî dê bê qetilkirin.

Bi salane li ser erdnîgariya Kurdistanê komkujiyên xwezayê pêk tên û pêşiya wan nayê girtin. Dewlet di bin navê "polîtîkayên ewlehiyê" de li her derê bendav û HES'an çêdike û li wan yeke din tê zêdekirin. Ji wan HES'an yek jî li navçeya Miksê ya Wanê tê çêkirin. Tê hedefkirin ku li ser Çemê Miksê yê bi navçeyê re bûye yêk û bi ava paqij tê zanîn HES bê çêkirin û bi vê yêk çem hişk bikin û talan bikin. Paksu Enerjî A.Ş. dixwaze li ser çem Beşîk Regulatoru û HES'ê çêbike û bi vê yêkê çem hişk bike û komkujiya xwezayê pêk bîne.

Di çarçoveya projeyê de dê tesîsa şikandin, bêjandin, şuştin û santrala betona amade dê xwezaya navçeyê bê talankirin û ligel vê yekê zîndewarên li di çem de dê bên tunekirin. Welatiyên navçeyê yên li dijî projeyê derdikevin jî diyar kirin ku ew destûrê nadin HES bê çêkirin û xwezayê pêşkêşî derdorên sermayeyê bikin.

(bd/wk)