1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ÎHD: Di 348 gorên tomerî de 4 hezar û 201 kes hene
ÎHD: Di 348 gorên tomerî de 4 hezar û 201 kes hene,îhd,di,348,gorên,tomerî,de,4,hezar,û,201,kes,hene

ÎHD: Di 348 gorên tomerî de 4 hezar û 201 kes hene

A+ A-

AMED (DÎHA) - ÎHD'a Amedê "Rapora Gorên Tomerî" piştî 3 salan rojane kir û bi raya giştî re parve kir. Di daneyên raporê de li gorî 2011'an hejmara gorên tomerî yên hatine vekirin zêde bûne û di lêkolînên 25 bajaran de di 348 gorên tomerî de 4 hezar û 201 kes hene.

ÎHD'a Amedê "Rapora Gorên Tomerê" ya di 2011'an de amadekiribû rojane kir û bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve ji raya giştî re par ve kir. Di daxuyaniya li ÎHD'a Amedê hate dayîn de nexşeriye di malperê de jî bi dîtbarî hate nasandin. Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî metna ku hate amadekirin xwend û diyar kir ku di nava 3 salên derbasbûyî de bi agahiyên nû rapor ji nû ve rojane kirine. Bîlîcî ev tişt anî ziman: "Bi taybetî ev şerê ku 30 sal in berdewam dike bi xwe re texrîbateke mezin jî anî. Winda, kuştinên kiryar nediyar, gorên tomerî texrîbatên şenber ên vê yekê ne. Ev bangên ku hemû hatine kirin jî ligel kampan û serlêdanên sûc ji bo ku dewlet aqûbeta wan windayan derxîne holê tu xebatek nekir. Serlêdanên sûc bê bersiv man, serlêdanên ji bo vekirina gorên tomerî bêbersiv man yan jî gor li gorî usulê nehatin vekirin."

Ji 1915'an heta niha qatlîam didomin

Bîlîcî yû ku nirxandina "Qatlîamên salên borî, pevçûn, kuştinên sivîlan, pêkanînên li dijî mirovên bêguneh êdî rewşeke ku nikare bê veşartin li pêşberî me ne" kir ev tişt anî ziman: "Sivîlên ku hatin binçavkirin û hatin windakirin, mirovên di pevçûnan de hatin kuştin, li gorên tomerî û li ereziyan tên derxistin. Ji komkujiya ermenan a di 195'an heta niha gelek komkujî hatine kirin û li dijî van bi wêrekî hevrûbûnek jî nîn e."

'Heqîqet yek e'

Bîlîcî anî ziman ku armanca wan a rojanekirina raporê ji bo gorên tomerî bihistiyariyek avakirin e û ji bo hevrûbûna paşerojê sûdeke bikin û bal kişand li ser girîngiya heqîqet û hevrûbûna paşerojê re. Bîlîcî wiha got: "Lê heqîqeta ku em dixwazin bigihijîn ji bo dewletê bûye 'kaboseke' tu caran naxwaze bê dîtin e. Lê hevrûbûna bi poşerojê re û derxistina heqîqetê ji bo mexdûran mafeke jêneger e. Carna bi riya tezminat û telafiyê tê xwestin li ser darizandinin bigirin. Li aliyê din jî gelek caran bi mexdûran re hevrûbûnek pêk tê lê heqîqetên der barê kiryaran de nayê derxistin. An jî kiryar tên derxistin lê tiştên ku mexdûr dijîn nayên xwestin bê dîtin. Ev tên wateya parçekirina heqîqetê. Lê heqîqet yek e, tevahî ye, hem têkîldarî kiryaran hem jî divê tiştên muxdûr dijîn bên derxistin."

Bîlîcî diyar kir ku di raporê de windahiyên sivîlan û pêkanînên li hemberî welatiyên sîvîl pêk hatin cih nedanê û di şerê 30 salan de hiqûqa şer jî hate binpêkirin û divê ev yekê bê dîtin û wiha got: "Di şerê li dijî PKK'ê de mîlîtan sax hatin girtin û hatin înfazkirin, kesên bi komî hatin înfazkirin bi komî hatin definkirin, guh, tîlî û pozên hinekan jê hatin kirin, îşkence li cenazeyan kirin, îdîayên çekên kîmyevî hatin bikaranîn û gelek bûyerên wisa pêk hatin. Ev hovîtiyên pêk hatin hem li dijî Hiqûq Şer a Cenevreyê, hem jî dijî rêgezên mafên mirovan bûn. Di nava polîs û leşkeran de rêxistinên çete yên weke JÎTEM, cerdevan, hîzbûllah hatin avakirin, Berpirsiyarên hemû pêkanîna yê yêkemîn ev in. Gelek sûcê berê hatin kirin îro li hemberî talukeya demboriyê ne. Ev yêk jî tê vê wateyê; Sûcên 20 sal derbaskirin dê ji dewreyê derkevin û gelek sûcdar dê bê ceza bimînin. Lê hemû sûcên me anîn ziman 'Sûcên li hemberî mirovaniyê hatin kirin in'"

Daxwaz

Bîlîcî têkildarî gorên komî de daxwaz wiha rêz kirin:

* Ji bo paşrojê re rû bi rûbên û lêkoîna heqîqetan, divê "Komîsyona Lêkolînên Heqîqatê" ya bêalî û bi bawer bê avakirin. Komîsyon di çaroveya zagonan de bên rayekirin û ji bo xebatên wan hemû hêsan pêk bên.

* Divê Tirkiye "Peymana Navneteweyî ya ji bo Hemû Kes li hemberî Windakirina Bi Zorê bên Parastin a YN'ê" îmza bike û pêdiviyên peymanê bi cih bîne.

* Divê sûcên berê ji aliyê rayedarên dewletê û rêxistinên cuda yên di nava dewletê de kirin weke "Sûcên li hemberî mirovahiyê hatin kirin" bên nirxandin û ji bo ev sûc derborî nebin û kiryar bê ceza nemînin.

* Ji bo xebatên nasnemayên gorên komî bi yekîneyên pispor û serbixe xebat bên kirin û rêbazên navneteweyî yên zanist pêk bên û zanîngehan tevlî xebatan bikin.

* Cenazeyên di goran de derdixin tenê tesbîta nasnameyan na sedema mirinê jî bê diyarkirin û binpêkirinên mafên mirovan bên tesbîtkirin. Ji bo lêgerîna windayan û vekirina goran divê Protokola Otopsî ya Mînnesoa û standarên navneteweyî pêk bên. Divê pêşiya vekirina goran a bi wesayîtên kar pêk tên û delîlan ji holê radike bê girtin.

* Divê ji bo vekirina goran teknîkên arkeolojîk bên bikaranîn û di dema vekirina goran de delîlên biyolojîk bên komkirin û ji bo vê yêkê jî divê pisporên tipa edlî bên peywirdarkirin. Divê li cihên îdîaya gorên komî heye bên parastin û heya tên vekirin. Li ser wan bê girtin, pêşiya pêkanînên weke înşat, çêkirina rê û pêkanînên din bê parastin.

* Divê mînakên DNA'yê yên winda û xizmên windayan bên girtin, veşartin û ji bo lêkolînkirina wan sererastkirina zagona bê kirin û ji bo lêkolînê laboratuar û yekîneyên wê bên avakirin. Divê tura agahiyan bi hev re parve bikin bê avakirin.

* Saziya Tipa Edlî ji ber sazbûna wê û biryarên dan di raya giştî de bêbawer e. Dema sûcên windayan ên dewletê kirin weke mînakên cîhanê xebatên xwe serbixwe bike û bi heyetên zanist û pisporan bimeşîne û an jî di şahidiniya wan de bike.

(bd/sa)