1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. 78 jin bo lêkolînên der barê avhewayê de çûn Antarktîkayê
78 jin bo lêkolînên der barê avhewayê de çûn Antarktîkayê,78,jin,bo,lêkolînên,der,barê,avhewayê,de,çûn,antarktîkayê

78 jin bo lêkolînên der barê avhewayê de çûn Antarktîkayê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Dê çarçoveya bernameya kifşa jinê de mirovên zanyar ji bo 3 hefteyan lêkolînan pêk bînin. Ev lêkolînên dê li Antarktîkayê pêk bên, dê statuya jinê ya di aliyê zanyariyê de bilind bike.

Di çarçoveya "kifşa jinê" de dê der barê guhertina avhewayê de li Antarktîkayê ji hêla 78 jinan ve lêkolîn bên kirin. Ev lêkolîn dê di aliyê xebatan ve pisporiya jinê jî derxe holê.

Li gorî nûçeya Kovara gaiayê, bernameya lêkolînê ji hêla Homeward Bound ve bi dirûşma ev divê ev gerestêrka meya xweşik bê berdewam kirin, ji bo di qada zanyariyê de bandora jinê bê bilindkirin, ji bo 78 zanyarên jin perwerdeya deryayê hatiye destpê kirin. Li gorî naveroka bernameyê ku li ser malpera înternetê hatiye belavkirin, "ji bo em gerestêrka xwe wekî mala xwe pênase bikin" komeke ji hezar jinî bê avakirin em xwedî vîzyon in.

Gera kifşê dê qasî 3 hefteyan li herêma Antarktîkayê berdewam bike, di lêkolînên ku hatine kirin de jî tê diyarkirin ku Antarktîka herêma herî bê parastin a di binê germahiya gerdûnî de ye.

Dê bi vê bernameyê re dê valahiya lêkolînê ya di aliyê jinê de beşek bê tijêkirin.

Ev koma jinan ji zanyarên esmanî, endezyar, fîzîkvan, ragihandinên zanyarî, bijîşk û zanyarên civakî pêk tê. Dê di nava vê koma jinên zanyar de mirovên zanyar ên wekî Prîmatolog Jane Goodall ajtivîsta derûdorê Franny Armstrong jî cihê xwe bigire.

Seroka beşa Antarktîkaya Avustralyayê Jessîca Melbourne-Thomas, Sydney Mornîng Herald aşkera kirin ku di nava vê bernameyê de tenê jin cih nagirin, dê beşdarvanên cudahî jî hebin û ev tişt hat gotin: "Lê sedema esazî ya vê bernameyê, di aliyê valahiya qada zanyariyê de hejmara jinên zanyar zêdekirin e."

(ms)