1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bêhnvedana şervanên azadiyê ya ji bo çayê
Bêhnvedana şervanên azadiyê ya ji bo çayê,bêhnvedana,şervanên,azadiyê,ya,ji,bo,çayê

Bêhnvedana şervanên azadiyê ya ji bo çayê

A+ A-

KADRÎ OZKAN

KOBANÊ (DÎHA) - Ji şervanên YPJ'ê Zînarî Zagros a ku di hamleya rizgarkirina gundên rojavayê Kobanê de cih girt û li qada îstasyonê ya hatî rizgarkiirn ji bo çavê bêhna xwe vedayî got "Em soza xwe ya me daye Serokatî, gel û şehîdên xwe îro bi cih tînin."

Piştî şervanên YPG û YPJ'ê navenda Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir ji bo gund bên azadkirin hamle hat destpêkirin û berdewam dike. Herî dawî pevçûn li eniya rojava dijwar bûn û şervanên YPG û YPJ'ê bi hêz pêşde diçin. Di necama hamleyê de li eniya rojava gundê Mûman, Mînaz, Çixur, Çolbeg, Girê Şehîd Êrîş (Zorava) û avahiya Radyoya Dengê Kobenê hat rizgarkirin. Piştî Girê Zorava ji çeteyan hate paqijkirin êrîşên çeteyan ên li rojava piranî hatin şikandin. Şervanên YPG û YPJ'ê alên YPG/YPJ û TEVDEM'ê li Zorava çiklandin.

Peyama biryarbûnê

Piştî operasyona mezin hin şervanên YPG û YPJ'ê li qada îstasyonê bêhnvedana çayê dan û hin şervanan jî gog lîstin. Şervanê YPG'ê Ahmet têkildarî operasyonan de axivî û wiha got: "Duh di encama hamleya rizgarkirina gundan de em Mûman û Mînaz girtin. Pişt re Mûmana duyemîn Çixûr, Çolbeg û Girê Şehîd Êrîş me azad kir. Herî dawî me Girê Îstasyonê azad kir û ala xwe li wir çikiland. Operasyonên me dê heya dawî bi biryar berdewam bikin."

'3 rojan me berxweda'

Şervana YPJ'ê Zinarî Zagros jî wiha got: "Piştî azadkirina Kobanê em ji bo paqijiya gundan dest bi hamleyê kir. Di vê operasyona dawî de 3 roj û şev em raneketin û me li ber xwe da. Em ev qad jî azad kirin û ala xwe lê çikiland."

'Bi vê têkoşînê serê me bilind e'

Zagros diyar kir ku qadên azad kirin bi saya rêhevalên xwe yên şehîd ketin azad kirin û wiha axivî: "Ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bişkinên gelek hevalan me bi lehengî bi bedenên xwe li hemberî dijmin rawestiyan. Şahadet çêbûn. Em ji bo şehîdên xwe çi bêjin kêm e. Ya em bêjin ev e. Hinî em li ser piyan bin em dê di riya wan de biçin. Bi vê têkoşînê em serbilind in. Em soza me daye Serokatî, gel û şehîdên xwe îro bi cih tînin."

(bd/wk)