1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Bîlançoya Gazzeyê: 502 Filistînî, 18 leşkerên Îsraîlê mirin
Bîlançoya Gazzeyê: 502 Filistînî, 18 leşkerên Îsraîlê mirin,bîlançoya,gazzeyê,502,filistînî,18,leşkerên,îsraîlê,mirin

Bîlançoya Gazzeyê: 502 Filistînî, 18 leşkerên Îsraîlê mirin

A+ A-

GAZZE 21.07.2014 08:30:48 Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên li hemberî Gazze ya di bin kontrola Hamasê de, 140 jê roja Yekşemê heta niha herî kêm 502 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Windahiya Îsraîlê jî 18 leşker e.

Artêşa Îsraîlê ji 8'ê Tîrmehê û vir ve êrîşî Şerîda Gazzeyê dike. Ji destpêka operasyonê û vir ve êrîşên herî kujer roja Yekşemê rû dan. Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî li rojhilatê Gazzeyê di bombebarana li hemberî Şecaiyye de herî kêm 72 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava tevahiya rojê de bi giştî 140 Filistînî bûn qurbanî.

Di êrîşên roja Yekşemê de li Şecaiyye'yê zêdeyî 250 kes birîndar bûn, 450 kes jî di tevahiya êrîşên li hemberî Şerîda Gazzeyê de birîndar bûn.

Di êrîşa hewayî ya îro danê sibê li hemberî Refah a li başûrê Şerîda Gazzeyê de 7 jê zarok 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Qurbaniyên vê sibê hemû ji malbatekê bûn. Li başûrê Şerîda Gazzeyê li Han Yûnûsê, ji binê xirbeyê xaniyekî beriya niha rastî bombebaranê hatibû îro danê sibê cesedê 16 Filistîniyan hatin derxistin.

Ji aliyê Îsraîlê jî di nava 24 saetên dawî de li Şerîda Gazzeyê 13 leşker mirin. Ji 8'ê Tîrmehê û vir ve hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatin kuştin derket 18'an. Ev yek ji sala 2006'an û vir ve ji bo artêşa Îsraîlê windahiyên herî giran e. 7 ji van leşkeran di dema derbasbûna maşîneke zirxîn de di bombebaranê de û 3 jê jî li du nuqteyên cuda yên avahiyeke şewitî di gulereşandinê de mirin. Ji aliyê Îsraîlê her wiha 2 sivîl ji ber avêtina rokêtan jiyana xwe ji dest dan.

Di vê navberê de hat diyarkirin ku ji ber êrîşên Îsraîlê, li dibistanên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tên birêvebirin 81 hezar Filistîniyan xwe lê girtine.