1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amed dibe bajarê sporê
Amed dibe bajarê sporê,amed,dibe,bajarê,sporê

Amed dibe bajarê sporê

A+ A-

RÛKEN DEMİR

AMED (DÎHA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi razemeniya tesîsên sporê ve ji bo hezaran kesan derfetên sporê diafirîne. Midûrê Şaxa Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Îsmaîl Degîrmencî li der barê xizmetên ku li bajar nêzî hezar û 500 zarok û ewqas jî mezin ji van derfetan sûdê werdigirin de axivî diyar kir ku ew alîkariyê didin tîryakêşa û pirsgirêka obezîteyê dijîn û di heman demê de xwedî li kulubên amator jî derdikevin, di meha îlonê de jî dê hîmê hewza avjeniyê ya olîmpîk bavêjin.

Serokatiya Daîreya Xizmên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi razemeniyên ku kiriye ve ji bo hezaran kesan derfetên sporê ya bêpere vekiriye û xizmetê dide. Di vî çarçoveyê de înşeata salona sporê ya hezar kesan hate temamkirin. Ji bo çêkirina hewza avjeniyê ya olîmpîk jî xebat hat destpêkirin. Li qada 50 donim de jî ji bo tesîsekî nû proje hat amadekirin. Piştî ku dibistan ketin betlaneyê zarokên 7-14 salî di 10 beşan de xebat tên kirin. Ji van xizmetan salê nêzî hezar û 500 zarok sûdê wer digire. Avjenî, voleybol, basketbol, tenîs, atletizm, futbol, pînpong, kişik, karate, tekvando, jîmnastik li tesîsên aydî şaredariyê û li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê tên kirin.

Li dijî obezîteyê şer dikin

Li Sumerparkê ji bo zarokên 7-14 salî li Park Ormanê jî ji bo jinan kursên tenîsê tê dayîn. Li aliyê din dîsa li Sumerparkê li salona jîmnastîkê ji so têkoşîna li dijî nexweşiya obezîteyê spot tê dayîn. Dîsa ji bo komên dezavantaj û tîryakêşan jî li salona fitnessê spor tê dayîn.

Amedspor piştî Fenerbahçeyê duyemîn e

Dîsa malzemeyên sporê ji bo kulubên amator û dibistanan tên belavkirin. Amedspor a di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didomîne bi beşên zêde û hejmara sporvanên bi lîsans ve piştî Fenerbahçeyê di rêza duyemîn de ye. Di 5 branş û 13 beşan de 370 sprvanên tîmê heye û 14 antrenor xebatê dimeşînin.

'Em malzeme didin tîman'

Midûrê Şaxa Sporê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Îsmaîl Degîrmencî têkîldarî xebatên ku dikin de wiha got: "Di saleke de dixwazin spor di rojeva bajar de bimîne. Dema ku em sporê dikin ruhê amatorî û profesyonelî tercîh dikin. Ji bo tîman malzemeyên sporê jî didin. Malzeme didin dibistanên gundan an jî dibistanên ku daxwazên wan hene."

Degîrmencî da zanîn ku îsal hezar û 300 zarok hatine kursan û wiha axivî: "Rewşa wan a aborî çi dibe bila be armanca me xwe gihandina zarokan e. Em dikin ku stresa havînê li ser xwe bavêjin û sporê bikin. Divê em hevalên xwe yên xwedî qabîliyet bigihînin kulubên sporê."

Degîrmencî ev agahî da: "Me turnuvaya basketbolê li dar xist. Yekîtiya têkoşîna li dijî tiryakê, tiryakêşên ku berê wan didin me ve em jî dikin ku hinekî alîkariyê bidin tedawiya wan. Li gelek qadan niha cihê ku hewza avjeniyê bên çêkirin diyar dikin. Li 'toplu konutan' hewza avjeniyê dê bê temamkirin. Di nava 45 rojan de dê temam bibe. di nava projeya me de hewza avjeniyê ya olîmpîk jî heye. Me wekî cih 500 Evler diyar kir. Em ê hîmê wî jî di îlonê de bavêjin."

(sa)


Bêjeyên Miftehî