1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Îhtîmala ku DAIŞ çekên kîmyewî bikar aniye bi hêz dibe
Îhtîmala ku DAIŞ çekên kîmyewî bikar aniye bi hêz dibe,îhtîmala,ku,daiş,çekên,kîmyewî,bikar,aniye,bi,hêz,dibe

Îhtîmala ku DAIŞ çekên kîmyewî bikar aniye bi hêz dibe

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 25.10.2014 07:04:10 Çeteyên DAIŞ’ê ku li Kurdistan û welatên din ên Rojhilata Navîn tu nirxên mirovahî û rêbazên şer ên navneteweyî nas nakin, gumanên ku çekên kîmyewî jî bikar anîne zêde dibin. Îdîayên der barê ku DAIŞ’ê piştî Kobanê li bajarê Duluiya yê Iraqê gazên kîmyewî bikar anîye, îhtîmala çekên kîmyewî yên ji dema Saddam Huseyîn ve mane ji aliyê DAIŞ’ê ve bi hovîtiyeke mezin tê bikaranîn, zêde dike.

Di rojên buhrî de dema berxwedana Kobanê de gumanên cidî yên der barê ku DAIŞ çekên kîmyewî bikar tîne derketibûn holê. Piştî êrîşên çeteyan nêzî 30 kes ji ber werimîn û sorbûna rûyê wan rakiribûn nexweşxaneyên Pirsûsê.

Ji bo van kesan testên tibî hatin kirin û encamên wan tên payîn li ser vê yekê îdîayên der barê ku DAIŞ’ê li Iraqê jî çekên kîmyewî bikar aniye hat rojevê. Di lêkolîneke ku di rojnameya Washîngton Post de hat weşandin, hat gotin ku DAIŞ a ku depoyên çekên kîmyewî yên aîdî artêşa Iraqê desteser kiriye û bal kişand ser êrîşên wan ên din.

ÎDÎAYA POLÎSAN PIŞTRAST DIKIN

Polîsê Iraqê Hayralla el Caburî ku ji eşîra Cabure ji rojnameyê re axivî û got di meha Îlonê de di şer û pevçûna li bajarê Duluiya rû da herî kêm 11 polîs û şervanên eşîrê ji ber sedemeke ku nayê zanîn ji ser hişê xwe çûn. El Caburî wiha got: “Di dema şerê Duluiya de çeteyên DAIŞ’ê di carekê de vekişiyan û ji qada vekişiyan di carekê de teqînek pêk hat. Piştî teqîn li asîman dûman çêbû û ez jî ji ber dûmanê ji hişê xwe çûm.

Bûyera ku meha buhrî pêk hat û doktorên ku ev kes derman kirin guman zêde kirin. Midûrê Nexweşxaneya Balad Kasim Hatîm, diyar kir ku piştî bûyerê di dermankirina polîsan de li gorî semptomên hatine dîtin di êrîşê de gaza sînîr û asîta fosfor hatiye bikaranîn.

Doktorekî din ê nexwest navê xwe bide jî got ku semptomên bi polîsan re hatiye dîtin, dişibin semptomên ku di navbera 2006-2007’an de El Qaîdeyê li Iraqê bikar aniye.

LI ŞAQLAVA JÎ HATIBÛ BIKARANÎN

Gumanên ku DAIŞ’ê gaza klorîn bikar aniye ji aliyên Wezîrê Parastina Iraqê ve jî hat piştrastkirin. Wezaretê diyar kiribû ku gazên ketine destê DAIŞ’ê li dijî hêzên ewlehiyê tên bikaranîn. Di mehên buhrî de çeteyên DAIŞ’ê ku li herêma Şaqlawa yekîneyên artêşa Iraqê dagir kir, hatibû îdîakirin ku çekên kîmyewî bikar aniye, lê nehatibû fêmkirin ku kîjan gaz hatiye bikaranîn.

Piştî îdîayan berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî ya DYA’yê Alîstaîr Baskey jî axivî û got ku ew van nûçeyan cidî digirin, lê hê rayedrên DYA’yê der barê mijarê de ne xwedî agahiyên zelal in.

Li ser van nûçeyan NY jî ket nava tevgerê. Wezîrê Karên Derve yê Elman Frank-Walter Steînmeîer got ku Sekreterê Giştî yê NY’ê Ban Kî-moon soz daye wî ku wê bi ser van îdîayan de biçin.

DIBE KU BI HEZARAN GAZÊN SARÎ Û HARDAL KETIBE DETSÊ DAIŞ’Ê

Di meha Hezîranê de dema DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, gelek gazên kîmyewî yên li baregeha leşkerî ya Muthanna hatin desteserkirin û ev di vîdeoyên propagandaya DAIŞ’ê de hatibûn dîtin. Di vîdeoyan de tê texmînkirin ku nêzî 2 hezar û 500 bombeyên gaza sarî û hardalê hatine girtin.