1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Perwerdehiya ziman bi Şoreşa Rojava dest pê kir
Perwerdehiya ziman bi Şoreşa Rojava dest pê kir,Perwerdehiya ziman bi Şoreşa Rojava dest pê kir

Perwerdehiya ziman bi Şoreşa Rojava dest pê kir

A+ A-

09:04 15.04.2014 1 / 2 GOKHAN ALTAY

AMED (DÎHA) - Li Sûriyê gelek salên dirêj in ku ziman û çanda kurdan hatibû qedexekirin û nasnameya kurdên rojavayî tune dihat hesibandin. Piştî şerê navxweyî a Sûriyê, kurdan desthilatdariya rejima Baas'ê hilweşand û li cihê wê Xweseriya Demokratîk a pirçandî û pirzimanî avakirin.

Di sala 1958'an de li Sûriyê zimanê kurdî hat qedexekirin û di sala 1987'an de jî ji aliyê rejimê muzîka kurdî hat qedexekirin. Kesên li dijî vê tevdigerin jî li rastî cezaya pere an jî bi girtîgehê re rû bir û man. Piştî şerê navxweyî ya Sûriyeyê, gelê rojava di 19 Tîrmeha 2012'an dest danî desthilatdariya Baas'ê û ligel şer di bin pergela Xweseriya Demokratîk de xebatên çandî û perwerdehiyê hêdî hêdî xistin meriyetê. Di warê leşkerî, civakî, aborî û çandî ve pergala xwe avakirin.

Pergalek pirrengî û pirçandî!

Di warê perwerdehiyê de gelek akademî, saziyên ziman û dibistanên fermî hatin vekirin. Her çiqas ku rejîma Baas'ê xwest dibistanan bigire û perwerdehiya ku Rojava têk bibe jî berxwedana Rojavayiyan destûr neda vê tiştê. Rojavayiyan cihê pergala perwerdehiya ya rejîma Baas'ê ya tekparêst dest bi pergalek pirrengî, pirçandî û pirzimanî kir. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) pêşengiya pergala perwerdehiyê kir. Gelek akademî û dibistan ji aliyê SZK'ê ve hatin vekirin. Di nav demek kurt de nêzî 3 hezar 500 mamosteyên zimanê kurdî hatin perwerdekirin.

3 zimanên fermî: Kurdî, erebî, suryanî

Niha bi hezaran zarok di dibistanan de ligel gelek dersên bingehîn dersên zimanê kurdî dibînin. Dibistana seretayî de perwerdehî ji serî heta binî kurdî ne û dibistanên navincî de jî di heftê de 3 saet dersên kurdî tên dayîn. Ligel perwerdehiya zimanê kurdî di pergela Xweseriya Demokratîk de cihê hemû gelan jî nehatin jibîrkirin. Piştî îlankirina Kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê hemû zimanên gelên li vir dijîn jî di maqekanûnên Kantonan de cih girtin. Berê zimanê suryaniyan, tenê di dibistanên taybet de dihatin fêrkirin. Lê êdî li Rojava zimanê suryanî bûye zimanê fermî û di dibistanan de tên fêrkirin. Zimanê kurdî, suryanî û erebî zimanên fermî yên kantonan in û ji bo jîna zimanên din jî di maqekanûnê de biryar hene.

3 kanton, 3 akademî!

Akademiya yekemîn di meha gelawêja 2013'an de li Kantona Efrînê hat vekirin. Navê Ferzad Kemanger ku ji aliyê dewleta Îranê ve di 9 Gulana 2010'an de hate îdamkirin li akademiya ziman hate kirin. Piştre li Kantona Cizîrê di 23 Cotmeha 2013'an de Akademiyek bi navê Celadet Bedirxan û li Kantona Kobanê jî akademiyek bi navê Şehîd Viyan Amara hatin vekirin. Di akademiyan de li gel dersên çandî, wêjê û hunerî perwerdeya mamosteyan tên kirin. Li van akademiyan perwerdeya mamostetiyê 3 meh didomin û her roj 10 saet ders tên dayîn. Kesên ku başdarî vê perwerdehiyê dibin divê di serî de du astên ku ji aliyê SZK'ê ve tên organîzekirin bibin û herî kêm lîse qadandibin. Piştî perwerde qediyan kesên mezûn dibin belgeyên akademiyê digirin û di dibistanên fermî de dest bi mamostetiyê dikin. Materyalên dersan jî dîsa li van akademiyan tên amadekirin. Ji bo materyalên dersan komîsyon hatine avakirin wekî Komîsyona Perwerdehî û Komîsyona Lêkolînê.

'Perwerde bi têkoşîna Tevgera Azadiyê dest pê kir'

Li ser pêvajoya pergala perwerdehiya Rojava Koordînatorê SZK Ciwan Dêrikî ji DÎHA'yê re axivî. Dêrîkî anî ziman ku dema şoreş dest pê kir wan bi komên biçûk dest bi perwerdehiyê kirine û piştre xebat bi şoreşê re geştir bûye û wiha got: "Perwerdehiya Rojava bi têkoşîna Tevgera Azadiyê gund bi gund dest pê kir. Dema em dibêjin perwerde şoreşa rojava tê bîra me." Dêrikî, destnîşan kir ku piştî wan dest bi perwerdeya ziman kirine zehmetiyên herî mezin di warê materyalan de kişandine û wiha axivî: "Di serî de kêmasiyên me yên pirtûkan hene. Ji ber ku em di nav çemberek de ne teknîka nû derbasî aliyê me nabe. Ne amûrên çapê hene ku em pirtûkan çap bikin ne jî li vê derê derfet hene ku em materyalên xwe zûtirîn demê de amade bikin."

'Em têkoşîna hemû ziman û çandan didin'

Dêrikî, da zanîn ku di destpêka perwerdehiyê de gelek mamosteyê Wargeha Mexmûrê hatine alîkarî dane wan û gihandina mamosteyan de jî barek giran dane li ser milên xwe û wiha got: "Ligel mamosteyên Mexmûrê ji Bakurê Kurdistanê jî Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP-Kurd) jî ji bo xwendin û materyalên dersan pirtûk şandin. Her wiha tecrûbeyên xwe jî bi me re parvekirin." Dêrikî derbarê rewşa niha de jî axivî û got ku li hin cihan jî hêj dibistan temamî neketine bin kontrola wan cihê wekî Hesekî, lê cihên din hemû di bin konrtola wan de ne. Dêrikî li ser pergala perwerdehiyê a pirzimanî a Rojava jî wiha axivî: "Em ne dijminê zimanê dijminê xwe ne jî. Ziman ji bo me tiştek pîroz e. Em li Rojava ji bo ku gelên din zimanê xwe ji bîr nekin jî têkoşîn didin. Suryan û Ereb jî ji bo ku bi zimanê xwe perwerde bibin em alîkariya wan dikin. Di bin siya Xweseriya Demokratîk de û felsefeya Rêber Apo em dikarin hemû çandan bidin jiyîn."

Dêrikî, destnîşan kir ku zarokên hemû gelan bi zimanê xwe perwerde dibin çima zarokên kurd bi zimanê xwe perwerde nebin û bang li zimanhez, kesên demokrat û raya giştî a cihanê kir ku piştgirî bidin Şoreşa Rojava û li Rojava xwedî derkevin ji bo jiyanek aştiyane û demokratîk.

(gka/mae)