1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Bila hemû kes ji bo parastina Rojava vegere"
"Bila hemû kes ji bo parastina Rojava vegere",bila,hemû,kes,ji,bo,parastina,rojava,vegere

"Bila hemû kes ji bo parastina Rojava vegere"

Welatiyên ji Suriyeyê hatine: Bila hemû kes ji bo parastina Rojava vegere

A+ A-

ÎZMÎR (DÎHA) - Penaberê ji ber şerê navxweyî yê li Suriyeyê, hatine Tirkiyeyê û li Îzmîrê dimînin, li gel ku zehmetiyên jiyana xwe vegotin, bang kirin ku hemû kesên hatine Tirkiyeyê ji bo parastina Rojava paşta vegerin welatê xwe. Penaber Deham Deyîb, balkişand ser êrîşên li dijî Kobanê û got: "Ji bo Kobanê, pêwîste hemû kurd seferber bibin. Rojavayiyên hatine Tirkiyeyê bila ji bo parastina Rojava paşde vegerin."

Ji ber şerê navxweyî û êrîşên çeteyên DAIŞ'e gelek welatiyên Rojava û Suriyeyê ji neçarî koçî Tirkiyeyê kirin û di nava mercên gelek xerab de hewl didin jiyana xwe bidomînin. Li gor daneyên di şerê Suriyeyê de hetan niha 250 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye û 2 milyon û 4 hezar welatiyên Suryeyê li gelek dewletên cîhanê bûne penaber. Ji van penaberan nêzî milyonek penaber jî li Tirkiyeyê dijîn. Pêdiviyên van penaberan yên jiyanê jî ji aliyê dewletê ve nayên pêkanîn. Ev penaber niha li gelek bajarên Tirkiyeyê di nava mercên gelek xerab de dijîn. Penaberên li Îzmîrê dijîn jî van deman rastî êrîşên nijadperestên tirk tên.

'Leşkerên tirk îşkence li me kirin'

Penaberê bi navê Deham Deyîb ku bi 5 zarokên xwe re ji ber şer koçî Tirkiyeyê kiriye û niha li Îzmîrê dimîne diyar kir ku ji bo canê xwe bifilitînin hatine Tirkiyeyê. Deyîb wiha got: "Ji ber tu mercên jiyanê li welatê me nemabû em neçarî hatin vê derê. Dema em ji sînor derbas bûn leşkerên tirk îşkence li me kirin. Jin û zarokên me xistin. Bi taybet boneya ku em ji Rojava hatibûn, ji bo kuştinê li me dixistin." Deyîb, destnîşan kir ku bi taybet jî penaberên ji Rojava hatine pirsgirêka ziman dijîn û ji ber vê niha neçar me ye û nizane wê çi bike.

'Kobanê roniya çavê kurdan e'

Deyîb, got ku dixwazin wekî gelên din ew jî li ser welatê xwe Kurdistanê bi avayekî wekhev bijîn û wiha pêde çû: "Em çi ji bo gelên dixwazin ji bo xwe jî wê dixwazin. Ev bi salane em wekî koleyan bûn. Êdî em dixwazin bi avayekî wekhev bijîn." Dayîb ku balkişand ser têkoşîna YPG'ê, diyar kir YPG gel û welatê xwe diparêze û wiha pêde çû: "YPG, namûsa welat e. Namûsa gelê kurd e. YPG'ê li Rojava rê neda çeteyên DAIŞ'ê. Bi saya wan axama me, welatê me neketiye destê DAIŞ'ê." Dayîb herî dawî bang li hemû rojavayiyên penaber kir ku ji bo parastina Rojava vegerin welatê xwe û wiha got: "Ji bo Kobanê, pêwîste hemû kurd seferber bibin. Rojavayiyên hatine Tirkiyeyê bila ji bo parastina Rojava paşde vegerin. Kobanê roniya çavê kurdan e. Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji wir destpê kiribû. Ger Kobenê biçe wê tevahiya Rojava biçe."

'Li vê derê gelek eziyet li me dikin'

Yek ji penaberên din jina bi navê Kurdistan Hachalîl jî derbirî ku bi ser têlan de derbasbûne vî alî û da zanîn ku wê demê leşkerên tirk gelek heqeret li wan kirine û wiha axivî: "Li vê derê gelek eziyet li me dikin. Naxwazin em li vir bimînin. Ji ber ku zarokên me hene, heta şer bi dawî nebe em nikarin ji vir biçin cihekî. Em jî dixwazin wekî her kesî li welatê xwe wekî mirovan jiyanekê bijîn."

(lg)