1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Di êrîşa Talîbanê de hejmara miriyan 100'î derbas bû
Di êrîşa Talîbanê de hejmara miriyan 100'î derbas bû,di,êrîşa,talîbanê,de,hejmara,miriyan,100,î,derbas,bû

Di êrîşa Talîbanê de hejmara miriyan 100'î derbas bû

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Li bajarê Peşaverê ya Pakistanê di encama êrîşa Threek-î Pakistanê de hejmara kesên hatin kuştin bû 104.

Di êrîşa Talîbanê de ya li dijî dibistaneke leşkerî ya bajarê Peşaverê ya Pakistanê de hejmara kesên hatin kuştin her diçe zêde dibe. Lİ gorî agahiyên ji herêmê tên di dema êrîşê de 84 jê xwendekar 104 kes hatin kuştin. Li aliyê din hate hinbûn ku ji 6 kesên bi bombeyan ketine dibistanê 3 kesan bi bombeyan xwe teqandine.

Di operasyona ku bi çavdêriya Serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf hate kirin de pevçûn derket û her der bû gola xwînê. Rayedarekî Talîbanê ku daxuyanî da Reutersê diyar kir ku ew ê zarok jî bikin hedef. Rayedarê Talîbanê daxuyaniya "êşa ku em his dikin bila ew jî hîs bikin" da. Artêşa Pakistanê meha borî li Vezîristanê li dijî Rêxistinê operasyon li dar xistibû û di operasyonê de 120 endamên rêxistinê hatibûn kuştin.

Serokwezîr Şerîf bûyer wekî kareseta neteweyî bi nav kir û partiya muxalefetê ya Pakistanê Threek-î Însaf (PTI) Îmran Khan jî êrîş wekî "hovîtî" bi nav kir.

Operasyona rizgarkirinê hê jî didome û Navaz Şerîf diyar kir ku dê biçe cihê herêma operasyonê û îdareya operasyonê bigire.

Li gorî agahiya ku xwendekarekî ji êrîşê filitî, êrîş dema ew di azmûnê de bûne pêk hatiye. Li dibistanê xisara madî çêbûye ji ber êrîşê gelk ambulans jî sewqî cihê bûyerê hatiye kirin. Herî kêm 40 birîndar jî li naxweşxaneyan tên dermankirin û ji bo xwînê anons tên kirin.

(sa)