1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Şampiyonên Mîhrîcanê aşkere bûn
Şampiyonên Mîhrîcanê aşkere bûn,şampiyonên,mîhrîcanê,aşkere,bûn

Şampiyonên Mîhrîcanê aşkere bûn

A+ A-

AMED (DÎHA) - Encamên lîstikên Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê aşkere bûn. Maça dawîn jî di navbera tîma Êlih û Ranyayê de çêbû û tîma Êlihê bi ser ket. Mîhrîcan bi şahî, stran û axaftinan berdewam dike.

Encamên lîstikên Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê ku ev 5 roj in berdewam dike aşkere bûn. Li gorî encaman, di maçên basketbol ya jinan de tîma Amedê pileya yekemîn, Efrîn ya duyemîn, Êlih jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di basketbola mêran de jî tîma Amedê pileya yekemîn, Êlih ya duyemîn, tîma Wanê jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di lîstikên goga destan ya mêran, tîma Amedê pileya yekemîn, Wan ya duyemîn, tîma Êlîhê jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di lîstikên goga destan ya jinan de tîma Wan pileya yekemîn, Şirnex ya duyemîn tîma Amedê jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di beşa hentbolê de jî tîma Êlihê yekemîn, Wan ya duyemîn, Amedê jî ya sêyemîn bi dest xist. Di goga piyan ya jinan de jî tîma Kantona Efrînê pileya yekemîn, Êlihê ya duyemîn tîma Amedê jî pileya sêyemîn bi dest xist.

Di beşa lîstikan a atletîzmê ya jinan de jî Amed pileya yekemîn, Êlih ya duyemîn, tîma Zaxoyê jî pileya sêyemîn bi dest xist. Di heman demê de di atletîzmê mêran de jî Amed tîma yekemîn, Êlih tîma duyemîn, tîma Wanê jî pileya sêyemîn bi dest xist.

Tîma Êlihê bi penaltiyan serket

Her wiha her kes li benda encama goga piyan ya mêran bû. Lîstika goga piyan ya mêran jî maça fînalê bû û di navbera tîmên Êlih û Ranyayê de li Stadyûma Ataturkê piştî bi deqîqeyek rêzgirtinê hat lîstin. Piştî ku maç wekhev qediya di penaltiyan de tîma Êlihê bû şampiyonê lîstika goga piyan. Piştî maçê lîstikvanên rakîp li hev hembêz kirin û bi hev re dîmenên hevaltiyê dan. Mîhrîcana Werzîşê ya Mezopotamyayê bi hemû coşa xwe bi stran û axaftinan berdewam dike.

(gka-na/ça)