1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bo Ragihandinê û Raya Giştî
Bo Ragihandinê û Raya Giştî,bo,ragihandinê,û,raya,giştî

Bo Ragihandinê û Raya Giştî

A+ A-

Di 13'ê Tebaxa 2014'yan de komek leşkerên Amerîkî û saziya Ajansa Pêşketina Navneteweyî ya Amerîka (USAID) bi 3 helîkopteran digel komek pêşmergeyan hatin Çiyayê Şengalê.

Me wekî Hêzên Parastina Hevbeş, HPG, YPG û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), wek erkekî ewlekariya vê komê pêk anî û ji bo bernameya wan a kar me alîkarî da. Dîsa me di der barê dê çawa alîkariya mirovahî bi awayekî ewle bê belavkirin û bigihîje gelê Şengalê nîqaş kirin. Bê ku ti pirsgirêkek derkevin, bi awayekî kêfxweş spasiya me kirin û ji me veqetiyan û çûn. Lê di vê navberê de, gelê Şengalê li hemberî pêşmergeyên ku bi vê komê re hatibûn çiyê, nerazîbûnên xwe nîşan dan û nexwestin ku pêşmerge li vê derê bimînin. Li ser vê yekê hêzên me ji bo di nava pêşmerge û gel de alozî dernekevin, ketin navberê.

Di derbarê vê yekê de, hin derdor daxuyaniyên berevajî didin û dixwazin bibêjin ku “Hêzên Kurdan yên Hevbeş” alîkariya mirovahî asteng dikin û bi vî awayî me nîşan bidin. Lê tu bingeha van gotinan tune ye û ev daxuyanî ji rastiyê dûr in.

Wek berî niha bi du rojan jî me daxuyanî dabû, Çiyayê Şengalê di bin ewlekariya Hêzên Hevbeş (HPG, YPG, YBŞ) de ye. Hemû derdor saziyên maf û xêrxawziyê û yên din dikarin karê xwe bikin û alîkariyê bigihînin şêniyê Şingalê, em ê jî ewlehiya wan biparêzin û alîkariyê bidin wan.

Serkirdayetiya Hêzên Hevbeş ên Herêma Şingalê 14-08-2014


Bêjeyên Miftehî