1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. Azadiya Welat, ji Rojhilat hiltê!
Azadiya Welat, ji Rojhilat hiltê!,azadiya,welat,ji,rojhilat,hiltê

Azadiya Welat, ji Rojhilat hiltê!

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA) - Rojnameya Azadiya Welat li hemberî hemû zor û zehmetiyan rêwîtiya xwe ya li ser şopa şehidên çapemeniya azad didomin. Rojnameya ku di 15'ê tebaxa 2006'an de bi sernavê "Çavê we ronî" dest bi weşana rojane kir, derket astekî navnîşaneke şopandinê ya pêşketinên di qadên çandî, civakî û siyasî yên kurdan. Xwedî îmtiyaza rojnameyê Ramazan Olçen, diyar kir ku ew hêza xwe ya xebatê ji dehan şehîdên çapemeniyê yên wekî rewşenbîr Musa Anter û Gurbetellî Ersoz digirin.

Rojnameya Azadiya Welat ku li welat tekane rojane weşana kurdî dike, ligel hemû pêkûtiyên li ser wê 8 salan li pişt xwe hişt û di 15'ê tebaxê de dê bikeve sala xwe ya 9'emîn. Rojname ku di 15'ê tebaxa 2006'an ve kete weşana rojane, 9 caran hate girtin, ji rêveberên weşana giştî bigire, heta karên nivisê, edîtor, nûçegihan û xwediyê îmtiyazê gelek caran hatin binçavkirin, cezayên pereyan li wan hate birîn û rastî hemû cûre pêkûtiyan hatin. Azadiya Welat ku gelek caran bi hincetên pêkenok hate girtin û ceza hate birîn, tu caran dev ji meşandina kevneşopiya çapemeniya azadiyê berneda. Rojname, di heman demî xwedî taybetmendiya di dîrokê de li ser axa xwe tekane weşana rojane ya bi kurdî dike ye. Her wiha bi vê re jî xwedî unvana di qada weşan-çapemeniya kurd de ya herî demdirêje ye. Dawî li seruvena weşankariya li surgunê ya bi navê Kurdistan ku di sala 1898'an li peytexta Qahîrê ya Misirê ye jî anî.

Navnîşana pêşketina qada çandî, civakî û siyasî ya kurdan

Rojnameya Azadiya Welat ku li welat rojnameya herî demdirêj bi kurdî tê weşandin û di sala 1996'an de dest bi weşanê kiribû, di sala 2003'an de dawî li jiyana sirgunê anî û vegeriya Amedê. Bi hatina Amedê re rojname ji hêla rayedarên ku asta dewletî de dixebitin (dozger) nêrîna "Ev rojname çewa dikare li Amedê weşanê bike?" pêşket. Û ev nîqaş di demek kurt de şûna xwe ji pêkanînên kêfî re bi girtin, ceza û pêkûtiyan re hişt. Di wê demî de di kesayeta Azadiya Welat de çandeke girtina rojnameyan derket holê. Di nava hincetên girtinê de ku pêkenokên Azîz Nesîn jî derbas dikin heyî yên wekî hin caran ji hêla polîs û hin caran jî ji hêla paqijvanên adliyê ve tê wergerkirin ve, her 4-5 mehê carekî dihate girtin. Ji ber girtin û dozan her carê xwedî îmtiyaza rojnameyê dihate guherandin. Di dema girtinê de jî, bi navên Rojev, Dengê Welat, Welat û Hawar dihate vekirin. Ji ber girtinan rojname di hêla aboriyê de gelek astengî kişand, xwedî îmtiyaz û gerînendeyên karên nivisê jî rastî cezayên sedsalan dihate xwestin. Rojnameya Azadiya Welat ku ji bilî Tirkiyeyê ji hêla kurdên li Îranê, Herema Federal a Kurdistanê û Rojava ve jî hate şopandin. Bi vê re jî rojname derket asta navnîşana şopandinê ya pêşketinên di qadên çandî, civakî û siyasî ya kurdan.

Bi sernava 'Çavê we ronî' dest bi weşana rojane kir

Xwedî Îmtiyaz a Rojnameya Azadiya Welat Ramazan Olçen, derbarê pêvajoya weşana rojane û ji nû ve vegeriya li ser axa xwe û weşanê kir de, agahî da û diyar kir ku rojname hêza xwe ya xebatê ji dehan şehîdên ên wekî rewşenbîr û niviskarê kurd Musa Anter û Gurbetellî Ersoz, digirin. Olçen, da zanîn ku rojnama yekemîn a bi navê Welat di sala 1992'an de bi Darbeya Cuntaya Leşkerî ya 1980'î ku dihate xwestin tune bikin, li ser pêwîstiya gel, ligel hemû zahmetiyan hate derxistin. Olçen, da zanîn ku Rojnameya Azadiya Welat ku di sala 1996'an de bi heftane dest bi weşana xwe kir û destnîşan kir ku her çiqas rojnameyên heftane xwedî misyon û rolên xwe hebin jî, derbasbûna formata rojane li ser pêwîstiyek bû rojan e. Olçen, anî ziman ku rojname di esasê xwe de ji sala 1992'an heta 2006'an ji bo rojname bibe rojane di nava hewildanan debûn. Olçen, bal kişand ser polîtîqayên tunekirinê ya li ser rojnamevanan û destnîşan kir ku ji ber van sedeman ew derfet çênebû. Olçen, diyar kir ku bi pêşketina têkoşîna azadiya kurd û bilindbûna hişmendiya civakî re, ew rewşa ku heta sala 2006'an weke loqal pêşket, piştre girîngiya pêdiviya weşana rojane derket holê. Olçen, da zanîn ku bi vê re jî di 15'ê tebaxê de bi manşeta "Çavê we ronî" derkete pêşberî civakê.

'Azadiya Welat ji pêşdibistan heta zanîngehê peywira hînkirinê dibîne'

Olçen, destnîşan kir ku rojname roja pêşî li ser çi esasî hatibû derketin îro jî li ser heman esasî riya xwe didomîn e. Olçen, anî ziman ku rojname di pêvajoya weşana heftane de 8 rûpelan derdiket, di wê demî de nîqaşên divê 12 rûpel bê derxistin dihate meşandin. Olçen, bal kişand ser pêkûtiyên li ser zarava û zimanê kurdî û diyar kir ku dibistanekî fermî ya zimanê kurdî tinebû. Olçen, wiha got: "Ev jî rol û misyona Azadiya Welatê zêdetir dikir. Ziman û zaravayên ku Azadiya Welat diweşîne hêj jî zimaneke qedexeyî ye. Ji ber di sererastkirina qanûnên weşan-çapemeniyê de ji bo weşanên ji bilî zimanê tirkî tu guherandin nehatiye kirin, her çiqas em fermî bên xûyakirin jî lê ji ber vê sedemî hêj jî wek e qorsan weşanê dikin. Lê ligel vê yekî rojname ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê peywira hînkirinê dibîne."

Ji xebatkarên rojnameyê ku rûpela wêjeyê amade dike û karê redekteyê girtiye ser xwe Dîlan Aydin, diyar kir ku ew 3 salin dixebite, bi ketina weşana rojanê re her sal di zêdebûna rûpelê de jî pêşketin çêdibe û di hêla naverokê de jî asteke dewlemend bûye jî heye. Aydin, da zanîn ku ji ber tekane rojnameyekî kurdî ya rojane weşanê dike, ew wek e xebatkarên rojnameyê girîngiyê didineyê û di firqa girîngbûyîna rojnameyê de ne. Aydin, anî ziman ku lê di hêla xwegihiştandina civakê de hinek qels dimînin û di hêla xwendin û nivisandina kurdî de qelsbûn derdikeve holê.

Taybetmendiya Rojnameya Azadiya Welat a din jî ew e ku di rojnameyê de rûpelek ji zaravayê dimilkî re hatiye veqetandin. Edîtorê ku rûpela dimilkî amade dike Aytaç Duymuş, diyar kir ku ev rojname li hember polîtîqayên dewletê ya li ser zimanê kurdî tê meşandin têkoşînê dide meşandin. Duymuş, destnîşan kir ku heta sala 2012'an di rojnameyê de rûpelek a zaravayê dimilkî hebû di 2012'an de weke pêvekek bi zaravayê dimilkî bi navê Veroj hate derxistin. Duymuş, anî ziman ku armanca derxistina vê pêvekî ew bû ku yên dixwestin zaravayê dimilkî ji zimanê kurdî cuda bigirin hatibû derxistin û got: "Lakîn, pêveka Veroj ji ber sedemên aboriyê, ji ber di rojnameya Azadiya Welat de rûpela dimilkî derket 2 rûpelî dawî li pêvekê hat."

Di 15'ê tebaxê de li qada Sîsê ya girêdayê navçeya Lîcê ya Amedê bi boneya rojname derbasî weşana rojane bûye dê bernameyek bê lidarxistin.

(ea/lg)