1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. DAIŞ'î yê hat girtin: Bi helîkopterên tirk em anîn Kerkukê
DAIŞ'î yê hat girtin: Bi helîkopterên tirk em anîn Kerkukê,daiş,î,yê,hat,girtin,bi,helîkopterên,tirk,em,anîn,kerkukê

DAIŞ'î yê hat girtin: Bi helîkopterên tirk em anîn Kerkukê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Çeteyekî DAIŞ'ê yê di êrişa li dijî Kerkûkê de bi saxî hat gitin got ku ew bi helîkopterên aydî dewleta tirk ve anîne Kerkûkê.

Li gorî nûçeya malpera Bedîr News a bi erebî weşanê dike, li Kerkûkê çeteyekî DAIŞ'î bi saxî hatiye girtin. Çeteyê DAIŞ'ê têkîldarî êrîşî hin îtiraf kir û bal kişand ku di êrîşan de tiliya Tirkiyeyê heye û têkîldarî êrîşê jî ev agahî da: "Em bi helîkopterên aydî dewleta tirk ve anîn gundê Serêtepe yê bakurê Kerkûkê. Ji wir em darbesî navenda bajar kirin. Armanca me ajahiyên walîtiyê û saziyên dewletê dester bikin bû. Ji bo vê yekê me ev êrîş pêk anî."

Gundê Serêtepe ya ku çeteyê DAIŞ'ê qal dike bi bakurê Kerkûkê ye û bi ser bajaroka Leylanê ye. DAIŞ'ê duh serê sibehê li dijî vî gundî êrîş pêk anîbû û di êrîşê de 9 çeteyên DAIŞ'ê hatibûn kuştin.

(sa)