1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Adil Murad: Rola Gerîla û Pêşmergeyan di rizgarkirina Celewla de gelek hebû
Adil Murad: Rola Gerîla û Pêşmergeyan di rizgarkirina Celewla de gelek hebû,adil,murad,rola,gerîla,û,pêşmergeyan,di,rizgarkirina,celewla,de,gelek,hebû

Adil Murad: Rola Gerîla û Pêşmergeyan di rizgarkirina Celewla de gelek hebû

A+ A-

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Segreterê encûmena navendî yê Yekitiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Adil Murad di hevpeyvînek taybet ya xwe li gel RojNews de li ser rizgarkirina Celewla axivî û got ku rolê gerîlayên HPG’ê û Pêşmergeyan di rizgarkirina Celewla de zêdebû.

Adil Murad diyarkir ku serkeftina Celewla piştgiriyek bu ji bo serkeftinên Kobanê û wiha axivî: “Ev herdu navçeyane bun meşaleyek ya pêşerojê ji bo gelê Kurd, serkeftinên baştir jî dirêdene û em dikarin bi hêza pêşmerge û gelê xwe tiştên gelek baştir bînin.”

Murad balkêşa li ser hêzên ku tevlî çalakiya ji bo rizgarkirina Celewla bun û wiha got: “Di azadkirina Celewla de hêzên HPG, YNK, PDK û Erebên Şuî yên Iraq hebûn. Ew serkeftin ne tiştekî hizbiye û kes nikare bêxe qalibê hizbî de.” Herwiha Murad got ku siyaseta PYD’ê ya li rojava dike siyasetekî şoreşgeriye û ev jî ji bo pêşmerge û gerîlayan dibe hêz û di pêşerojê de wê tiştên baştir jî bên kirin.