1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Dê bê amûr me fam bikin
Dê bê amûr me fam bikin,dê,bê,amûr,me,fam,bikin

Dê bê amûr me fam bikin

A+ A-

Endezyar amûreke nû çêdikin ku dê gelek amûrên di navbera me û alavan de ji holê rake.

Ev amûra nû ku dê wekî bazinekî têkeve destê mirovan, dê bibe alîkar ku mirov ji komputeran heta bi balefirên bêmirov gelek amûr û teknolojiyan bê destdan bi kar bînin.

Li gor agahiyan ev mezin a ku mirov dê têxin zenda xwe, tê de elektrot hene û dema bikarhêner dest û milên xwe di karekî de bi kar tînin, tevgerên ranên wan deran, rakişîn û vekişînan têdigihîje. Ev amûra bi navê Myo ku şîrketeke Kenedayî bi pêş ve dibe, daneyan bê kablo ji bo bernameya komputerê radigihîne. Bi vî rengî tevgera destan li dîmendera komputerê li fermanan tê veguhêstin. Bi vî rengî bikharhêner bê amûr bi rê ve dibe.

Bernameya komputerê ya ku dê were bikaranîn her wekî amûrên ku mirov bi tiliyên xwe pê li dîmendera wê dike û bi kar tîne, ku tevgera tiliyan nas dikin, ev jî dê hemû tevgerên tilî, dest, zend û mil nas bike.

Dema mirov rûpelan dadixe jêr û hildikişîne jor, dema mirov rûpelan bi rastû û çepê ve dikişîne, dema mirov bi tiliyên xwe tiştekî mezintir an biçûktir dike, dema mirov vîdeoyekê bi pêş ve an bi paş ve diajo ev amûr bêyî ku destê mirov bigihîje amûrên wekî komputer, tv û hin wekî din, dê fermanê bidin.

Hate ragihandin ku elektrotên di amûrê de bêyî ku bigihîjin çermê laşê mirov dixebitin. Amûra navborî ji çirpandina tiliyan bigirin heta bi gelek tevgerên din nas dike. Her wisa gelek dengên din ên ku bedena mirov bêhemd derdixe jî nahesibîne. Lê nêzî bîst tevgerên destan nas dike.

Tê hêvîkirin ku di dawiya sala 2013'an de dê amûr derkeve piyaseyê û biyahê wê dê 149 dolar be.


Bêjeyên Miftehî