1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Alîkariya Başûr û Rojhilat gihişt Rojava
Alîkariya Başûr û Rojhilat gihişt Rojava,alîkariya,başûr,û,rojhilat,gihişt,rojava

Alîkariya Başûr û Rojhilat gihişt Rojava

A+ A-

ANHA - DÊRIK - Welatiyên Rojhilat û hin rêxistinên mirovahî yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkarî ji bo Rojava şand.

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û hin rêxistinên mirovahî yên li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê alîkariyên mirovahî ji bo Rojava şandibûn. Alîkarî di riya deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bubûn û radestî Rêxistina Alîkarî û Geşkirinê ya Rojava hatibûn kirin.

Di nava alîkariyên ku hatine şandin şîrê zarokan, cilên zivistanê, betanî û madeyên xwarinê hebûn.

Rêveberê Rêxistina Rojava Ezîz Hiso spasiya gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kir.

(bb/he)