1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Îran demokratîk nebe kurd dê serî li çekan bidin!"
"Îran demokratîk nebe kurd dê serî li çekan bidin!",îran,demokratîk,nebe,kurd,dê,serî,li,çekan,bidin

"Îran demokratîk nebe kurd dê serî li çekan bidin!"

A+ A-

10:54 15.04.2014 1 / 7 ÎSMAÎL ESKÎN

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li gor lêkolînên Navenda Lêgerînên Aştiyê yên Rojhilata Navîn a Navneteweyî (IMPR), tê gotin ku heke rejîma Îranê mafên demokratîk nede wê beşek zêde ya kurdan serî li rêbazên leşkerî bidin.

Navenda Lêkolînên Aştiyê yên Rojhilata Navîn a Navneteweyî (IMPR) ku li Rojhilata Navîn analîzên civaknasî dike, di rapora xwe ya bi navê, "Nêrîna Kurdên Îranê li ser Pirsgirêka Kurd û Çareseriya wê: Lêkolîna Qadê ya Kurdên Îranê" bal dikişîne ser xusûsên girîng. Di raporê nêrînên akademîsyen, medyaya xwecihî, rêxistinên civaka sivîl, rûspî û hwd. hene. Di raporê de tê destnîşankirin ku kurdên li herêmên rojava yên Îranê dijîn ji tevgera kurd a siyasî bandor bûne û ji nêz ve dişopînin, heke rejîma Îranê mafên demokratîk nede wê beşek zêde ya kurdan serî li rêbazên leşkerî bidin.

Polîtîkayên asîmîlasyonê dewam dikin!

Di raporê de bêyî nav bê dayîn li gor siyasetmedarên kurd di Destûra Bingehîn a Îranê de tu maddeyeke têkildarî mafê kurdan tune ye û navê kurdan jî qedexe ye. Dîsa di raporê de tê gotin ku midûrên giştî, midûrên polîsan ne kurd in û li cihên wek asayîşê kurd tune ne. Mafê wan ê çandî, civakî, siyasî û aborî ji nedîtî ve tên û polîtîkayên asîmîlasyonê çavkaniya esasî ya pirsgirêkê ye.

Wê rewşa Tirkiye û Sûriyeyê bandora xwe li Îranê bike! Di raporê de tê gotin ku pêvajoya li Tirkiyeyê çi erênî çi jî neyênî bi encam bibe wê bandora xwe li ser kurdên Îranê jî bike û ji ber bûyerên li herêmê rû didin Îran neçar e di mijara pirsgirêka kurd de gavan biavêje.

Darvekirin zextê zêde dike!

Di raporê de hevdîtinên ku demekê di navbera PDK-Î, Azadî û PJAK'ê de dihatin kirin cih digirin û tê destnîşankirin ku pêşveçûnên li Tirkiye û Sûriyeyê wê Tehranê bandor bike û partiyên li Îranê li gor vê amadekariyan dikin. Di raporê de tê diyarkirin ku Îran ji bandora pêvajoya aştiyê ditirse û beşeke zêde kurdên Îranê dibêjin ku zext û darvekirinên li Îranê ji bo sînordarkirina vê tesîrê ye.

(yş/mae)