1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di 50’î saliya xwe de tevlî YPG’ê bûn
Di 50’î saliya xwe de tevlî YPG’ê bûn,di,50,î,saliya,xwe,de,tevlî,ypg,ê,bûn

Di 50’î saliya xwe de tevlî YPG’ê bûn

A+ A-

SEDAT SÛR - KOBANÊ 29.07.2014 10:24:11 Li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku berxwedan mezin dibe û bi banga seferberiyê re ji Bakurê Kurdistanê tevlîbûn her diçe zêde dibe. Ji Bursa, Licê û Stenbolê sê Kurdên ku temenê wan di ser 50’î re bûn hatin Kobanê û tevlî YPG’ê bûn. Mahmut Akbaş (57), Kutbettîn Abdukaya (58) û Fehîm Kaplan (50), diyar kirin ku serî ji koletiyê re natewînin û heta dawiyê dê li ber xwe bidin.

Mahmut Akbaş ê ji Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye û bavê 5 zarokan e ji Bursayê hat û tevlî YPG’ê bû. Kurekî Akbaş di 1995’an de di pevçûneke li Êlihê de winda kir û ew bi xwe jî di 1997’an de bi îdîaya endamê PKK’ê ye hate girtin û sê salan di Girtîgeha Umraniyeyê de ma.

Akbaş da zanîn ku piştî êrîşên li hemberî Rojava û Kobanê li ser banga seferberiyê ji Bursayê hatiye, tevlî YPG’ê bûye û wiha got: “Em hemû divê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê. Em ê bi ser bikevin û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi dawî bikin. Ev 5 roj e ez li vir im. Divê hemû welatparêz û demokrat berê xwe bidin Rojava û xwedî li şoreşê derkevin.

Kutbettîn Abdukaya jî da zanîn ku ew li ser banga seferberiyê ya Rêber Apo hatiye Kobanê û got ew ji keleha berxwedanê Licê tê. Abdukaya yê bavê 4 zarokan e bi sedema endamê PKK’ê ye 20 salan di girtîgehê de maye.

Abdukaya behsa bîranînek xwe ya bi Kemal Pîr re kir û got: “Berî niha bi salan min ji şoreşgerê mezin Kemal Pîr re got, 'Ez dest ji têkoşînê bernadim.' Min dest ji têkoşînê berneda û ez tevlî YPG’ê bûm. Ez niha gelekî kêfxweşim."

Abdukaya bang li ciwanên Kurd kir û got: “Hêzên paşverû ji me re ji bilî berxwedanê reyek din nahêlin. Divê em bên Kobanê li cem gelê xwe cih bigirin. Em ê heta mirinê li ber xwe bidin. Em koletiyê qebûl nakin. Em ê heta dawiyê di rêya şehîdan de bimeşin."

Fehîm Kaplan ê ji Bedlîsê ye û bavê 8 zarokan e, ji Stenbolê hat, der barê tevlîbûna xwe de wiha got: “Li ser banga seferberiya Rêber Apo ez hatim Kobanê. Rojava dilê me, rûmeta me ye. Rojava azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Divê hemû Kurd xwedî li rojava derkevin. Ev 10 roj e ez li vir im. Divê hemû gelê Bakur tevlî berxwedana Kobanê bibe.”