1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di operasyona El Ekradê de 3 jê emîr 24 çeten hatin kuştin
Di operasyona El Ekradê de 3 jê emîr 24 çeten hatin kuştin,di,operasyona,el,ekradê,de,3,jê,emîr,24,çeten,hatin,kuştin

Di operasyona El Ekradê de 3 jê emîr 24 çeten hatin kuştin

A+ A-

HELEB (DÎHA) - Eniya El-Ekrad li dijî çeteyên DAIŞ'ê dest bi operasyona "Dilsoziya bi şehîdên Exterînê" kir. Hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de 3 jê emîr 24 endamên çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Şervanên Tugaya Eniya El-Ekrad, ji bo şehîdên bajarokên Exterîn û Maî û gundên derdora wê, li hemeberî çeteyên DAIŞ'ê bi navê "Dilsoziya bi şehîdên Exterînê" operasayonek da destpêkirin.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonê de di nava 24 satenade 3 jê emîr, bigiştî 24 endamên çetya DAIŞ'ê hatine kuştin. Hate ragihandin ku çeteyên ku derbeyên gelek giran ji El Eqradê xwerina neçar mane ku paşve bikişin. Operasyona şervanên El Eqradê li hemberî çeteyan bê navber didome.

Navên emîrên çeteyê wihaye: "Emîr Ebo Mesna El-Sehrawî, Emîr Ebo Milkan El-Tûnisî û Emîr Ebo Berai”

Beriya niha çeteyên DAIŞ’ê li bajarokên Exterînê û El-Raî 8 endamên Eniya El-Ekrad bi dîl girtibûn û ew serjêkiribûn.

(lg)