1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Şengal wê bi rihê 15'ê Tebaxê azad bibe'
'Şengal wê bi rihê 15'ê Tebaxê azad bibe',şengal,wê,bi,rihê,15,ê,tebaxê,azad,bibe

'Şengal wê bi rihê 15'ê Tebaxê azad bibe'

A+ A-

ÊRÎŞ QOSER - MOSKOW ANF Kurdistaniyên li Moskowê bi çalakiyekê 30. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat gotin, "Çawa ku bi rihê 15'ê Tebaxê nasnameya Kurd a li Kuristanê hat înkarkirin watedar bû, wê bi rihê 15'ê Tebaxê Şengal azad bibe."

Kurdên li paytexta Rûsya Moskowê dijîn, cejna vejînê 15'ê Tebaxê li salona Mala Gel a Lunaçarskî, bi çalakiyekê pîroz kirin. Çalakiya duh êvarê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd û Kurdistaniyên di komkujiya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser 15'ê Tebaxê û der barê zilma li Şengalê de sînevîzyon hatin nîşandan.

Di çalakiyê de êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin şermezarkirin.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Selahattîn Soro di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku rêxistina çete ya navneteweyî dijminê mirovahiyê yê bi navê DAIŞ'ê komkujiyê li dijî Kurdan dike û got, "Fedaiyên azadiyê yên Kurdistanê çawa ku 30 salan gelê Kurd ji zilmê parast, îro li Rojava, li Şengalê, li Şêxan, li Kerkûk û Mexmûrê dîsa bi awayekî herî tund bersivê dide êrîşên li hemberî gelê me."

Serokê Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd a Navneteweyî Mîhrab Şamoyev jî da xuyakirin ku ew vê şevê weke şeva piştrevaniya gelê Şengalê bi nav dikin û xwest, hemû dostên wan destê xwe ye alîkariyê dirêjî Şengalê bikin.

Ji Yekîtiya Êzidiyên li Moskowê Ando Mişa jî mafê axaftinê wergirt û got, "Tê xwestin ku îro Êzidî bibe qurbaniyên lîstikên siyasî yên qirêj ên li herêmê. PDK'ê Êzidî di nava vê lîstika qirêj de hişt. Milîtanên tevgera azadiyê ya Kurd YPG û HPG ku hêvî û ronahiya azadiyê ya Kurdan e, xwe ji ti fedekariyan venegertin û ji bo parastina gel seferber bûn. Ji her devera cîhanê Kurdan ji bo Şengalê kampanya alîkariyê dan destpêkirin. Li hemû bajarên Rûsyayê jî ji bo Şengalê kampanya hat destpêkirin. Çawa ku bi rihê 15'ê Tebaxê nasnameya Kurd a li Kuristanê hat înkarkirin watedar bû, wê bi rihê 15'ê Tebaxê Şengal azad bibe."

Di şevê de bi dorê Koma Rojava, isko Mulazim, Mîza Axa, Lil neGGa û Hozan Bengîn derketin ser dikê û li ser têkoşîna azadiyê ya Kurd û Kurdên Êzidî yên li Şengalê stran gotin.