1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÇGD'ê rapora binpêkirina mafê çapemeniyê aşkeri kir
ÇGD'ê rapora binpêkirina mafê çapemeniyê aşkeri kir,çgd,ê,rapora,binpêkirina,mafê,çapemeniyê,aşkeri,kir

ÇGD'ê rapora binpêkirina mafê çapemeniyê aşkeri kir

Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) rapora 3 mehên dawî ya binpêkirina mafên çapemeniyê aşkere kir

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) rapora 3 mehên dawî ya binpêkirina mafên çapemeniyê aşkere kir. ÇGD'ê di raporêde diyar kir ku zextên li dijî çapemeniya azad gihişt asta herî jor.

Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ya Enqereyê têkildarî êrîşên li hemberî çapemeniyê yên 3 mehên dawî li avahiya Yekitiya Mûlkiyelîyan a Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anî. Daxûyanî ji aliyê Endama Komeleya Rojnamegerên Hemdem Çinar Lîvane Ozer ve hat xwendin. Ozer bal kişand ser êrîşên ku di serdema OHAL’ê de li dijî apemeniyê tên kirin û got herî zêde rojnameger dibin hedef.

‘Rojnamegerên ku hikûmetê rexne dikin dibin hedef’

Ozer da zanîn ku çapemeniya mûxalîf û kurd ji ber ku hikûmetê rexne dikin dibin hedef û wiha axivî: “Wekî tê zanîn bi taybet piştî îlankirina OHAL’ê gelek rojnamger hatin binçavkrin û girtin. Em sedema van êrîşan baş dizanin. Dema ku mirov dibêje rojnamegerî mafê gel tê bîra mirov. Lê rojnamgerên ku mafê mirovan diparêzin û hikûmetê rexne dikin tên girtin, binçavkirin. Girtin û binçavkirina rojnamgeran jî vê tabloya Tirkiyeyê bi awayekî zelal derdixe ber bi çavan.”

‘Fikrên azad hatin qetilkirin’

Ozer diyar ki ku piştî OHAL’ê hikûmet li hemberî çapemeniya mûxalîf bi awayekî sîstematîk tevdgere û wiha berdewam kir: “Hikûmet dixwaze fikrên cûda qut bike. Binêrin piştî îlankirina OHAL’ê li hemberî civakê darbeyek siyasî pêk hat. Azadiya fikir, îfade, çapemenî û weşangeriyê ji aliyê hikûmetê ve hat qetilkirin. Gelek rojname, radyo, kovar û televîzyon ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hat girtin û mafê wan hat gaspkirin.”

Ozer bîlançoya 3 mehan a ku li hemberî çapemeniyê pêk hat wiha aşkera kir:

* Rojnamgerekê jiyana xwe ji dest da.

* 6 rojnameger hatin derbkirin.

* 184 rxebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin.

* 56 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin.

* 6 rojnameger hedef hatin girtin û tehdît kirin.

* Der barê 8 nûçeyan de qedexeya weşanê hat dayîn.

* Der barê 2 bûyeran de qedexeya weşangeriyê hat dayîn.

* 6 sîteyên nûçeyan hatin qedexekirin.

* 2 sîteyên nûçeyan hatin girtin.

* 24 lîsansên weşana hatin îptalkirin.

* Der harê 2 rojnameyan de qedexeya derxistinê hat dayîn.

* 116 saziyên weşanê hatin girtin.

* 29 navendên weşanê û belavkariyuê hatin girtin.

* Belavkariya Kovarek Mîzahê hat qedexekirin.

* 3 navendên çapemeniyê rastî êrîşa polîsan hatin.

* Der barê 22 rojnamegeran de doz û lêpirsîn hatin vekirin.

* 6 lêpirsîn û dozên nû hatin vekirin.

* 866 rojnamger bê kar man.

* 620 qartên zer ên rojnamgeran û 32 qartên rojnamgeran ên parlementoyê hatin îptalkirin.

(fd/mae)