1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Aboriya jinê, aboriya civaka exlaqî û polîtîk e’
‘Aboriya jinê, aboriya civaka exlaqî û polîtîk e’,aboriya,jinê,aboriya,civaka,exlaqî,û,polîtîk,e

‘Aboriya jinê, aboriya civaka exlaqî û polîtîk e’

A+ A-

MELTEM OKTAY

AMED (DÎHA) – Endama Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê Şehbal Şenyurt komxebata aboriyê ya xweser a bi navê “Danasîna aboriya jinê û terzên tevlibûna aboriyê” nirxand diyar kir ku hera roja îro aboriya ku kapîtalîzmê nîşan daye aboriya sîstema desthilatdar a zilam e. Alîkarê Sekreterê Giştî yê DTSO’yê Meryem Ozdemîr jî wiha got: “Aborî ji bo ku civakeke exlaqî û polîtîk bê pêşxistin dê di pêkanîna guhertin û veguhertinê de nîqaşeke girîng e.”

Komxebata ku ji bo amadekariya Konferansa Aboriya Demokratîk a di 27-28’ê îlon ê de dê li Wanê bê lidarxistin ji bo 3 rojan ji aliyê KCD, Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin didome. Xebatkarên KCD û nûnerên DTSO’yê komxebata xwesar a bi navê “Danasîna jinê ya aboriyê û terzê tevlibûna aboriyê” ji bo DÎHA’yê nirxandin.

Endama Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê Şehbal Şenyurt diyar kir ku wekî jin têkîldarî aboriya kul i ser wan ferz dikin gelek nîqaşên wan ên girîng hene û sîstema kapîtalîst û modernîst terzê jiyaneke li ser wan ferz dike. Şenyurt anî ziman ku di nava vê terzê jiyanê de jin bi “kolekirinê” tên eciqandin û wiha axivî: “Em jin jiyaneke çawa dixwazin, ji bo azadiya xwe em dikarin modeleke aboriyê ya çawa derxînin holê ku em bikaribin hebûna xwe ya ji bo azadiyên xwe pêk bînin. Aboriya ku heta niha kapîtalîzmê li ser me fers kir aboriyekî desthilaldar bû.Ango aboriya sîstema desthilaldar a zilam bû. Lê em jin hilberîna ku li gorî pêdiviyên me ne dixwazin.”

Şenyurt anî ziman ku ew terzê jiyanê ya azadîxwez, afrîne û mirovan pêş dixe dixwazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dizanin ku jiyaneke bi xwazeyê re heye. Ji ber vê yekê jî li vir wekî xebatên me yên li atolyeyan yên berê me nêrînek derxistin holê, jin çawa li aboriyê dinêrin? Em vê yekê bi kîjan mekanîzmeyan dikarin derxînin? Em ê bi kîjan sîstema piştevaniyê pêş bixin em dikarin qada azadiyan a afrîner derxînin holê? Em bêguman dubareya sîtema koletiyê ferz dike qebûl nakin. Divê aboriya komunal a ku aliyê piştevaniyê ya jinan derdixe pêş, derkeve holê. Tiştên ku em wekî destkeftî dihesibînin mal, milk, wesayît an jî tişt nîn in. Tiştên em lê dinêrin qadên me yên azadiyê ne. Xwedîbûna dema azad e.”

‘Dive di tevlibûna aboriyê de rola jinê hebe’

Alîkara Sekreterê Giştî ya DTSO’yê Meryem Ozdemîr jî nêzî mehek û nîv e xebatên atolyeyan û komxebat didomin û di konferansa ku dê li Wanê bê lidarxistin da hin nîqaşên taybet bên kirin ji ber vê yekê jî wan xwestine tevlibûna jinan a aboriyê bi awayeke xweser nîqaş bikin. Ozdemîr wiha axivî: “Di komxebatê de ked, îstîhdam, rêveberiyên herêmî, vegera gundan, tevlibûna aboriyê ya jinên li herêmên çolter dijîn û di xweseriya demokratîk de tevlibuna jinan a aboriyê dê çawe be nîqaş hatin kirin. Em jî wekî jin dema ku polîtîkayên aboriyê tên diyar kirin tevlibûneke çawa bikin nîqaş dikin. Em li kû dera vê de cih bigirin, aborî ji bom e tê çi wateyê, rola jina ya di tevlibûna aboriyê de de çi be, wen mijaran nîqaş dikin û ji b ovan mijaran pêş bixin me komxebateke wisa pêk anî.”

Ozdemîr destnîşan kir ku ji bo modela nû ya aboriyê hin rêgez û prensîbên bingehîn pêwîst e ew jî di vê mijarê de xwedî perspektîfekî ne. Ozdemîr anî ziman ku bi taybetî li ser bingeha komunal modela koperatîfan pir hatiye nîqaşkirin û wiha axiftinên xwe bi dawî kir: “Di nava aboriya didome de divê hin rêgez û prensîp bên pêşxistin. Aborî bêhtir ji bo pêşxistina civakeke exlaqî û polîtîk ji so guhertin û veguhertinê nîqaşeke girîng e.”

(sa)