1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Di 1'ê Mijdarê de cîhan wê ji bo Kobanê rabe ser piyan
Di 1'ê Mijdarê de cîhan wê ji bo Kobanê rabe ser piyan,di,1,ê,mijdarê,de,cîhan,wê,ji,bo,kobanê,rabe,ser,piyan

Di 1'ê Mijdarê de cîhan wê ji bo Kobanê rabe ser piyan

A+ A-

ANF - BRUKSEL Xwediyên Xelata Aştiyê ya Nobelê û fîlozof jî di nav de bi banga bi hezaran kesî, 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Li çar aliyên cîhanê komîte hatin avakirin û bi sedan meş hatin organîzekirin.

Ji Parîsê heta Berlînê û Romayê, ji wir jî heta welatên Skandînavya, Latîn Amerîka, Awûstûralya, Pakîstan û Hîndîstanê, li çar aliyên cîhên ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, xebateke berfireh tê meşandin. Nivîskar, rewşenbîr, xwediyên Nobelê, akademîsyen, fîlozof, dîroknas, rojnamevan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenter jî di nav de bi hezaran kesî, ji bo Kobanê banga rabûna ser piyan kirin.

BI HEZARAN GAZÎKER

Di çar rojên destpêkê de 130 navdarên cîhanê mora xwe avêtin binê banga "Li dijî DAIŞ'ê sefeberiya ji bo Kobanê û mirovahiyê", ku bi însiyatîfa Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) û "Peace Camping" ve hat organîzekirin. Li gorî Endamê Konseya Rêveber a KNK'ê Adem Ûzûn ku yek ji destekdarê vê bangê ye, hejmara gazîkeran gihaştiye bi hezaran kesî.

Tevî zanyarê ziman profesor Noam Chomsky, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Peres Esquivel ê ji Arjantînê, Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Desmond Tutu yê ji Afrîka Başûr, Serokê Rêxistina Doktorên Cîhanê Michel Rolan gazîkeran, destnîşan kir ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, seferberiya di asta global de, girîng e.

Xwediyên bangê dan xuyakirin ku koalîsyon di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi berpirsyariyên xwe ranabe, di serî de Tirkiye gelek endamên koalîsyonê desteka fînansî û leşkerî didin DAIŞ'ê.

Gazîkeran gotin, "Eger civaka navneteweyî dixwaze demokratîk reh berde nava xaka Rojhilata Navîn, divê berxwedana Kurdan a li Kobanê destek bike" û bi gotina, "Dem hatiye ji aktorên global re ev peyama mezin bê dayîn: Polîtîkayeke din pêkane" bang li her kesî kirin ku di 1'ê Mijdarê de dakevin kolanan."

LI ÇAR ALIYÊN CÎHANÊ MEŞ TÊN ORGANÎZEKIRIN

Adem Ûzûn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku mirovên dîroka cîhanê ya bi Şerê Yekemîn ê Cîhanê destpê kir baş dizanin, bi taybetî muqayeseyên dîrokî dikin û hewl didin bi vî rengî Kobanê fêm bikin.

Adem Ûzûn ragihand ku ji bo Kobanê, komkujiyên di salên 1930 de di dema şerê li dijî faşîzmê de li Spanyayê hatin jiyîn, Srebrenîtsa, Rûanda û Helepçe mînak tên nîşandan û destnîşan kir ku ji ber civaka navneteweyî destekek aktîf nedane berxwedanan, ev komkujî rû dane.

Ûzûn nêzîkatiya aktorên civakî yên cîhana Rojava bi vî rengî anî ziman: "Li Kobanê û Şengalê li dijî Kurdan hewldaneke komkujiyê heye. Divê pêşî li vê bê girtin. Berxwedana li wir şibandin berxwedana li Stalîngradê ya li dijî faşîzma Hîtler û muhasebeyek kirin. Bi vî rengî xwestin, xebata xwedîderketina li berxwedanê bidin destpêkirin. Ji bo vê jî hin dostan, yekser metnek amade kirin. Di nava çar rojan de ji kesayet û rewşenbîrên ku weke wijdanê civakê tên dîtin, hat şandin, yekser îmze jî kirin. Di wê baweriyê de bûn, ku xwedîderketina li berxwedana Kobanê di heman demê de xwedîderketina li mirovahî, demokrasî û rûmetê ye."

Adem Ûzûn da zanîn ku bi bihîstina vê bangê re li herêmê cuda yên cîhanê, mirovên xwedî heman nêrînê însiyatîf girtin, bang kirin û meş organîze kirin. Ûzûn ji bo vê yekê jî Hîndîstan, Japonya, Pakîstan, Ekvator, Perû, Arjantîn, Îtalya û Spanya ji bo vê mînak nîşan da.

KOBANÊ BÛ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ YA SEDSALA 21'AN

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji organîzatoran bi dest xistiye, li Hîndîstanê 6, li Îtalyayê 25, li Elmanyayê 18 û li Fransayê jî wê 6 meş bên organîzekirin. Ev meş ji aliyê aktorên civakî yên cîhana rojava ve tên organîzekirin û banga tevlîbûneke girseyî li Kurdan hat kirin.

Adem Ûzûn diyar kir ku berxwedana Kobanê weke nîşaneya berxwedanê ya sedsala 21'an tê nirxandin û destnîşan kir ku tevgerên aştiyê, berxwedana Kobanê weke destpêka aştiyê dinirxînin. Ûzûn da xuyakirin ku li hemû meşan wê dowîzek bê hilgirtin ku li aliyekî wê nivîsa "Ji bo Aştiyê Kobanê biparêze" û li aliyê din jî "Destekê bide berxwedanê" nivîsandî be.

Ûzûn anî ziman ku li gel tevgerên aştiyê, çepgir berxwedana Kobanê weke têkoşîna li dijî faşîzmê, partiyên siyasî weke têkoşîna demokrasiyê, rewşenbîr û nivîskar weke têkoşîneke exlaqî-rûmetî dibînin û got, "Her kes di kesayetiya Kobanê de li hev dicivin. Kobanê dibe nîşaneya demokrasî, berxwedan û aştiyê ya mirovahiyê ya sedsala 21'an."

NÊZÎKATIYA LI PKK'Ê WÊ BIGUHERE!

Ûzûn destnîşan kir ku Kobanê "hevsengî jî guherand" û got, "Kobanê her wiha bû miqnatisek hemû derdora ber bi xwe ve kişand. Mîna forûmeke ku hêzên cuda di bin sîwanekê dicivîne." Ûzûn diyar kir ku ne tenê çepgir, hawirdorparêz, mûxafazakar, dêr, saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî jî bûn hevparê vê bangê.

Ûzûn da xuyakirin ku gelên kevin ên Rojhilata Navîn Ereb, Ermenî, Asûrî û Fars jî destekê didin û got, "Em Kurd jî heta ji destê me bê em ê destekê bidin. Bi rêya komîteyên piştevaniyê û komîteyên rêxistinbûyînê, em bang li gelê xwe dikin ku tevlî meşan bibe."

Ûzûn destnîşan kir ku ev seferberiya global wê bibe wesîle ku nêzîkatiya hêzên navneteweyî ya li PKK'ê biguhere.