1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Alîkariya Êzidiyên li Almanya gihişt Şengalê
Alîkariya Êzidiyên li Almanya gihişt Şengalê,alîkariya,êzidiyên,li,almanya,gihişt,şengalê

Alîkariya Êzidiyên li Almanya gihişt Şengalê

A+ A-

DERSIM ROJHILAT-ROJNEWS Kurdên Êzidî yên li Almanyayê jiyan dikin alîkariya ku ji bo Şengalê komkirîn duh gihandin çiyayê Şengalê. Alîkariya ji bo kurdên Êzidî yên li çiyayê Şengalê kêm jî be tê şandin. Bi vê armancê Êzidiyên li Almanya ji bo Êzidiyên çiyayê Şengalê alîkarî komirin. Alîkariya hatî komkirin duh gihişt çiyayê Şengalê. Alîkarî ji aliyê TEVDA ve ji bo welatiyên Êzidî hatin belavkirin. Kelûpelên piraniya tiştên ji bo zivistanê hatibun bi şêweyek rêkûpêk li welatiyan hat belavkirin. Rayedarên TEVDA yê ji ber alîkariyê spasiya xwe anîn ziman. TEVDA yê bang li hemû Êzidiyên li Kurdistan û Awrupayê, herwiha hemû gelê Kurd kirin daku hê zêdetir alîkarî ji bo Şengalê bişînin. Rayedarên TEVDA yê diyarkirin ku niha alîkarya herî pêwîst pêdiviyên ji bo zivistanêne.