1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. CDU têkildarî Rojava daxuyaniyeke sosret da
CDU têkildarî Rojava daxuyaniyeke sosret da,cdu,têkildarî,rojava,daxuyaniyeke,sosret,da

CDU têkildarî Rojava daxuyaniyeke sosret da

Partiya li Elmanyayê desthilatdar CDU, ku ji ber Peymana Penaberan a bi hikûmeta AKP'ê re kiriye dengê xwe li komkujiyên li Bakurê Kurdistanê dernexist, zêdegavî kir û komkujiyên li YPG û sivîlên li Efrînê tên kirin, parast

A+ A-

BERLÎN - ANF Têkildarî êrîşên Tirkiyeyê ku îdîa dike 'li 200 YPG'yiyan xistiye', Berdevkê Polîtîka Derve ya CDU got, "Sedemên baş ên Tirkiyeyê hene."

Berdevk Jurgen Hardt, ji bo pirsa Parlamenterê Partiya Çep Stefan Lîebîch, bersiveke welê da ku Tirkan bêhtir Tirk parast.

Lîebîch da xuyakirin, ku li gorî îdîayên Tirkiyeyê di bomberdûmana nava hefteyê ya Efrînê de ji 160 heta 200 Kurd hatine kuştin û destnîşan kir, ku yekane hêza li dijî DAIŞ'ê têdikoşe, YPG ye. Lîeîch têkildarî mijarê li nêrîna partiya desthilatdar a Elman pirsî.

Hardt ê CDU'yî jî bi teoriyeke beredayî ya 'parastina axa xwe ya hikûmeta Tirk' dest bi bersiva xwe kir û got, 'divê dewleta Tirk hêzeke di cih de bi kar bîne'.

Berdevkê partiya desthilatdar, ku ji ber peyman penaberan bi ti awayî tehemûlî rexneyek li dijî Tirkiyeyê nake, hîn bêhtir zêdegavî kir û komkujiyên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin, parast. Hardt got, "Ez ji xwe bawer im, 'sedemên baş' ên hikûmeta Tirk heye ku li dijî komên terorîst ên li Bakurê Sûryeyê şer dike. Kurdên li wir jî di nav de, niha li wir terorîzmek heye û vê yekê rê li ber rewşa îro vekiriye."