1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dîroka zindî şahidê serhildana Sasonê Hecî Reşît Ak
Dîroka zindî şahidê serhildana Sasonê Hecî Reşît Ak,dîroka,zindî,şahidê,serhildana,sasonê,hecî,reşît,ak

Dîroka zindî şahidê serhildana Sasonê Hecî Reşît Ak

A+ A-

09:05 15.04.2014 1 / 8 BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) - Şahidê Serhildana Sasonê ya sala 1933'yan Hacî Reşît Ak, dîrokek zindî ye û jiyana xwe bi parastina xwezayî didomîne. Ak, got jiyana wî li ser xwarin û vexwarinên xwezayî ye. Ak, da zanîn ku ew heta niha neçûye nexweşxaneyan li cem bijîşkan tedawiya xwe nekiriye û got bi tevahî zarok, nevî û nevîçirkê wî 450 kes hene.

Li gundê Goxê (Geçitaltı) yê girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê, şahidê Serhildana Sasonê ya sala 1933'yan Hacî Reşît Ak, ê yekem car ji aliyê ajansa me DÎHA'yê ve hate belgekirin beriya demeke behsa wan rojan kiribû. Niha jî jiyan û emrê Ak, hêjayî ku raya giştî hîn bibe. Ak, di dema serhildanê de ku 38 salî bû, 7-8 salan di şkeftan de jiyaye. Piştî îsyanê sirgûnî navçeya Dînar a Afyon kirine. Ak paşê piştî destûr hat dayîn vegeriya gundê xwe. Tifinga Ak a serhildanê hîn jî li ber deriyê malê daliqandiye û wek bedena xwe parastina tifinga xwe dike. Ak, kesayetekî ku tenê bi xwarin û vexwarinê xwezayî jiyana xwe didomîne û ew ji hilberînên alav û fabrîqeyan dur dihêle. Ji ber ku ew bi xwarin û vexwarinên xwezayî bikar tîne, niha dema mirov li Ak, dinêrin dibêjin ku temenê wî ne 119 salî ye. Ak, li gel temenê xwe extiyar jî hêj li di aliyên fizîkî de wek kalekî 70 salî xuya dike. Ak, di şûna ku çaya fabrîqeyan vexwe û bikar bîne, ew bi tenê giyayên xwezayî yên wek catrî û cûreyên din bikar tîne û jiyana wî bi giyayên xwezayî ve girêdayî ne. Hecî Reşît Ak, li gel temenê xwe extiyar cixarê dikişîne û lê ew wek tu kesî cixareya fabrîqeyan nakişîne û ew cixareya xwe bi destê xwe dihêre û amade dike.

Ak, ê ku sedsalek derbas kiriye bi serê xwe romanek zindî dadixe holê û niha ew li gund jiyan dike. Ak, di malek ax de ango malek ekolojîk de jiyan dike û mala wî ji behna giyayan bêhn dide. Ak û malbata xwe debara xwe bi karên gund û sewalkariyê dike û ew dixwaze her tim civat wî hebe û ji mêvanan re malovaniyê bike. Di jiyana ak de tişta herî balkêş jî ew e ku bi salane ji bo gora xwe kevirek amade kiriye û li ser nivîsa "La îlaha îlelilah" nivîsandiye. Ak, diyar kir ku jiyana wî bi zehmatan derbas bû û got ku giştî jiyana xwedî romanek û çîrokekî ye.

450 nevî û nevîçirkê wî hene!

Ak, anî ziman ku ew sê caran zewiciye û 3 hevserê wî hene û got ku ji hevserên wî du kesan jiyana xwe ji dest dane û yek tenê maye. Ak, diyar kir ku ji ber ku gelek nevî û nevîçirkê wî hene gelekan nas nake û wiha got: "Bi tevlî zarokên min bi tevahî 450 zarok û neviyên min hene. Zarokên li çar aliyan belav bûne. Li Êlih, Muş, Bedlîs, Farqîn, Hezo, Qubîn, Antalya, Elmali, Sason, Manîsa û li Stenbolê belav bûne. Ji ber ku neviyên min hew qas zêde bûne hatiye wê rewşê ku ez wan nas nakim."

Ak mirovek xwezayî û xwedî 3 zimanî ye

Ak, destnîşan kir ku di jiyana xwe heta niha du derzî yên derman li xwe xistiye û wiha got: "Seranser jiyana min ji bilî du derziyan min tu derman bikar ne aniye. Jiyana min gitşî di nav xwezayê de derbas bû û wek mirovek xwezayî mezin bûm. Heta niha min tu hilberînê fabrîqeyan ne xwariye û venexwariye. Mînak ez tu demê runê fabrîqeyan naxwim. Li gel vê jî ez rûnê malê bikar tînim lê ancax rûnê salê na yê kevn bikar tînim." Ak, da zanîn ku ew bi sê zimanan dizene biaxive û diyar kir ku zimanê wî dayikê erebî ne li gel erebî bi kurdî û tirkî ji dizane biaxive.

Bi darê zorê 20 salan cerdevanî kiriye!

Ak, diyar kir ku ew di sala 1992'an de bi darê zorê dewletê bi wî cerdevaniyê daye qebulkirin û got ku wî piştî 20 salan cerdevanî kiriye di sala 2012'an de teqewît bûye.

(bg/mae)