1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bangewaziya Konferansê: Di Salên 1990'î de Kurd û Kurdistan
Bangewaziya Konferansê: Di Salên 1990'î de Kurd û Kurdistan,bangewaziya,konferansê,di,salên,1990,î,de,kurd,û,kurdistan

Bangewaziya Konferansê: Di Salên 1990'î de Kurd û Kurdistan

A+ A-

Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê

Em ê wekî Yekeya Xebatên Kurdî ya Zanîngeha Bilgiyê, Civata Çand û Ramanê ya Zanîngeha Bilgiyê û Kovara Toplum ve Kuramê, salên 90'î yên ku heta îro ji hêla akademiya Tirkiyeyê ve nehatine nîqaşkirin û dîtin vekolin. Em ê di 26-27'ê Avrêla 2014'an de bi konferansa ku sernavê wê "Di Salên 1990'î de Kurd û Kurdistan" e, vê dema ku tê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane ji bo bê nîqaş kirin bînin rojevê.

Dê konferansa me ya ku  akademîsyen û lêkolînerên ji derveyî Tirkiyeyê jî beşdar dibin du rojan bidome.

Axaftina destpêkê ya konferansê wê ji hêla Martin van Bruinessen  (Zanîngeha Utrecht ê. / Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê) ve bê kirin. Roja pêşîn wê sê rûniştin pêk werin. Dê di rûniştina yekemîn de di çarçoveya "Di salên 1990'î de bi Perspektîfa Gerdûnî Kurd û Kurdistan" nîqaş bê kirin. Di vê daneşînê de wê Hamit Bozarslan (EHESS, Fransa), Muhammad Abdullah Kakasur (Zanîngeha Selahaddînê) , Esmail Shams (Zanîngeha Tahranê) û Ziwar al-Omar (Lêkolîner) danezanên xwe pêşkêş bikin. 
Sernavê rûniştina duyemîn a piştî nîvro "Li Kurdistana Bakur Stratejiyên Dewletê yên Şer" e.  Berî vê rûniştinê wê Nazan Üstündağ (Zanîngeha Boğaziçiyê) li ser awayê nîqaşkirina salên 1990'î axaftineke destpêkê bike. Di vê rûniştinê de dê Naif Bezwan (Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê), Bilgin Ayata (Freie Universitaet, Berlin) û Adnan Çelik (EHESS, Fransa)  pêşkêşiyên xwe bikin.

Di rûniştina piştî nîvro de wê Qadên Berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê bên nîqaş kirin. Di vê rûniştinê de wê Cengiz Güneş (Open University), Ahmet Yıldırım (Zanîngeha Dicleyê) û Engin Sustam (Zanîngeha Arelê) ezmûnên berxwedanê yên cuda ku di salên 1990'î de pêk hatine bînin ziman.

Di roja duyan de jî wê rûniştinek pêk were.  Di vê rûniştinê de wê nîqaşa li ser Qadên Berxwedanê yên Bakurê Kurdistanê bidome. Di vê rûniştinê de Rûken Alp (Zanîngeha Sabancıyê), Sibel Öz (Zanîngeha Marmarayê) û Cuma Çiçek (Institut d'Etudes Politiques de Paris) wê pêşkêşiyên xwe bikin. 
Di vê konferansê de mijara salên 1990'î ku heta îro ji hêla  zanîngehên Tirkiye û Kurdistanê ve hatiye îhmalkirin were nîqaşkirin. Zanînên di derheqê cih, seat û danezanên vê konferansa me de ku wê di vê mijarê de yekem çalakiya akademîk be li bernameya li jêr cih digirin.

Ragihan:

mail: [email protected]

tel: 05315412431

 

Di Salên 1990’î de Kurd û Kurdistan

26-27 Avrêl 2014

Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê, Kampusa Kuştepeyê, Salona Mezin (BS)