1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bi kampanyaya DERMAN ve 2 TIR alîkariya derman hate kirin
Bi kampanyaya DERMAN ve 2 TIR alîkariya derman hate kirin,bi,kampanyaya,derman,ve,2,tir,alîkariya,derman,hate,kirin

Bi kampanyaya DERMAN ve 2 TIR alîkariya derman hate kirin

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) – Odeyên Dermanfiroşan a Şirnex û Mêrdînê ji bo alîkariya Şengal û Rojava bi riya operatorên GSM’ê kampanyaya bi navê “DERMAN” da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 2 TIR derman hate komkirin û gihandin Wezaretên Tenduristiyê yên Kontonên Rojava.

Alîkariya ji bo kesên di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de mexdûr bûn eli Kurdistanê kampanya didomin, Odeyên Dermanfiroşan ên Şirnex û Mêrdînê jî bi navê “DERMAN” kampanya da destpêkirin. Kampanya bi riya SMS’ê hatiye destpêkirin di çarçoveya kampanyayê de ji hemû operatorên GSM’ê de dema ku “DERMAN” tê nivîsandin û ji 4384’ê re te şandin 5 TL diçe hesabê alîkariyê.

2 TIR derman hate komkirin

Dermanfiroşên ku kampanya dane destpêkirin bang li hemû kesan kirin û xwestin alîkariya bi deh hezaran mirovên ku ji Rojava û Şengale ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê mexdûr bûne bikin û heta niha di çarçoveya kampanyayê de bi pereyên ku hatiye komkirin ve 2 TIR derman. Malzemeyên tibî û mamaya zarokan hatini kirîn.

Alîkari gihandin Wezaretên Tenduristiyê yên Rojava

Rayedarên odeyan diyar kirin ku alîkariya yekem di 25’ê Tîrmehê de ji Deriyê Sînor ê Şenyurta Qoserê şandine Kanotan Cizîrê û di 25’ê Tîrmehê de jî ji Deriyê Sînor ê Murşîd Pinarê ya Pirsûsa Rihayê şandina Kantona Kobanê, bi riya Heyva Sor teslîmî rayedarên Wezaretên Tenduristiyê yên kantona kirine.

Ji bo kampanyaya alîkariyê kesên ku dixwazin alîkariyê bidin dikarin bi riya van numereyan alîkariyê bikin:

“ Hesebê Odeya Dermanfiroşên Mêrdînê- Vakif Bank: TR05 0001 5001 5800 7302 2232 90

? Rojavaya kardeş eli.facebook.

? twitter@rojavakardeseli

#rojavayakardeseli

Telefona îrtîbata kampanyayê : 0536 899 2887/0533 280 9083/0482 212 8747

Navnîşan: Odeya Dermanfiroşên Mêrdînê Cadeya Walî Ozan; Apartimana Ozçelîk qat :6 no:11 Mêrdîn/ Artuklu”

(sa)