1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Deutsche Welle: Êzidî naxwazin axa xwe terk bikin
Deutsche Welle: Êzidî naxwazin axa xwe terk bikin,deutsche,welle,êzidî,naxwazin,axa,xwe,terk,bikin

Deutsche Welle: Êzidî naxwazin axa xwe terk bikin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Radyoya Dengê Elman ku çû Laleşê û bi Êzidiyên ji Şengalê hatine re hevdîtin kir, diyar kir ku Êzidî dixwazin li van axan bimînin. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku welatiyek dibêje, "Ger em biçin em ê jiyanek çawa ava bikin?"

Bi dehhezaran Êzidiyên ji DAIŞ’ê reviyan li welatê xwe wek penaber dijîn. Ev drama wan di çapemeniya navneteweyî de ye jî.

Ekîba Radyoya Dengê Elmanyayê (Deutsche Welle) çû Laleşê û bi Êzidiyên ku malên xwe terk kirine re hevdîtin kirin. Êzidiyan da zanîn ku baweriya wan li dijî peşmergeyan nemaye û got ku ew dixwazin li welatê xwe di nava ewlehiyê de bijîn.

Hat gotin ku Êzidî bûne hedefa terorîstên DAIŞ’ê û got: “Laleş warê herî pîroz ê Êzidiyane. Li vir cejna xwe pîroz dikin. Lê niha ji bo starbûnê gelek kes hatine. Êzidî ji DAIŞ’ê direvin û heta niha gelek kes hatin qetilkirin û dîlgirtin.

PKK Û PÊŞMERGEYAN PARAST

Di nûçeyê de hat gotin ku piştî êrîşa DAIŞ’ê bi dehhezaran Êzidî neçar man axa xwe terk bikin û hat gotin ku Êzidî ji alî PKK û pêşmergeyan ve hatine xilaskirin.

BAWERIYA WAN BI PÊŞMERGEYAN NEMA

Her wiha hat diyarkirin ku gelê Êzidî li dijî peşmergeyan bi bertek in û ji ber ku pêşmergeyan li dijî zilma DAIŞ’ê ew neparastine, baweriya wan bi pêşmergeyan nemaye. Êzidiyê bi navê Hemet Xelef da zanîn ku pêşmergeyan çekên wan ji wan girtine û gotine hûn netirsin em ê we biparêzin û piştre ew tenê hiştine.

CIHÊ ME VÊ DERÊ YE

Di nûçeyê de hat gotin ku lîderên Êzidî ji bo civaka xwe ya li Iraqê li gel hev bigire her tiştî dikin, lê divê baş bên parastin. Oldarê Êzidî Bav Çawîş li Laleşê dijî. Ew jî dixwaze cemaeta xwe li welat bigire. Dibêje; "Kurdistan welatê me ye. Jiyana me li vir e. Êzidî ji vir derketin. Ger em malên xwe terk bikin ev ê ji bo ola me gelek nebaş be. Ger ev mirov ne di bin ewlehiyê de bin em ê çawa bêjin li vir bimînin. Hat gotin ku Êzidî dixwazin li Kurdistanê bimînin û dê pêşeroja wan xweştir be.