1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi hezaran pîkabên TOYOTO û NÎSAN ji Mêrsînê diçin ku?
Bi hezaran pîkabên TOYOTO û NÎSAN ji Mêrsînê diçin ku?,bi,hezaran,pîkabên,toyoto,û,nîsan,ji,mêrsînê,diçin,ku

Bi hezaran pîkabên TOYOTO û NÎSAN ji Mêrsînê diçin ku?

A+ A-

MÊRSÎN (DÎHA) - Bi hezaran JEEP û pîkabên TOYOTO û NÎSAN ku ji welatên Avrupa û Çîn Japonya bi riya Derya Spî tên Tirkiye li Kendava Mêrsînê tên rawestandin. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku ev pîkab û JEEP bi riya Tirkiye diçin ji KDP'ê û rêxistinên Selefî yên Sûriyê. Berê jî hatibû diyar kirin ku lojîstîk û çekên ji Yemenê ten vir dişînin ji çeteyên El Nusra re.

Di demên dawî de kendava Mêrsînê di nava liv û tevgerek cuda de ye. Li aliyekî lojîstîka ku ji welatên derve tê ne diyar e diçe ku. Li aliyê din sewqîyata maşîneyên wekî Pîkap û JEEP'ên ji welatên dûr tên nayê zanîn ku bi kuve diçe. Piştî çend roj berê hat dîtin ku alîkariya lojîstîkê b rêya fîrma û şîrketên ku ereb şirîkên wan in bi awayekî nepen û qaçax dişînin Îdlibê ku çeteyên El Nusna lê ye. Niha jî tê dîtin ku bi hezaran maşîneyên wekî pîkab û Jeepên wekî TOYOTA û NÎSSAN li Kendavê tên rawestandin. Alikariya ji welatên ebeb û rojhilata dûr tên dişînin herêmên şer û wekî maşîneyên leşkerî tên bikar anîn. Tê gotin ku di riya sînorê Reyhanli ya Hatayê re dişînin herêmên ku KDP û rêxistinên selefî lê serdestin.

Tirkiye dişîne ji KDP'ê re û KDP jî dişîne ji çeteyan re

Di wêne û dîmenan de tê xuyakirin ku maşîneyên TOYOTO û NÎSAN ji Japonya Çîn û welatên Ewropa tên Mêrsînê. Çavkaniyan anîn ziman ku nêzî 10 hezar maşîneyên ku hatine îthalkirin bi riya şîrketên Tirkiye û Suriye dişînin herêmên şer. Çavkaniyan anîn ziman ku pîkab û Jeepan bi TIR'a di deriyê sînorê xaburê re dişînin Herêma KDP'ê û bi riya KDP'ê re jî dişînin ji herêmên çeteyan re.

Di sala 2012'an de jî derketibû holê ku li ser navê biskuvî bi hezaran çek hatibûn barkirin û şandibûn ji çeteyan re. Di çileyê 2013'an de jî keştiya ji Kendava mêrsînê çû Yemenê çek hatibûn zeftkirin.

Ji gulana 2016'an heta niha jî lojîstîk û maşîne ji welatên Çîn, Japon û Ewropa tên li Kendava Mêrsînê û ji vir jî sewqî Sûrî tên kirin. Hat îdîakirin ku bi riya şîrketa Rehyanhi Diç Ticaret a Samî Demîr ku xizmê wekîlê AKP'ê yê Hatayê Feyzi Şanverdî ye alîkari ji çeteyên El Nusra re tên şandin.

(mae)