1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dayikên Şemiyê bertek nîşanî tahliyeya Temîzoz dan
Dayikên Şemiyê bertek nîşanî tahliyeya Temîzoz dan,dayikên,şemiyê,bertek,nîşanî,tahliyeya,temîzoz,dan

Dayikên Şemiyê bertek nîşanî tahliyeya Temîzoz dan

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Dayîkên Şemiyê yên Cizîrê di çalakiya xwe hefteyî de bertek nîşanî serbestberdan Serhengê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz dan û pirsa heke Temîzoz û hevalên wî serbest hatin berdan wê demê kê zarokên me qetilkirin û hestiyên wan li ku ne pirsîn.

Dayîkên Şemiyên yên Cizîrê çalakiya xwe ya hefteyî ya bi armanca aqubetên kesên di salên 90'an de ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin û windakirin bipirsin û kiryar bên darizandin li ber Lîceya Anadolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatyin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Malbatan bertek nîşanî serbestberdana ji fermandarên JÎTEM'ê Serheng Cemal Temîzoz ê ku berpirsiyarê cînayetên kiryar nediyar ê salên 1993-95'an li navçe û navenda Şirnexê pêk hatin dihate darizandin, dan.

Di çalakiya hefteyî de çîroka Mehmet Îlbasan ê ku di sala 1993'an de li gundê Kovex ê navçeya Hezexê ya Şirnexê hate windakirin hate vegotin. Çîroka Îlbasan ji aliyê hevsera wî Kadriye Îlbasan ve hate vegotin. Îlbasan wiha got: "Dema hevserê min ji bo kuli Cizîrê deynên xwe bigire çû û di rê de ji aliyê JÎTEM'ê ve bi zorê hate revandin. Cemal Temîzoz û ekîba wî hevserê min bi rojan di bin tava rojê de hiştin û bi îşkenceyê û birçîbûnê qetil kirin. Heke Temîzoz û hevalên wî serbest hatin berdan wê demê kê hevserê min qetil kir? Tansu Çîller mirov qetil kirin. Hikûmeta AKP'ê jî heman tiştan dike. Mirov tên windakirin, qetilkirin û diavêjin girtigehan. Edalet nayê bikaranîn. Neheqî dîsa tên kirin. Dewlet dîsa dewlet e. Disa dijminên kurdan li Şengalê bi destê Tirkiyeyê komkujiyan dikin."

'Serbestberdana qatileke bi tescîlî xelatkirin û rûmetkirin e'

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê yê Şirnexê Yusuf Vesek jî diyar kir ku Temîzoz di salvegera 12'ê îlonê de serbestberdan balkêş e û wiha got: "Di rojeke wisa de serbestberdana qatîleke tescîlî xelatkirin û rûmetkirin e. Bi hezaran kesan ji cînayetên Temîzoz kirin re şahîdî kirin. Ligel van hemûyan Dadgeha Bilind biryara serbestberdana wî da."

(bd)