1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Êzidiyên Ermenîstanê jî ji bo Şengaliyan ketin nava seferberiyê
Êzidiyên Ermenîstanê jî ji bo Şengaliyan ketin nava seferberiyê,êzidiyên,ermenîstanê,jî,ji,bo,şengaliyan,ketin,nava,seferberiyê

Êzidiyên Ermenîstanê jî ji bo Şengaliyan ketin nava seferberiyê

A+ A-

ÊLIH (DÎHA) – Piştgiriyek watedar ji bo Şengaliyan ji êzidiyên li Ermenîstanê dimînin hat. Êzidiyên Ermenîstanê ji bo Şengaliyan 30 kon û 12 kolî kinc berhevkirin û anîn Êlihê.

Piştgiriyek watedar jî ji bo welatiyên êzidî yên ji ber êrîşên hovene yên çeteyên DAIŞ’ê koçber bûne, ji êzidiyên Ermenîstanê dimînin hat. Êzidiyên Ermenîstanê di nav hev de alîkarî ji bo Şengaliyan berhevkirin û anîn Êlihê. Li ser navê êzidiyên Ermenîstanê komek 6 ciwanan pêk alîkarî anîn Êlihê. Alîkariya êzidiyên Ermenîstanê ji 30 kon û 12 kolî kinc pêk tê û anîn teslîmî konê piştgiriya bi Rojava, Şengal û Mexmûrê ya li Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Êlihê hatiye vedan kirin.

Li ser navê êzidiyên Ermenîstanê têkildarî piştgiriya ji bo Şengaliya berhev kirine ciwanê bi navê Borîs Murazî axivî û diyar kir ku ji bo jiyankirina Şengaliyan ew kon û kinc fikirîne û got ku her konê anîne gelek kes dikarin di bin de bistar bibin. Murazî, da zanîn ku pêwîste êzidiyên li derveyî welat bêtir alîkariyek mezin berhev bikin û banga xwedîderketina bi êzidiyan re ya piştgiriyê kir.

(bg/bd)