1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Dema Hesen Reşo gerîlayan dibîne …
Dema Hesen Reşo gerîlayan dibîne …,dema,hesen,reşo,gerîlayan,dibîne

Dema Hesen Reşo gerîlayan dibîne …

A+ A-

JÎNDA ZEKÎOGLU - ŞIRNEX 13.09.2014 06:30:19 “Keça min geriya got; Ez li Telafer im. Di destê DAIŞ’ê de me. Derfetê min yên re vê hene, lê ger bêm girtim. Keçên min... Ez ditirsim ku tiştekî bi wan bikin.’ Ez bêjim çi nizanim. Min got ‘Keça min heta ku te xwe û zarokên xwe nekir bin garantiyê nereve.’ Du keçên wê hene yek 6 û ya din jî 3 salî ye. Ew zarok kî dizane li wir di çi halî de ne? Em wisa çi bikin?"

Apê Bereket 60 salê xwe derbas kiriye. Di rêyan de çi dua zanibû kiriye. Dema dibêje ‘Mirin jî xilas bûne’ ji dîroka ku li ser hatiye ferzkirin, cesaretê digire.

Li Şirnexê li kampa Êzidiyan çavên her kesî li telefon, televîzyon, rojname û radyoyan e. Yên ku nû tên zêdetir agahiyan dîtin. Ciwanek dibêje ‘DYA dê di demek nêz de wan biqedîne’. Mêrên ku berê xwe dane çiyayê Cûdî bi qasî vî ciwanî ne bi hêvîne û bêdeng dimînin.

Rojev her tim diguhere, lê jiyana 30 hezar Êzidiyên Bakurê Kurdistanê heman e. Belkî her roja ku derbas dibe bi fikartir e...

Agahiya ‘li Sînor 5 hezar kes tên sekinandin’ hat û piştî vê agahiya ku 60-70 hezar kesên din jî tên Bakur jî belav dibe. Agahiyeke din ji Êlihê tê. Kesekî 8 malbat xapandiye. Ji her malbatê 6 hezar dolar girtiye. Bi soza dê bibin Ewropayê birine Stenbolê.

Tirkiye, Rojava, Bakur û Başûr, Ewropa, DYA û Îran... Sohbet heta Saddam diçe.Kal û pîr behsa dîrokê, ciwan jî ji pêşerojê diaxivin. Lê jiyan jî didome, roj li ber avabûnê ye....

Ev qerekola ku berê bi dehan kes rastî îşkenceyê hatin niha bûye cihê starbûnê ya gel. Dema mirov lê digerin ew tên hişê mirovan. Li navendeke îşkencexaneyê, qadeke jiyanê ya azad hatiye afirandin.

Jinan cil û bergên xwe şûştine û li ber tavê raxistine, xwarina xwe li gel hev raxistine û dîsa di nava daîreyê de tên cem hev.

Kalekî berê xwe daye avabûna rojê û duaya dawî ya rojê dixwîne. Ez beyî ku wî nerehet bikim, çend caran wêneyên wî dikişînim, li gel rûdinim.

72 salî ye. Navê wî Hesen Reşo ye. Nû hatiye. Ji lingê xwe yê rastî birîndar bûye. Nikare bimeşe. Her roj pansuman tê nûkirin. Êşa canê wî ji rûyê wî tê dîtin. En naxwazin zêde eciz bikin lê dixwaze biaxive jî.

Mala wî li nêzî gundê Ereb bû. Cotkarî kiriye. Di emrê xwe de ji bilî Laleşê ji gundê xwe neçûye cihekî.

4 zarokên wî hene. Du li gel wî ne, du jî li Duhokê ne ji bo biçin Şirnexê dipên.

Dibêje ‘DAIŞ ne Misliman e.Di dîroka me de gelek kesî em qetikirin, navê zalimên îro DAIŞ e.’

“Gelê Şirnexê jî Misliman e, lê wan em ji destê van çeteyan xilaskirin û malên xwe ji me re vekirin. Her roj birîna min dikewinînin. Bila sax bin...”

“Peşmergeyan gotin çekên xwe bidin me û gotin ew ê alîkariyê bidin. Lê nîvê gund mirin. Çeka min hebû. Min derxist. Heta hêza min hebû min şer kir. Ez birîndar bûm. Piştî vî salî min ev jî dîtin.

Em jê dipirsin çawa di wan riyan de hatî; "Ez bi alîkariyan hatim. Bi saetan. Piştre gerîla hat. Min nas nedikir. Min bihistibûn, lê min nedizanî ji bo kê têdikoşe. Nêrînên neyînî hebûn. Pêşmergeyan jê hez nedikir. Em jî baş nedifikirîn.

GER KUJER BIÇIN EM Ê JÎ VEGERIN

Reşo der barê PKK’ê de berê wisa difikirî. Dema behsa gerîla tê kirin, bêdeng dimîne dibêje: “Ew mirovahiyek çawa ye ku wan ez ji wan çiyayan hilgirtim. Ez li wesayîtê siwar kirim. Birîna min kewandin. PKK’ê ez xilas kirim. Ez deyndarê wan im. Ez welatiyên Şirnexê gelek kêfxweşim. Lê bêguman axa mirovan cuda ye. Baweriya me bi tu kesî nema. Bêguman em dixwazin vegerin. Kî bêje na derewan dike. Em Êzidî ewladên vê dinê yên dinin. Me ev fêm kir. binêrin zarokên me di çi halî de ne. Kî bêdeng e, kî qetil dike bila êdî qetilkirin berê xwe bide wan.”