1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şêx Dawûd: Divê dest bi qonaxa rizgarkirina Şengalê bê kirin
Şêx Dawûd: Divê dest bi qonaxa rizgarkirina Şengalê bê kirin,şêx,dawûd,divê,dest,bi,qonaxa,rizgarkirina,şengalê,bê,kirin

Şêx Dawûd: Divê dest bi qonaxa rizgarkirina Şengalê bê kirin

A+ A-

ŞENGAL/ROJ NEWS

Endamê civata parastina Mûsilê Şêx Dawûd Cindî diyar kir ku Şengal herêmekî pir giringe û divê dest bi qonxa rizgarkirina wê bê kirin. Şêx Dawûd ragihand ku gêrîllayên HPG û şervanên YPG’ê rolekî qehremanî leyîstine. Şêx Dawûd got ku hê jî derdora 15 hezar kes li çiyayê Şengalê mane û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.”

Endamê civata parastina Mûsilê Şêx Dawûd Cindî derbarê êrişên DAIŞ’ê yên ji bo Şengalê ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Tevgerên Selefî ji mêj ve xwe di Rojhilata Navîn de birêxisitn dikin. Olên din qebûl nakin û dibêjin ku Êzdî Xwedê nas nakin. Lê gelê Êzdî herî zêde bi baweriya xwe ve girêdayîne. Şengal di warê coxrafîk de ji başûrê Kurdistanê dûre, nêzî Rojavaye. Armanca DAIŞ’ê ew bû bi vê rêyê ve derbasî rojava Kurdistanê bibin. Ya din jî jinên Êziyan birevînin û bi xwe re bibin.”

Derbarê vekirina korîdarora mirovî ya ji aliyê YPG’ê ve jî Şêx Dawûd wiha got: “Bi wê korîdora ku YPG vekir xelkên Êzdî derbasî Rojava bûn. Bêguman parastina kesên ku li vir mane, girînge. Pêwîstiyên zivistanê gelekî heye. Divê saziyên alîkariyê bi lezgînî tev bigerin. Nêzî 15 hezar mirov li vir mane û pêwîstiyên heyî têra wan nake.”

Şêx Dawûd Cindî li ser girîngiya parastinê ji bo kurdan axivî û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Parastin tişta herî girînge. Dema korîdor vebû ewlekariya vir hîn baştir bû. Hêzên parastina Şengalê dest bidin hev û xwedî armancekî ne. Ya herî girîng ji me re yêkîtî û tifaqiye. Wek mînak ger meclîsa leşkerî hebe, wê kar û barên baştir bimeşe. Divê em ji qonaxa parastinê derkevin û edî bikevin qonaxa êrîşkirin û rizgarkirinê.”

Endamê civata parastina Mûsilê got ku YPG û HPG’ê qehremaniyek mezin kirin û wiha pêdeçû: “YPG û HPG’ê li vir qehremantiyek mezin kirin. Erka parastina Şengalê li ser milê hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, lê mixabin ev erk baş bicih nehat. Ewqas kurdên Êzdî di tevgerên li başûrê Kurdistanê yên salên 60’î heta dawiya 70’an de şehîd bûn. Diviyabû zêdetir girîngî bidana Şengalê. Piştî ketina Sedam herêmên Şengal, Mûsil û Zûmar, herêmên cihê nîqaşê bûn. Herçendî rizgar bûn, lê hertim tehdîd li ser wan hebû. Ger Zûmar hatiye rizgarkirin divê hewildan ji bo rizgarkirina Şengalê jî hebe. Lê ev hewildan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nehatiye nîşandan.”

Li ser berxwedana Kobanê û şandina pêşmergeyan jî, Şêx Dawûd wiha got: “Ger Kobanê biketa destê DAIŞ’ê, wê herêmên din jî xistiban di bin destê xwe de. Şandina hêzên peşmerge ji bo Kobanê kurdan ber bi yekîtiya netewî ve dibe. Kobanê ji bo kurdan mijarek manewî ya ji bo hemû kurdane. Ger Şengal jî neyê rizgarkirin, wê kurd di warê çanda kevnar de darbeyek mezin bixwe. Rizgarkirina Şengalê erka netewî, exlaqî û mirovî ye.”

Şêx Dawûd rexne li hikûmetên Iraqê yên piştî 2003’an nîşan da û wiha got: “Ji 2003’an û pêve hikûmetên ku hatine ser desthilatdariyê nekarîne erkên xwe li hember gelên li İraqê pêk bînin. Ger ji dil û rast bûna, niha wê gelê İraqê jî ew qebûl bikirana. Piştî Sedam jî gelek bajar, navçe û gund ketim destê çeteyan. Şengal jî yek ji wan herêmaye.”

Endamê civata parastina Mûsilê Şêx Dawûd Cindî wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Daxwaz min ewe ku em bêhtir hev bigirin û yekîtiya me hebe. Ji bo em zûtir Şengalê rizgar bikin. Nabe kes di cihê xwe de rawesta û li vê trajediyê temaşe bike. Ji alîkariya pêwîstiya jiyanê bigire heta tevlîbûna çalak a di nava refên hêzên parastina Şengalê de erkê hemû gelê kurde. Divê ciwanên kurd li kuderê û kîjan demê pêwîst bike, ji bo parastina welatê xwe amade bin.”