1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Bayik: Tirkiyeyê rejîma Esad li ser lingan girt
Bayik: Tirkiyeyê rejîma Esad li ser lingan girt,bayik,tirkiyeyê,rejîma,esad,li,ser,lingan,girt

Bayik: Tirkiyeyê rejîma Esad li ser lingan girt

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 02.10.2014 07:00:00 Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku ya rejîma Esad heta niha li ser lingan girtiye Tirkiye ye û got, "Tirkiyeyê bi destekkirina rêxistinên xwedî karaktereke faşîst re hem rejîma Esad li ser piyan girt, hem jî nehişt Sûriye demokratîk bibe." Bayik diyar kir ku ya Sûriyeyê demokratîk bike mînaka Rojava ye û ya li dijî DAIŞ û piştevanên wê bi ser bikeve jî Tevgera Azadiyê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de bal kişand ser rola Tirkiyeyê ya di hebûna heyî ya rejîma Esad û demokratîknebûna Sûriyeyê de.

Bayik da xuyakirin ku eger rejîma Sûriyeyê heta niha li ser lingan mabe, sedema vê polîtîkayên Tirkiyeyê ye û got, "Tirkiyeyê nexwest Sûriye demokratîk bibe. Ji ber vê yekê jî çeteyên dij demokrasiyê destek kirin. Ji ber ku di Sûriyeya demokratîk de Kurdan jî wê cihê xwe bigirta. Rêxistinên ne demokratîk û xwediyê karakterekî faşîst bi desteka Tirkiyeyê hatin bihêzkirin. Vê yekê jî derfeta mayina li ser lingan da rejîma Esad."

Bayik destnîşan kir ku bi tenê hêzên ku xwedî karakterek demokratîk in dikaribûn rejima Baasê ji hev bixin û ji bo vê jî şoreşa Rojava mînakek nîşan da.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ev nirxandin kir:

"Heta ku Tirkiye pirsgirêka kurd çareser neke wê her tim rastiyan berevajî bike. Her wiha heta şerê taybet û psîkolojîk ê li ser bingehê dijminatiya kurd tê meşandin jî wê têk biçe. Ji ber ku her polîtîka û têkiliya li ser dijberiya kurd dimeşîne Tirkiyeyê ber bi alozî û pirsgirêkê nû ve dikişîne. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de di roja me de ew bi aloziyên mezintir re rû bi rû hiştine. Tirkiye rewşa aloz bi êrîşkirina DAIŞ'ê ya li dij Şoreşa Rojava dixwaze bi navê herêma tampon bidomîne.

EGER HETA NIHA REJÎMA SÛRIYEYÊ LI SER LINGAN MABE SEDEMA VÊ POLÎTÎKAYÊN TIRKIYEYÊ YE

Tirkiye ku van êrîşan bi rê ve dibe kampanyaya reşkirina Şoreşa Rojava jî dimeşîne. Bi derewa ku Şoreşa Rojava xwe dispêrê Esad re şerê psîkolojîk didomînin. Lê belê Şoreşa Rojava bi karakterê xwe yê hêza bingehîn a Sûriyeya demokartîk e. Lê belê polîtîkayên Tirkiyeyê bûn çalakiyên bingehîn ên rejîma Sûriyeyê li ser lingan hiştin.

Eger heta niha rejîma Sûriyeyê li ser linga mabe, sedema vê polîtîkayên Tirkiyeyê ne. Tirkiyeyê heta niha destek ne daye hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê. Li şûna wê, hêzên ku li dewsa rejîma Esad rejîmeke otorîter ji bo xwe xistine hedef destek dike. Taybetmendiya herî bingehîn a van hêzên Tirkiye wan destek dike jî qebûlnekirina mafê Kurdan e. Diyar e ku hêzên mafê Kurdan qebûl nekin jî nikarin mîna hêzên demokratîk werin binav kirin. Dewleta tirk polîtîkaya ku rejîma Esad yekser bikeve û hêzeke din a otorîter bibe desilatdar ku kurd ji rewşê sûdê wernegirin meşand. Lê belê ne rejîma Esad têk çû, ne jî hêzên ku Komara Tirk destek kirin biser ketin. Di rewşeke wisa de Şoreşa Rojava pêk hat û kurdan xweseriya demokratîk îlan kir.

TIRKIYÊ NEXWEST SÛRIYE DEMOKRATÎK BIBE

Rêya bi tenê ya rakirina rejîma Esad û demokratîk kirina Sûriyeyê ew bû ku hêzên demokrasiyê çalak û bihêz bibin. Di destpêkê de civakê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan da û xwest Sûriye demokratîk bibe. Lê belê Tirkiyeyê nexwest Sûriye demokratîk bibe. Ji ber vê yêkê jî çeteyên dij demokrasiyê destek kirin. Ji ber ku di Sûriyeya demokratîk de Kurdan jî wê cihê xwe bigirta. Ji ber vê yekê jî tercîha xwe ne ji aliyê hêzên demokratîk ve bikar anî, li dewsa wê hêzên ku rejîmeke nû ya zextê ava bikin destek kirin. Ji ber heman sedemê jî dijminatiya Şoreşa Rojava kir.

Mîna Tevgera Azadiya Kurd gelek caran be bang kirin û polîtîkayên dewleta tirk rexne kirin. Me xwest ku ne çeteyan û hêzên otorîter destek bike li dewsa wê alîgiriya hêzên demokrasiyê û Şoreşa Rojava bike. Lê belê dewleta tirk desteka xwe ji aliyê çeteyên mîna El Nusra, Ahrar El Şam û DAIŞ'ê ve bikar anî. Rêxistinên ne demokratîk û xwediyê karakterekî faşîst bi desteka Tirkiyeyê hatin bihêz kirin. Vê yekê jî derfeta mayina li ser lingan da rejîma Esad. Rejîma Esad got ew li dij terorê têdikoşe. Got em li dij hêzên mirovan serjê dikin, yên kezeb û dilê mirovan derdixin û dixwin şer dikin û bi vê argûmanê her der rûxand, şewitand, bombebaran kir û kesî jî dengê xwe nekir. Ji ber ku hêzên ku bi wan re şer dike di çavê cîhanê de ji Esed xetertir in. Bi taybet helwestên wan yên wehşî yên li dijî civakên xwedî baweriyên cûda, Xirîstiyanên li Libnan, Sûriye û însanên ji baweriyên cûda xistin nava fikaran. Dewleta Tirk bi têgihîştina mezhebî bi piştgiriya hêzên faşîst yên mîna El Nusra û IŞİD kir û hêz da wan û hişt ku rejima Esed li ser lingan bimîne û bi hêz bibe. Lê belê hem vê sûcê xwe vedişêre û hem jî ji bo vê rûyê xwe yê qirêj veşêre, şoreşa Rojava tewanbar dike. Bi tenê hêzên ku xwedî karekterek demokratîk in dikaribûn rejima Baasê ji hev bixin. Ji ber vê şoreşa Rojava mînakek pir girîng e.

YA LI DIJ DAIŞ'Ê Û HÊZÊN PIŞTEVANÊ WÊ DE BI SER BIKEVE TEVGERA AZADIYÊ YA KURD E

Eger ev mînak derketa pêş, wê rejima Baas heta niha biketa. Di rewşek wiha de yan wê rejim biketa yan jî wê ji zîhniyeta xwe ya hegemonik paş de gav biavêta û li ser Sûriyeyek demokratîk lihevkirin pêk bihata. Lê piştî ku çeteyên faşîst derketin pêş rejima Baas li ser vê bingehê xwe li ser lingan hişt. Tirkiye niha vê rastiyê berevajî dike û dixwaze şoreşa Rojava tewanbar bike. Lê belê henû cîhan karekterê şoreşa Rojava û Tirkiye piştigirî dide kî baş dizane. Niha baştir tê dîtin Tirkiye bi polîtîkayên xwe çi armanc dike. Bi destekkirina çeteyên faşîst xwest şoreşa Rojava bifetisîne û PKK jî bi van hêzan mujûl bike. Tevî ku YPG û HPG ev du salin bi DAIŞ’ê re şer dikin jî daxuyaniya Yalçin Akdogan a mîna, „Li dewsa wê bi Tirkiyeyê re mijûl bin bila herin bi DAIŞ’ê re şer bikin“ bi rengekî vekirî nîşan dide ka polîtîkayên wan û armanca wan çi ye. Li Sûriyeyê di rewşeke ku çeteyên mîna El Nusra û DAIŞ’ê xwedî kirin û mezin kirin de bi tevahî dijminatiya Kurdan û Şoreşa Rojeva pêvajo meşand. Polîtîkaya niha ya mîna herêma tampon pratîzekirina dijminatiya kurd a bi rengekî din e. Lê belê Tirkiye di nava şaşiyeke mezin de ye. Ya li DAIŞ’ê jî, li dij Tirkiyeyê û hêzên din jî li ber xwe bide û biser bikeve wê Tevgera Azadiya Kurd be."