1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Cemîl Bayik: Deng ji bo neteweya demokratîk
Cemîl Bayik: Deng ji bo neteweya demokratîk,cemîl,bayik,deng,ji,bo,neteweya,demokratîk

Cemîl Bayik: Deng ji bo neteweya demokratîk

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 31.07.2014 09:44:39 Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku di şexsê HDP'ê de li Tirkiyeyê bijarka mûxalefeteke azadîwaz û demokratîk afiriye û got, "Eger Kurdek bibe Serokkomar wê ev rewş tevahiya Rojhilata Navîn biguherîne. Her dengê ji bo Selahattîn Demirtaş were dayîn wê ji bo ba azadiya kurdan û demortîkbûyîna Tirkiyeyê were dayîn."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de hilbijartinên Serokkomariyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Bayik da xuyakirin bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê muxalefet bi xwe ye û got, "Ji ber ku muxalefeteke azadîxwaz û demokratîk tune ye AKP û Erdogan bi demagojî, derew û fenan desthilatdariya xwe didomînin."

Bayik destnîşan kir ku di şexsê HDP’ê de bijarka muxalefeteke azadîxwaz û demokratîk afirî ye got, "Her dengê ji bo Selahattîn Demirtaş were dayîn wê bibe redkirina têgihiştina yek milet, yek dewlet, yek welat, yek al ê. Her dengê ji bo Selahattîn Demirtaş were dayîn wê ji bo ba azadiya kurdan û demortîkbûyîna Tirkiyeyê were dayîn."

Bayik ev nirxandin kir:

"Ji niha ve diyar bûye ku HDP wê bibe pêşeroja Tirkiyeyê. Kedkar, rewşenbîr, nivîskar, Elewî namzetê HDP’ê Selahattîn Demirtaş destek dikin û gelê Kurd vê yekê di nava coşê de pêşwazî dike. Ji bilî xeta siyasî ya HDP’ê partiyeke din a ku demokrasiyê bîne û di nava kaosa Rojhilata Navîn de Tirkiyeyê rizgar bike tune ye. Li Tirkiyeyê vê kêliyê bêhêvîtiyek heye. Di polîtîkaya hundirîn û derve de cudabûn û parçebûn heye. Li Tirkiyeyê û derve cudabûn û şerê heyî ne ji bo maf, dad û azadiyê ye. Li Tirkiyeyê şerê desthilatdariyê, li derve jî şerê hegemonyayê heye. Ji derveyî HDP’ê muxalefeta heyî jî yek ji yên din xirabtir mîna desthilatdariyê dijdemokratîk û kirêt in. Ji xwe bingeha pirsgirêkên li Tirkiyeyê muxalefet bi xwe ye. Ji ber ku muxalefeteke azadîxwaz û demokratîk tune ye AKP û Erdogan bi demagojî, derew û fenan desthilatdariya xwe didomînin. Li Tirkiyeyê hêzeke din mîna AKP’ê ku hesanî bû desilatdar û ewqasî zêde desthilatdariya xwe domand tune ye. Ev ne ji ber polîtîkayên rast ên AKP’ê û Tayyip Erdogan in, ji ber ku muxalefet nikaribû bibe alternatîf AKP hêna li ser desthilatdariyê dimîne. Ji ber vê yekê jî nivîskar Oya Baydar ji bo Selahaddîn Demirtaş gotina, „Ji bo bêhêvîtiya min bû hêvî“ diyar kir ku rewşa heyî wê were guhertin.

Niha li Tirkiyeyê di şexsê HDP’ê de bijarka muxalefeteke azadîxwaz û demokratîk afirî ye. Bername û pîvanên ku Sehalattîn Demirtaş diyar kirin jî vê yekê nîşan dide. Destekdayîna rewşenbîr, nivîskar, hunermend, kedkar, elewî û beşên bawerî û etnîkî jî nîşaneya vê rastiyê ye. Ji AKP’ê veqetîn û diyarkirina ku wê destekê bide namzetê HDP’ê ya damezerînerê AKP’ê Dengî Mîr Mehmet Firat ji ber sedema ku li dijî AKP’ê HDP bûye hêza muxalefetê.

Tirkiye heta pirsgirêka kurd çareser neke ne li Tirkiyeyê, ne jî li Rojhilata Navîn nikare bibe xwedî polîtîkayeke rast. Nakokî û aloziya di polîtîkaya derve de tê jiyîn jî ji ber çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Di polîtîkaya derve de tecrîh ne li gor pîvana rast an şaş tên kirin, li gorî dijberiya kurdan tên kirin. Polîtîkayên dij kurd jî her tim li Rojhilata Navîn dibe sedem ku Tirkiye di eniya şaş de cih bigire. Li nava Tirkiyeyê jî bi fikara ku kurd jî wê jê sûdê werbigirin gavên bingehîn ên demokratîkbûnê nayên avêtin. Êş û berdêla van polîtîkayên dewletê yên dij kurd jî gelê Tirkiyeyê dikişîne. Ya rast li Tirkiyeyê çavkaniya hemû xirabiyê heyî çaresernekirina pirsgirêka kurd e. Tirkiye bûye mehkûmê vê bêçaresertiyê. Bêçareserî hiştina pirsgirêka kurd zincîra li lingê Tirkiyeyê hatiye xistine.

Cara yekemîn di şexsê HDP’ê de zincîra lingê Tirkiyeyê wê were şikandin. Selahattîn Demirtaş ji ber ku namzetê polîtîkayên ku wê vê zincirê bişkîne ye destekeke mezin dibîne. Ev rastî radixe ber çavan ku gelên Tirkiyeyê, rewşenbîr, nivîskar û hunermend dibînin ka çawa Tirkiye wê pirsgirêkên xwe çareser bike. Gelên Tirkiyeyê ji ber ku dibînin AKP li hundir û derve Tirkiyeyê ber bi kendal ve dibe piştgiriyê didin namzetê HDP’ê. Desteka ji bo Selahattîn Demirtaş aşkera dike ka gelên Tirkiyeyê aştî, aramî û hizûrê li ku derê dibîne. Ev helwest li Tirkiyeyê hêza meyldariya demokratîkbûnê jî aşkera dike. Ev destek hemû nîşaneyên ku polîtîkayên dewletê yên têgihîştina civakê li Tirkiyeyê dîl girtiye tê şikandine. Diyar e ku êdî civak guh nade demagojiyên yek dewlet, yek milet, yek welat û yek alê. Ev ji bo Tirkiyeyê pêşketineke. Ev meyldarî ji niha û pêde jî wê bi pêş bikeve. Wê bibînin ku ne dijminatiya li dij kurdan, dostaniya bi kurdan re Tirkiyeyê rizgar dike.

Gelê kurd jî bi heyecan Selahattîn Demirtaş destek dike. Kampanyaya desteka ji bo Selahattîn Demirtaş her ku hilbijartin nêzîk bibe wê berfireh bibe. Kurd cara yekemîn wê heyecana hilbijartina kurdekî ya ji bo serokkomariyê bijîn. Ev di heman demê de wê bibe gaveke nû ya li Tirkiyeyê şikandina înkara kurd jî. Hebûna namzetekî ku her kes dizane kurd e û dibêje ez kurd im di guhertina zihniyetê de jî roleke erênî wê bileyize.

Ger li Tirkiyeyê kurdek bibe serokkomar wê ev rewş tevahiya Rojhilata Navîn jî biguhere. Li Iraqê bûyina kurdekî ya serokkomar ji bo guherîn û veguherîna Iraqê girîng e; lê li Tirkiyeyê bûyina kurdekî ya serokkomar wê li Rojhilata Navîn serdemeke nû bide despêkirin. Ji ber ku Tirkiyeye demokratîk wê were wateya Rojhilata Navîn a demokratîk.

Ji bo Kurdistanê ev hilbijartin girîng e. Li dijî Erdogan ê di her derfetê de dibêje yek milet, yek welat, yek dewlet, yek al wê ev hilbijartin bibe qada têkoşîna Selahattîn Demirtaş ê dibêje neteweya demokratîk, welatê hevbeş û di serî de Kurdistan li tevahiya herêmên Tirkiyeyê xweseriya demokratîk diparêze. Têkoşîna di navbera têvgihîştina ku Tirkiyeyê têk dibe û dixwaze bi kolekirinê hebûna kurdan ji holê rake û têgihîştina ku kurdan azad bike û Tirkiyeyê rizgar bike wê bidome.

Her dengê ji bo Selahattîn Demirtaş were dayîn wê bibe redkirina têgihiştina yek milet, yek dewlet, yek welat, yek al ê. Her dengê ji bo Selahattîn Demirtaş were dayîn wê ji bo ba azadiya kurdan û demortîkbûyîna Tirkiyeyê were dayîn."