1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Asayîşa Jinê nimûneya jiyana hevbeş e
Asayîşa Jinê nimûneya jiyana hevbeş e,asayîşa,jinê,nimûneya,jiyana,hevbeş,e

Asayîşa Jinê nimûneya jiyana hevbeş e

A+ A-

ANHA - HESEKÊ - Ji bo vekirina duyemîn navenda Asayîşa Jinê ya herêma Cizîrê ku li bajarê Hesekê were vekirin xebat tên kirin. 24 endamên Asayîşa Jinê yên Kurd, Ereb û Suryan ku bi hevkariya xwe nimûneya jiyana hevbeş a Rojavayê Kurdistanê nîşan dide, bi hev re mil bi mil bê navbera xebatan didomînin.

Asayîşa Jinê ya bajarê Hesekê erka ku jê tê xwestin, bicih tîne û ji bo vekirina navendeke xweser di pêşerojê de ku ya duyemîn li kantona Cizîrê de piştî ya bajarê Dêrikê be, xebat tê meşanadin.

Asayîşa Jinê ya bajarê Hesekê di nava 3 mehan de 45 pirsgirêk hembêz kirine û ji bo çaresekirina van pirsgirêkan xebat tên kirin. Her wiha hin ji wan gihiştiyê Dadgeha Gel û Navenda Zanist û Perwerdê ya Jinê. Pirsgirêkên gihiştine gel Asayîşa Jinê girêdayî dizî , xapandin û pevçûnên malbatî ne.

Di nava Asayîşa Jinê de 24 endamên ji pêkhateyên bajar ên Kurd, Ereb û Suryanî hene. Hemû endam perwedeyên leşkerî, bîrdozî û ramyarî birine û perwerdeyên xwe didomînin.

Derbarê kar û xebatên Asayîşa Jinê ya bajarê Hesekê de Endama Asayîşa Jinê Hindirîn Eswed ji nûçegihanên ANHA'yê re axivî.

Hindirîn rola jinê di şoreşa Rojava de nirxand û wiha vegot: "Jin ji hişmendiya baviksalariyê rizgar bûye û di hemû aliyên civakî, bîrdozî, siyasî, aborî û leşkerî cih girtiye û tevlîbûna wê di nava eniyên şer de li gel zilam ji bo parastina xaka welatê xwe aktîf e."

Eswed bal kişand ser çalakiya têkoşer Arîn Mîrkan ku hêza jinê ya leşkerî li hemberî dijminên mirovahiyê (DAIŞ) ji cîhanê re isbat kir.

Eswed di axaftina xwe de 22'yemîn salvegera şehadeta têkoşer Bêrîtan bibîr xist û destnîşan kir ku Bêrîtan bûye sembola berxwedana jina azad.

Hindirîn Eswed diyar kir ku ji bo vekirina navendeke Asayîşa Jinê di pêşerojê de kar û xebat tên kirin, her wiha ji bo vekirina buroyên girêdayî lêkolîn, arşîv û diwanê xebat didomin.

Di dawiya axaftina xwe de Eswed destnîşan kir ku Asayîşa Jinê ji 24 endamên ji hemû pêkhateyên bajarê pêk tê û ev endam di perwerdeyên bîrdozî, siyasî û leşkerî re derbas bûne.

JIYAN ŞÊXO - MALIK OSO

(bb/he)