1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Bi desteka kuantumê ber bi Aqilê Çêkirî ve
Bi desteka kuantumê ber bi Aqilê Çêkirî ve,bi,desteka,kuantumê,ber,bi,aqilê,çêkirî,ve

Bi desteka kuantumê ber bi Aqilê Çêkirî ve

A+ A-

Di pêşerojê de dê Komputerên Kuantum bibin parçeyekî jiyana me. Tê payîn ku di riya Aqilê Çêkirî de ji wan komputeran destek were standin.

Komputerên Kuantum ji komputerên klasîk cuda ne. Li gor pîvanên kuantumê kar dikin. Tê payîn ku di pêşerojê de, di gelek karan de bên bikaranîn. Komputerên Kuantumê dikarin gelek karan ji komputerên klasîk zûtir pêk bînin.

Komputerên Klasîk daneyan di yekîneyên bi navê "bit" de hiltînin. Bit di rewşa 0 (sifir) û 1 (yek) de  ne. Yanî dane ji van her du rewşan pê ve di Komputerên Klasîk de nayên hilanîn. Lê di Komputerên Kuantumê de dane di yekîneyên "Kuantum Bit"an de, an jî bi kinasî di "kubit"an de tê hilanîn.

Kubit tenê ji rewşa 0 û 1'ê pêk nayê, di kombînasyoneke lineer a van her du rewşan de jî dikare were hilanîn. Ji ber ku kubit dikare bêhejmar di rewşên cuda de be, bi algorîtmayên ku tên çêkirin, gelek pirsgirêkên ku Komputerên Klasîk nikarin çareser bikin bi hêsanî dikarin bên çareserkirin. Mînak, mifteyên RSA ku li ser înternetê ji bo ragihandina agahiyên bi şîfre tên bikaranîn. Ji ber ku ji hev veqetandina carînên bingehî yên hejmarên pir mezin gelekî zehmet e, ji wê sûde tê wergiritin. Yanî îro komputerên herî pêşketî jî nikare hejmarek ji 250 reqeman pêk tê li carînên bingehî veqetîne.

Ji ber ku ev awayekî pir ew ye, şîfreyên bankayan di ser înternetê re bi vî rengî tên ragihandin.

Karê ji hev veqetandina carînên bingehî bi Komputerên Kuantumê dikare bi hêsanî were kirin.

Heta niha, algorîtmayên ji Komputerên Kuantumê re dihatin pêşxistin, bi piranî ne ji bo "aqil", lê ji bo pirsgirêkên ku lezgînî jê re lazim bûn e.

Komek lêkolînerên ji MIT (Massachusetts Institute of Technology)'ê jî ji bo Komputerên Kuantumê di riya "Aqilê Çêkirî" de bi kar bînin, hinek algorîtma çêkirin.

Di cureyekî "Hînkariya Mekîneyê" de, mekîne ji tecrûbeyên xwe yên borî sûdê werdigire. Bi vî rengî di warê lêgerîna honandinên daneyan de xwe bi pêş ve dixe. Bi algorîtmaya ku koma lêkolînerên Prof. Lloyd ê MIT'ê çêkirine, hînkariya mekîneyê pir bi lez dimeşe.

Bi algorîtmayên bi vî rengî yên kuantumê, ji nav wêneyên tevlihev naskirina rûyê mirovekî, an jî siwareyên ji xweber diçin û tiştên wiha tên hêvîkirin.