1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Amîda Kurd û ...
Amîda Kurd û ...,amîda,kurd,û

Amîda Kurd û ...

A+ A-

Înternetê di sala 1995'an de, bi belavbûna Windows 95'ê re nav da. Piştî 2-3 salan welat bi welat belav bû. Her çi qasî xelkê ji 1991'ê ve bi kar anîbe jî, bi piranî kurdan di destpêka salên 2000'an de înternet nas kirin.

Wê demê kê bîr dibir ku rojek dê were, dê nikaribin navê xwe jî bistînin? Ji xwe niha gelek navên rojname, kovar, sazî, tv, radyo û partiyan ne di destê wan de ye.

Înternetê nihêrîna mirovan guherand. Êdî înternet bû qada herî lezgîn û ya erzan, ji bo danasîn, ragihandin, hevdîtin, heta kirîn û firotinê.

Amîda Kurdê jî di 2005'an de dest bi weşana xwe kiriye. Malperê wekî weşaneke çandî û hunerî dest bi weşana xwe kir. Lê nîqaşa "gelo em nûçeyên siyasî biweşînin, an na?" tu carî bi dawî nebûn.

Ajansên kurdan bi kurdî weşan nedikirin. DIHA jî weşana bi şîfre dikir. Pêdivî bi nûçeyên kurdî hebû. Çendek malperên ku bi kurdî weşan dikirin jî, ji ber sedemên siyasî, partîzanî û îdeolojîk, nûçeyên rojane yên li gor dilê xwe diweşandin. Ji xwe, balkêş e, li ser qada înternetê bi piranî kurdên ku di nav partiyek girseyî de cihê xwe nedîtin nav dan. Di weşangeriya înternetê de ew serkeftîtir bûn. Gelek ji wan hem bi kurdî bûn, hem jî bi lez nûçe diweşandin. Tenê, ji ber ku nûçeyên dijberî hin partî û saziyên kurdan hildibijartin, xwe bi tenê hiştin.

Heke pîvanên rojnamegeriyê bi cih bianiyana, şensa wan dê îro zêrîn bûya. Ew jî çûn, yek bi yek.

Amîda Kurd ji ber mecbûriyeta pêdiviya nûçeyên bi kurdî, dest bi weşandina nûçeyên siyasî kir. Lê ya rast, ev ne karê Amîda Kurd bû. Belkî ji ber ku hinekan karê xwe nedikir, ev di stuyê nivîskarên kurdînûs de mabû. Amîda Kurdê kir û çê xweş kir.

Bi derengî be jî ajansên nûçeyan dest bi weşana kurdî jî kirin. Mal ava, wa ye îro bi gelek zimanên din jî weşanê dikin û êdî di qada xwe de yekemîn in.

Amîda Kurd êdî dîsa xwe ji nirxandin û nîqaşên weşangeriyê re vedike. Ez bi xwediyê weşanê Mahabad Felat Arda re jî demek berê axivîm, me bi riya telefonê sohbet kir. Li gor me êdî nûçeyên siyasî hem wekî şopandin ne karê Amîda Kurdê ye, hem jî pêdivî pê ne ma. Amîda Kurdê 6 sal berê nûçeyên ji zimanên biyanî werdigerand kurdî û ji bo xwendevanên kurdî diweşand. Heta ji bo nûçeyên siyasî demekê malpereke cuda, dîsa li bin navê Amîda Kurd hate vekirin. Îro hem pêdivî pê tune, hem jî ev ne karê nivîskaran e, nivîskar nikarin li dû karên wiha rojane û heta seatane bigere û bireve.

Amîda Kurd divê rûyê xwe, bala xwe û bergeha xwe biguhere.
Divê êdî weşaneke ku çand, huner, wêje, sînema, şano, nirxandinên li ser ziman, perwerde û rewşenbîrî were birêxistinkirin. Nivîskar di hilbijartina mijarên xwe de serbest bin jî, wekî nûçe û nivîs divê ev weşan êdî giraniya xwe bide ser rewşenbîriyê.

Ji bo vê yekê, ji bo "Amîdayeke Çawa?" dîtin, raman, pêşniyaz û rexneyên kesên Amîda Kurd dişopînin girîng e.

Qada înternetê dê di salên pêş de pêşvetir here. Înternet ji sermaseyan kete destan, niha jî dikeve çavan û bi riya berçavkan, di salên pêş de dê înternet bibe parçeyekî girîngtir.

Ku cîhan wiha bi lez pêş ve diçe, tew nebe em kurd divê bizanin ku bi ku ve diçe û em jî riya xwe hilbijêrin. Ji bo vê yekê hêvîdar im xwendevan û nivîskarên Amîda Kurd weşanê serobin nîqaş bikin.


Bêjeyên Miftehî